HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Milîtanên Apoyî yên hêja hevrê Sorxwîn, Ezda û Îlyas di 29’ê Tîrmeha 2018’an de di êrîşa dijmin de heta kêliya dawî ji felsefeya jiyana azad tawîz nedan. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Jina bi wêrek a Serhedê hevrê Sorxwîn ji bo kêmkirina êşên gelê me û ji bo avakirina welatekî azad, tevlî nava refên gerîla bû. Bi sadebûn, samîmiyet û tevlîbûna xwe dirûst ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Bû fermandarek YJA Starê ku hemû hevrêyên wê xwestin pê re bijîn û têbikoşin. Perwerdeya gelek hevrêyên xwe girt ser xwe û kir ku xeta jiyana azad ji aliyê hemû hevrêyên wê ve bê pejirandin û pratîkkirin. Hevrêya me Sorxwîn di vî warî de hemû wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêya me Sorxwîn her kêliya di nava gerîlayan de têr û tejî û bi wate jiyan kir. Weke şopdarên wê em soza xwe dubare dikin ku girêdayî bîranîna wê bimînin.

Hevrêya me Ezda di kesayeta xwe de nûneriya çanda qedîm û dewlemend a Botanê kir. Sekna bi biryar a jinên berxwedêr ên Botanê ya li hemberî dagirker û mêtingeran ji xwe re kir mînak û bi têkoşîna azadiyê re hat ba hev. Di her hûrgiliya jiyana gerîla de bedewî, sadebûn û dirûstî keşif kir û ev yek kir armanca xwe ya bingehîn. Hevrêya me ji Zagrosan heta Behdînanê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya û li her qada ku lê ye, nûneriya nasnameya jina azad kir. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku em ê timî xeta têkoşînê ya hevrê Ezda esas bigirin û teqez serketinê mîsoger bikin.

Hevrêyê me Îlyas ji Bazîdê tevlî nava refên azadiyê bû. Bazîd bi serhildan, berxwedan û kesayetên dîrokî yên ji nava xwe derxistî holê, bûye yek ji navendên girîng a welatê me Kurdistanê. Hevrêyê me Îlyas bi têkoşîna xwe ya di nava refên gerîla de, her tim xwest bibe layiqê bendewariyên gelê me. Her tim ji bo qadên têkoşînê yên zehmet pêşniyar dikir û sivikkirina barê hevrêyên xwe, ji xwe re kir prensîb. Bi vê sekna xwe hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Îlyas bi kesayeta xwe ya dirûst, samîmî, xwezayî û dilnizm di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Weke hevrêyên wan em bi têkoşîna li gel wan, serbilind in. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sorxwîn, Ezda û Îlyas em ji gelê xwe yê welatparêz ê Dîgor, Silopiya û Bazîdê û hemû Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarê têkoşîna şehîdên xwe.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:


Nasnav: Sorxwîn Çiya

Nav û Paşnav: Kader Duman

Cihê Jidayikbûnê: Qers

Navê Dayik – Bav: Perîşan – Gaffar

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2018’an / Metîna

 

Sorxwîn Çiya – Kader Duman


Nasnav: Ezda Faraşîn Cûdî

Nav û Paşnav: Heyhat Turan

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Faniye – Bahattîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2018’an / Metîna

 

Ezda Faraşîn Cûdî – Heyhat Turan


Nasnav: İlyas Aydın Gûl

Nav û Paşnav: Sabahattin Tanrıverdî

Cihê Jidayikbûnê: Bazîd

Navê Dayik – Bav: Yûksel – Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2018’an / Metîna

 

 

İlyas Aydın Gûl – Sabahattin Tanrıverdî

Sorxwîn Çiya – Kader Duman - Hevrêya me Sorxwîn li navenda Dîgor a Qersê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di dîroka me ya têkoşînê de Serhed bi berxwedan û tevlîbûnên xwe yên saf û dirûst tê zanîn. Hevrêya me ya ji ewladên biwêrek a Serhedê ji ber tevlîbûnên ji derdora wê ya nêz û şerê li Kurdistanê, Partiya me di temenekî zû de nas kir. Hevrêya me Sorxwîn bi çanda Serhedê ya qedîm û zanebûna Kurdîtiyê mezin bû û weke keseke ku rastiya dijmin jiyan kirî, hîna di salên zarokatiyê de li hemberî dijmin bû xwedî hêrs. Di sala 1993’yan de li Dîgorê dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê me komkujî pêk anî. Hevrêya me bi guhdarkirina çîroka vê komkujiyê, mezin bû. Xeyala wê ya zarokatiyê bû tevlîbûna nava refên gerîla. Hevrêya me ji têkoşîna gelê me ya li hemberî zilma dijmin, bandor bû û tevî temenê xwe yê ciwan lêpirsînên kûr jiyan kir. Hevrêya me li dijî dibistanên ku hêlîna asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a qirker, xwest cewherê xwe biparêze û heta dibistana navîn xwend û piştre dibistan terikand. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk weke jineke Kurd lêgerînên xwe kûrtir kir. Têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê tê meşandin û encamên wê, her tim bûne çavkaniya hêzê ya hevrê Sorxwîn. Hevrêya me dît ku partiya me PKK jiyaneke nû diafirîne û li dijî êrîşên dijmin xwest ji lêgerînên xwe yên wijdanî re bersiv bibîne. Hevrêya me Sorxwîn xwest Tevgera me ji hîn nêztir fêm bike û di nava xebatan de cih bigire. Hingî ku xwend têkoşîna me hîn baştir fêm kir. Lê belê di lêgerînên xwe de bersiveke têrker nedît û li rêyên tevlîbûna nava refên gerîla geriya. Weke jineke berxwedêr û serhildêr a Serhedê, bawer kir ku divê teqez bersiva kiryarên dijmin bê dayîn. Di pêvajoya ku Tevgera me pêngava ‘Êdî Bes e’ dayî destpêkirin, ev pêngav li Kurdistanê belav bûyî û gelê me li dijî sîstemê têkoşîneke xurt dimeşîne de biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Di ferqê de bû ku bersiva herî baş a ji polîtîkayên qirkirinê re bê dayîn, tevlîbûna nava refên azadiyê ye. Lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Sorxwîn di sala 2007’an de tevlî nava refên gerîla bû û jiyana gerîla weke warê jiyana azad nirxand. Ji ber ku gihişt xeyalên xwe yên zarokatiyê, kêfxweş bû. Hevrêya me xwedî îdîa bû ku ji bo gelê xwe têbikoşe û li ser xeta jina azad weke gerîlayeke jin a serket bimeşe. Piştî li Bakurê Kurdistanê mayî demek kurt, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me beşdarî perwerdeya şervanên nû bû û bi taybetî ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla û tarzê jiyana komunal pir bandor bû. Hevrêya me bû heyranê xwezaya Kurdistanê û weke jineke azad hewl da xwe bigihîne heqîqeta jiyana li çiyê. Hevrêya me Sorxwîn bi dersên wergirtî tiştên di dîroka têkoşîna me qewimîne hîn baştir fêm kir û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêde kir. Bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand. Hevrêya me têkildarî her hûrgiliya di nava jiyanê de baldar bû û bi ya heyî bes nedibû, derbasî qadên pratîk bû û derfet dît ku tiştên fêr bûyî bixe pratîkê. Hevrêya me her kêliya jiyanê weke perwerdeyekê nirxand, dahûrandinên Rêbertî yên têkildarî jina azad xwend û têkildarî vê yekê ji hevrêyên xwe re jî bû alîkar. Li her qada ku lê ye, hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me timî xwe li hemberî şehîdên me yên ku di têkoşîna me de destan nivîsandine û ji bo avakirina jiyana azad canê xwe dane, deyndar hîs dikir. Bi îdîaya bûyîna layiqê şehîdan beşdarî her xebatê bû û bû xwedî pratîkek serketî. Weke gerîlayeke jin ji bo pêkanîna azadiya jinê, berpirsyariyên dîrokî girt ser xwe û di ferqa vê yekê de bû. Ji bo pêdiviyên vê yekê bi cih bîne, armanc kir ku xwe timî di warê îdeolojîk û leşkerî de pêş bixe. Hevrêya me Sorxwîn di her xebata ku têde cih girtî de, bi fedekariya xwe dihate naskirin. Li dijî nêzîkatiyên desthilatdariya mêr, têkoşîneke bênavber meşand. Di vî warî de ji bo têkoşîna xwe hîn mezintir bike, beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû. Hevrêya me di pêvajoya akademiyê de lêhêrbûnên kûr jiyan kir û di warê îdeolojîk de kûr bû. Di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand û zanebûna xwe ya azadiyê xurt kir. Ji bo hêmanên azadiya jinê di her kêliya jiyanê de bixe pratîkê, ked da.

Hevrêya me Sorxwîn li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî destkeftiyên gelê me, ji bo parastina gelê me pêşniyar kir ku biçe qadên şer lê dijwar e. Bû yek ji gerîlayên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di çalakiyên serketî de cih girt û hêza îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê da. Hevrêya me di mijarên leşkerî, îdeolojîk û rêxistinî de jî timî xwe pêş xist û bi sekna xwe bû şervaneke YJA Starê ya mînak. Piştî ku bi rengekî serketî wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih anî, car din berê xwe da warê pîroz ê gerîla. Hevrêya me xwest li qadên Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike û tola dîrokê bistîne. Ji ber hin sedeman neçar ma ku vê xeyala xwe taloq bike. Berê hevrêya me timî li qadên Bakur bû, li dijî operasyonên dagirkeriyê yên ku dijmin dixwest li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, xwe amade kir. Bi saya hevrêtiya xwe ya xurt û samîmî û pratîka xwe ya serketî, li her qadê berpirsyarî girtin ser xwe.

Milîtana PKK-PAJK’ê ya mînak hevrêya me Sorxwîn 29’ê Tîrmeha 2018’an li herêma Metînayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bû. Bi hevrêtiya xwe ya dilnizm, kûr û xurt navê xwe bi rengekî ku neyê jêbirin, di dîroka têkoşîna me de nivîsand. Weke şopdarên wê em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya hevrê Sorxwîn timî bilind bikin û li ber bîranîna hemû şehîdên xwe em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Ezda Faraşîn Cûdî – Heyhat Turan - Hevrêya me Ezda li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku bajarê berxwedan û serhildanê yê Botanê ye, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêya me li Botanê weke her zarokek Kurd girêdayî cewherê xwe mezin bû, ji ber ku malbata wê û derdora wê welatparêz bû ji temenê zarokatiyê têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hevrêya me bi taybetî guhdarî destanên têkildarî lehengiya gerîla dikir û li hemberî van bû xwedî eleqeyeke mezin, gerîla kir lehengê zarokatiya xwe û xeyala roja beşdarî nava refên gerîla bibe, kir. Hevrêya me li dibistanên dewleta Tirk 12 salan xwend, pir zû ferq kir ku dijmin bi asîmîlekirina jinên Kurd dixwaze hemû gelê me qir bike. Lewma li dijî polîtîkayên şerê taybet û êrîşên qirkirinê yên dijmin, bi hestiyar bû. Di demê ciwantiyê de nakokiyên hevrêya me Ezda yên li hemberî jiyanê, zêde bûn û li dijî rolên kevneşopiyê yên ku di nava civakê de li jinê hatine ferzkirin, sekinî. Fêm kir ku dijmin bi van polîtîkayan dixwaze jinên Kurd ji têkoşîna me dûr bixe. Lewma hevrêya me lêgerînên xwe yên ji bo jiyana azad, hîn zêdetir kir û dema ku fikrên Rêber Apo yên derbarê azadiya jinê zanî, di rêjeyeke mezin de bersiva fikarên xwe dît. Hevrêya me dizanî ku tenê bûyîna xwedî fikir têrê nake, divê fikrên xwe derbasî jiyanê bike û bi vî rengî dikare azad bibe. Fêm kir ku ev yek di nava sîstema dewleparêz û kapîtalîst de, ne pêkan e. Li ser vî bingehî hevrêya me fikirî ku jiyana gerîla dikare bibe alternatîf, lêgerînên xwe yên di vî alî de jî zêdetir kir. Di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me zêde bûne, sîstema êşkenceyê ya li ser Rêbertiya me her roj hîn zêdetir tê girankirin û şehadetên gerîla diqewimin de, êdî fikirî ku divê biryara xwe ya têkildarî têkoşînê bide. Hevrêya me Ezda weke jineke Kurd fêm kir ku jiyana azad encex li çiyayên azad pêkan e û di sala 2012’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Ezda perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava gerîla de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît û bi xwestek û kelecaneke mezin beşdarî perwerdeyan bû. Hevrêya me di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe kir pispor û xwest bibe layiqê gelê me. Bi tevlîbûna xwe ya samîmî û dirûst rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla, jiyana komunal a li ser esasê azadî û wekheviyê bandor bû û ji bo vê jiyanê fêm kir ku divê xwe bi temamî feda bike. Hevrêya me Ezda li ser vî bingehî bi hestiyariyeke mezin nêzî perwerdeyên îdeolojîk bû û bi taybetî parêzname û dahûrandinên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê xwend, nîqaş kir û lêhêrbûn kir û xwest di xwe de hêmanên jina azad biafirîne. Ev hewldanên hevrêya me ji aliyê hemû hevrêyên wê ve hatin teqdîrkirin. Fêm dikir ku encex bi nasnameya jina azad dikare hebûna xwe ava bike û roj bi roj pêşketin bi dest xist. Hevrêya me baş dizanî ku azadî bêyî xweparastinê pêk nayê û fêm dikir ku ev yek jî bi kûrbûna di hunera şerê gerîla de pêkan e. Di vî warî de hem bi hestiyarî û cidiyet nêzî perwerdeya şervanên nû, hem jî perwerdeyên piştre bû. Hevrêya me di vî warî de bû gerîlayeke YJA Starê ya bi tecrube û profesyonel. Bû milîtaneke Apoyî ya ku bi hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya çalak ji bo hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêya me Ezda, ji bo ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ku ji sala 2015'an û vir ve dewam dike cihê xwe di eniyên herî pêş de bigire, bi israr bû. Hevrêya me bi saya sekna xwe ya li nava jiyanê û hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin, hevrêyên xwe îqna kir û berê xwe da qadên ku şer lê giran bûye. Di gelek çalakiyên li dijî dijmin de bû xwedî kedek mezin û xwest bibe layiqî gelê me û hevrêyên şehîd. Hevrêya me bi sekna xwe ya wêrekî, tevlîbûna durust û fedakariya xwe dihate naskirin û karî ji bo hevrêyên xwe yên ku pê re têdikoşe bibe çavkaniya moral û hêzê. Weke gerîlayeke YJA Starê bi wezîfeyên xwe yên pêşengiyê zane bû, bi sekna xwe ya wekhev a vê mîsyonê re hem li qada şer hem jî li nava jiyanê, di kesayetiya xwe de xeta jinê ya azad a PAJK'ê temsîl kir.

Hevrêya me Ezda ku li gelek qadên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî têkoşiya, sala 2016'an berê xwe da herêma Metîna û têkoşîna xwe li vir dewam kir. Hevrêya me tecrûbeya xwe ya şer di gelek êrîşên dijmin ên li dijî herêma Metîna de pêk anî û gelek êrîş têk bir. Hevrêya me ya ku di xeta jina azad û rêgezên milîtaniya Apoyî de tawîz neda, bûye milîtaneke jin a Apoyî ku hemû hevrêyên wê yên ku pê re têkoşiyane, ji xwe re mînak bigirin. Hevrêya me Ezda tevî hevrêyên xwe Sorxwîn û Îlyas di êrîşa dijmin a 29’ê Tîrmeha 2018’an de li herêma Metîna şehîd bû. Em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan bi jiyanî bikin.

İlyas Aydın Gûl – Sabahattin Tanrıverdî - Hevrêyê me Îlyas li navçeya Bazîd a Agirî ku bi serhildan û lehengên xwe yên weke Biroyê Heskî Têlî derbasî dîroka Kurdistanê bû, ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku li hawireke ku welatparêzî lê kûr bû û tevlîbûn li nava refên azadiyê hebû mezin bû, di temenê biçûk de derfet dît ku Tevgera me nas bike. Hevrêyê me ji ber ku li Bazîdê jiya li ser çanda Kurd serwer bû û weke ferdekî malbatê bû xwedî hestên kûr ên welatparêziyê. Hevrêyê me li derdoreke ku ruhê serhildanê her tim zindî ye û li dijî polîtîkayên sîstemê yên înkar û tinekirinê xwedî reflekse bû xwedî karekter û di temenê biçûk de dest bi lêgerînê kir. Hevrêyê me Îlyas ku li erdnîgariyeke ku zilma dewleta Tirk a qirker, dagirker lê tê kirin jiya, piştî ku demeke kurt çû dibistanên sîstemê, rûyê rastî yê dewletê nas kir û ji dibistanên sîstemê veqetiya. Hevrêyê me ku dixwest tevkariyê li debara malbata xwe bike, tevî temenê xwe yê biçûk di nava gelek xebatên cuda de cih girt. Hevrêyê me pîroziya kedê fêhm kir û li dijî sîstema kedxwariyê nakokî jiya. Weke ciwanekî Kurd li hemberî şer û bûyerên civakî yên li Kurdistanê hesas bû, li dijî hemû şerê taybet û êrîşên fîzîkî yên dijmin di ferqa wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bû û li ser vê esasê di nava xebatên ciwanên welatparêz-şoreşger de cih girt. Di pêvajoyek ku dewleta Tirk a qirker ji bo tasfiyekirina tevgera me û çavtirsandina gelê me kete nava operasyonan de, bi rengekî çalak hewl da wezîfeyên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me ku di nav xebatên ciwanên welatparêz-şoreşger de cihê xwe girt, di vê pêvajoyê de derfet dît ku rastiya partiya me PKK'ê û Rêber Apo bêhtir nas bike û fêhm bike. Hevrêyê me ku li hemberî zextên dijmin stûyê xwe xwar nekir û kêliyekê jî navber neda xebatên xwe, di operasyonên qirkirina siyasî yên dijmin de hate binçavkirin û girtin. Hevrêyê me ku di pêvajoya binçavkirin û lêpirsînê de ji helwesta xwe ya şoreşgerî tawîz neda, du sal û nîvan li girtîgehên Tirkiyeyê hate girtin. Hevrêyê me ku li zindanê lêhûr bû û xwe ji bo rojên ku wê tevlî nava refên gerîla bibe amade kir, piştî ku hate berdan biryar da ku derbasî warê gerîla bibe. Hevrêyê me ku biryardariya xwe ya têkoşînê ya li dijî dewleta Tirk ku bi awayekî hovane êrîşî gelê me yên xwerêveberiyê ragihandibûn kir zêde bû, derbasî qada Serhedê bû.

Hevrêyê me Îlyas ku sala 2015'an li qada Serhedê tevlî nava refên gerîla bû, piştî ku demekê li qada Serhedê pratîk kir, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me ku li herêma Serhedê perwerdeyeke kurt dît, tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me ku ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bandor bû, bi baweriyeke mezin cihê xwe di nava perwerdeyan de girt. Hevrêyê me ku di nava xebatên ciwanên welatparêz-şoreşger de bîranînên gerîla xwend û rastî heman bîranînan hat gelek bi jiyanê ve hat girêdan. Hevrê Îlyas ku xwedî tecrûbeya rêxistinî ye û ji gelek aliyan ve alîkariyê dide hevrêyên xwe, bi perwerdeya ku wergirtî re xwe ji wezîfeyên herî dijwar re amade kir. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, ji bo di jiyana gerîlatiyê de bibe xwedî tecrûbe berê xwe da qadên pratîkî. Hevrêyê me Îlyas ku bedewiya jiyana gerîla di her rêgeha ku lê dimeşiya û her nefesa jê digirt hîs dikir, difikirî ku weke gerîlayeke pispor dikare bibe bersiva pêvajoyê. Hevrêyê me yê ku di aliyê leşkerî de lêhûrbûnên kûr jiyan, li dijî gefa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li hemberî gelê me yê li Mexmûr û Şengalê, berê xwe da qadên şer ên germ û bi hişmendiya berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me tevgeriya. Hevrêyê me yê ku ji bo têkibirina çeteyên DAÎŞ'ê di nava pêngavan de cih girt û ji bo gelê me bi rengekî fedaî şer kir, wezîfeyên xwe bi rengekî layiqî bi cih anî. Bi tecrûbeya xwe ya leşkerî û zanabûna xwe ya îdeolojîk re bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me bi zanabûna hewcedariyên pêvajoyê tevgeriya û xwestin li çiyayên Kurdistanê li dijî operasyonên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine destpêkirin şer bike û li ser vê esasê berê xwe careke din da çiyê. Hevrêyê me yê ku pratîka şerê giran lêpirsîn kir û hewl da bi lêhûrbûnê kêmasiyên berê derbas bike, xwe ji wezîfeyên serdema nû re amade kir. Ji amadekirina tunelên şer heta xebatên binesaziyê di gelek xebatan de cih girt û bi awayekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me Îlyas ku bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedekar û dilnizm ji hevrêyên xwe re bû mînak, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Hevrê Îlyas li herêma Metîna di çalakiyên ku li dijî dewleta Tirk a qirker de taktîkên serdemê bi awayekî bi bandor pêk anî û sekneke biryardar nîşan da. Hevrêyê me jiyana xwe ya şoreşgerî ku bi ked û têkoşîneke mezin ava kir, di 29’ê Tîrmeha 2018’an de li herêma Metîna di encama êrîşa dijmin de bi şehadetê re tacîdar kir. Di şexsê hevrêyê xwe Îlyas de em soza xwe dubare dikin ku heta em xeyala azadiyê ya hemû şehîdên xwe pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

19’ê Cotmeha 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG