HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em milîtanê Apoyî yê hêja hevrê Serdar Batman ku di sala 2020’an de şehîd bû, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wî bi ser bixin û her tim bîranîna wî zindî bikin.

Hevrêyê me Serdar ê ku ji bo azadiya gelê me û welatê me bi bawerî û daxwazeke mezin tevlî refên gerîla bû, di gerîlatiyê de zû şarezar bû. Ji Garzanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji wir jî ber bi Amedê ve bû xwediyê rêyekî xurt. Hevrêyê me Serdar bi kûrbûna di îdeolojiya Apoyî de û bi hostayiya hunera gerîlatiyê xwe ji erkên şoreşgerî yên serdemê re amade kir. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral, bi hevrêtiya xwe ya jidil û bi pratîka xwe hezkirin û rêzgirtina hevrêyên xwe girt. Bi xwestekeke mezin berê xwe da Amedê û bi ruhekî fedaî tevlî têkoşîna dijwar a li Bakur bû. Hevrêyê me Serdar ê ku her tiştê xwe fedaî têkoşîna azadiyê kir, vê meşa xwe heta dawiya nefesa xwe bêyî dudilî meşand û bû milîtanekî Apoyî ku navê xwe li dîroka azadiya gelê me nivisî.

Em ji malbata hêja ya hevrê Serdar û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê şehîdan û armancên wan bi ser bixînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Serdar Batman bi vî rengî ne:


Nasnav: Serdar Batman

Nav û Paşnav: Mehmet Çelîk

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Miyase- Elyas

Cih û Dîroka Şehadetê: 2020/Ame

 

Serdar Batman – Mehmet Çelîk

Hevrêyê me Serdar li bajarê Êlihê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê nasîn û serî li hember êrîşên dijmin natewîne. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û tevlîbûn ji derdora wî ya nêz heye, têkoşîna me ya azadiyê zû nas kir. Hevrêyê me yê ku dilsozê bîra Kurditî û nirxên xwe yên cewherî mezin bû, di salên dibîstanê de nakokiyan jiyan kir. Wekî ciwanekî Kurd ku di temenekî biçûk de zilma dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdistanê dît, heyranê berxwedana gerîla ya destanî bû. Her ku qehremaniyên di şerê bi pêşengiya PKK’ê de bihîst, xeyala bûyîna Gerîlayê Azadiya Kurdistanê kir. Hevrêyê me yê ku di salên dibîstana amadeyî de hewl da jiyan û pergalê baştir fêm bike, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker her tim cewhera xwe parast. Tu car qebûl nekir ku bibe ciwanekî Kurd ku ji cewhera xwe hatiye qutkirin û biyanî kirin. Her ku temenê wî mezin bû xwest şerê ku li Kurdistanê bi pêşengiya gerîla tê meşandin, bişopîne. Dît ku gerîla li gel hemû bê derfetiyan jî ji bo destkeftiyên gelê me biparêze û ji zilma dewleta Tirk re bibe bersiv, berdêlên mezin dide. Bi bêsebirî ma li benda roja tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla. Bi taybet ji pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî yê di sala 2012’an de pêş ket, ji berxwedana destanî ya gerîla û çalakiyên wan bandor bû. Hevrêyê me yê ku lêpirsînên kûr jiya, bi taybet qebûl nekir ku li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk li Kurdistanê didomîne, bê hestyar bimîne. Hevrêyê me yê ku xwest tevkarî li dabara malbata xwe bike, di nava xebatan de cih girt. Hevrêyê me yê ku diyardeya kedê dizanî û xwedî kesayetekî gihîştî bû, bi kesayeta xwe ya hevterîb li her qada ku lê bû hezkirinên hevrêyên xwe qezenc kir. Hêzekî mezin ji berxwedana destanî ya ku di encama têkoşîna Tevgera me ya bi ruhê seferberî û vîna Apoyî ya li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser destkeftiyên gelê me yê li Rojava û Şengalê de derket, girt. Bi taybet piştî têkoşîna gerîlayan ku di pêvajoya Berxwedana Kobanê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkneçûyîna vîna Apoyî nîşanî tevahiya cîhanê kir, biryara tevlîbûnê da.

Hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, piştî ku demek kurt li herêma Garzanê ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Gelek ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bandor bû. Di tevahiya rêya xwe ya dijwar û xeter de moralekî mezin ji têkliyên hevrêtiyê yên gerîla girt. Her ku têkiliiyên berjewendiyê yên di pergala kapîtalîst de anî bîra xwe, fêm kir ku çiqas biryarekî rast girtiye. Serbilindiya bûyîna şervanê azadiya gelê Kurd jiya û tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Bi dersên ku di perwerdeyên şervanên nû de girt, di her wateyê de guhertin di kesayeta xwe de esas girt. Bi taybet bi perwerdeyên îdolojîk fêm kir ku pergal çawa cîhaneke azadiyê yê sexte afirandiye. Hevrêyê me xwest di dersên leşkerî de şareza bibe û ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Bi saya xwendina materyalên Partiyê û dersên wergirtî, di aliyê îdeolijîk de danehev bi dest xist. Li gel ku şervanê nû bû jî di demeke kin de di gelek mijaran de pêşketin nîşan da. Hevrêyê me yê ku di demeke kin de ferî şert û mercên zehmet ên çiya û jiyana gerîla bû, perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir. Xwest di qadên pratîkî de tecrube bi dest bixe û li ser her hûrgiliyên derbarê jiyana gerîlda de serwer be. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi moral û coş ya li jiyanê, erkên herî zehmet bi layiqî bi cih anî. Hevrêyê me Serdar yê ku li ser taktîkên gerîla yên serdema nû lêhûrbûn bû, xwest wekî gerîlayekî pispor ji êrîşênê dewleta Tirk a dagirker re bibe bersiv. Her tim ji kêmasiyên jiyanê re bû hêza çareseriyê. Hevrêyê me yê ku li gorî perspektîfên partiya me beşdarî jiyanê bû û di her mijarê de alîkarî da hevrêyên xwe, pêşniyara dîtina perwerdeyên pisporiyê kir. Hevrêyê me Serdar ku di wateya leşkerî de bûyîna gerîlayekî pispor kir hedef û xwest di pêvajoyên şer de rolên çalak li xwe bigire, di tevahiya pêvajoya perwerdehiyê de israr kir ku di şerê li Bakurê Kurdistanê de cih bigire. Hevrêyê me Serdar ku berê wî her tim li Bakurê Kurdistanê bû, bi perwerdeyên wergirtî li her qadê ji têkoşînê re amade bû. Hevrêyê me di raporek xwe ya pêşniyarê de wiha nêrînên xwe anî ser ziman, “Wekî ku Rêber Apo diyar kiriye, divê 24 saet gerîlatî hebe. Di nava rojê de eger saetek jî dûrî gerîlatiyê bibin, dibe ku di vê saetê de darbeyên mezin bên xwarin. Em hîna di terzê klasîk de israr dikin. Di şerê ku divê bê kirin de hin caran tevgerekî herî absûrt ku qet nayê kirin jî têre dike ku dijmin bişelipîne. Yanî kirina tişta herî dawî tê fikirîn e. Gerîla divê bibe xwedî hêza ku jiyanê ji nû ve biafirîne. Îsa di tevaiya jiyana xwe de ji bo belavkirina Xirîstiyaniyê 12 kadroyên xwe afirandine. Ev kadro ji bo belavkirina ola Îsa belavî cîhanê bûne. Niha jî weke ku em dibînin ola Xirîstiyaniyê heta vê sedsalê hatiye. Çi ol be çi felsefe yan jî îdeolojî kadro ne ku van belav dikin, ji xwe re esas digirin, mezin dikin û pêş dixin. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiya kadroyê ji bo erka xwe cidî be.

Hevrêyê me Serdar ê ku pêşniyara wî ya derbasbûna qadên Bakur hate qebûlkirin, bi coşa tevlîbûna şerê li vir diqewime, ji bo ku her erkê bi layiqî bi cih bîne hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Serdar ku li herêma Amedê gerîlatî kir, bi helwesta xwe ya milîtaniya Apoyî û jiyana xwe ya dilnimz mîrateyekî dewlemend ê têkoşînê ji me re hişt. Hevrêyê me Serdar di sala 2020’an de gihişt şehadetê û têkoşîna xwe ya azadiyê bi layiqî di asta bilind de temam kir. Em hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê bibin layiqî xeta têkoşînê ya ku hevrêyê me Serdar ji me re hiştiye.

 

23’ê Mijdara 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG