HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Gelê Me yê Welatparêz û Raya Giştî Re!

Têkoşîna me ya azadiyê ku nîv sed sal e dewam dike, her sal û her roja salê bi saya şehîdên me yên ku destanên lehengiyê afirandine, her roj bêhtir bi wate û dîrokî bûye.

Hem di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de hem jî di nava têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê de gelek pêşengên mezin di nava meha Gulanê de şehîd bûne. Ji pêşengên şoreşger ê enternasyonal ê mezin hevrêyê me Hakî Karer di 18'ê Gulana 1977'an de şehîd bû, ku Hakî Karer tevî Rêber Apo hîmên partiya me danî, bi rêbaza herî fedaî û kedkarî tevlî nava têkoşînê bû, Rêber Apo herî rast fêm kir û bêteredût tevlî pratîkê bû. Lewma 18'ê Gulanê weke 'Roja Şehîdan', meha Gulanê jî weke 'Meha Şehîdan' bi wate bû, derbasî nava dîrokê bû.

1'ê Gulanê li Lubnanê Abdulkadîr Çûbûkçû, li Garzanê fermandarê eyaletê Ramazan Kaplan (Celal Hoca) û hevalên wî, fermandarê hêja yê Cûdî Hamza û hevalên pê re; 2'ê Gulanê fermandarê me yê destpêkê hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn û fermandarên me yên qada navîn Azad Sîser û Çekdar Amed; 6'ê Gulanê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan; 9'ê Gulanê milîtanên hêja yên PJAK'ê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî; 11'ê Gulanê Gûrbet Aydin (Mizgîn); 16'ê Gulanê li Hewlêrê tevî hevrê Hêlîn, Salih û Ozan bi dehan hevrêyên me; 18'ê Gulanê Çaran (Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner) û rêberê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya; 19'ê Gulanê Halîl Çavgûn û Muslum Baran, 22'ê Gulanê li herêma Yedîsû ya Çewlikê 16 hevalên me yên di sala 2001'ê de ji aliyê artêşa Tirk ve bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin; 31'ê Gulanê li Nûrheqê ji pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Sînan Cemgîl û hevalên wî şehîd bûn. Gulan ku meha şehîdan e, bû meheke ku bi hezaran lehegan bi berxwedanê şehîd bûn. Di salvegear 45'an a şehadeta hevrê Hakî Karer de di şexsê wî de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, sozê didin ku bi serxistina têkoşînê em ê xwedî li bîranînên şehîdên xwe derkevin.

Partiya me PKK weke 'Partiya Şehîdan' têkoşîna xwe ya nîv sedsalê li ser esasê xeta şehîdan gihandiye vê serdemê. Fêmkirina PKK'ê, jiyana bi pîvanên PKK'ê bi fêmkirina rastiya şehîdan, bi jiyana li gorî vê rastiyê dibe. Mêtinger û sîstema modernîteya kapîtalîst li Kurdistanê dagirkerî û mêtingeriyeke ji rêzê nekirin, bi mêtingeriyeke mezin ji xwe re kirin esas ku gelê Kurd ji ziman, nasname, çand û dîroka xwe dûr bixîne. Li gel komkujî û qirkirinên fîzîkî yên bêhejmar, her wiha bi zexta qirkirina çandî hewl dan ku gelê me ji aliyê hiş û dîrokê ve jî tune bike. Gelekî ku navê xwe jî hatibû qedexekirin, hebûn û nebûna wê cihê nîqaşê bû, îro bûye gelekî ku şerê gel ê şoreşgerî dimeşîne, hewl dide azadiyê bi dest bixe û di berdêla vê de bi rengekî fedaî şehîd dane. Ev yek bi hêsanî nebûye. di bingeha her gotin, her rêxistinî, her sazî, her hişmendî, her nêzîkatî û nirxên me yên bi navê Kurd û Kurdistanê ked, fedakarî û xwîna şehîdan heye. Eger gelê Kurdistanê îro hebûna xwe misoger kiriye ku înkara wê êdî nabe, eger ber bi azadiyê ve dimeşe, eger dikare navê Kurd û Kurdistanê bi serbilindî bîne ziman, bi saya artêşa şehîdên nemir karîbûye vê yekê bike.

Ya ku dozekê dike doza rasteqîn û wê ber bi serketinê ve dibe, şehîdên ku di oxira wê de canê xwe bi fedaîtî feda kirine. Gelê ku ewladên wê ji bo gele xwe canê xwe feda dikin nebe, nikare azadiyê bi dest bixe. Ev rastî berê jî bi vî rengî bû, niha jî bi heman rengî ye. Eger gelê Kurdistanê îro bi gavên ji xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşe, ev yek teqez bi saya şehîdên me ne ku ji bo vî gelî canê xwe feda kirine. Ev rastî rastiyeke wisa ye ku di şexsê milîtanên pêşeng de şênber bûye. Lehengên ku di oxira nirxên xwe yên cewherî de canê xwe feda kirine, ji bo gelê Kurdistanê rastiyeke misoger e. Gelê me geleke ku her tim dilsozê şehîdan bûye û ji bo wan canê xwe jî feda kiriye. Lewma rastiya şehadetan a îro ya li Kurdistanê, doza azadiyê, biryardariya li ser doza azadiyê û wêrekiyê dide me.

Artêşa Şehîdên Nemir a PKK'ê, di têkoşîna me ya azadiyê de ku bênavber dewam dike, her roj mezintir dibe, her şehadet, her destana lehengiyê û sekna fedaî ya Apoyî me dibe serketinê. Di Meha Şehîdan a 46'emîn de di serî de li Zap û Avaşînê, li her devera Kurdistanê hevrêyên me bi lehengî li ber xwe didin, bi sekn û şerê xwe xeta şehîdan bi şarezayî temsîl dikin, bi lehengî ber bi şehadetê ve dimeşin. Heta ku gelê Kurdistanê xwedî ewladên fedaî yên bi vî rengî be ku bêtirs şer dikin, bi wêrekiyeke mezin têdikoşin, ev doza azadiyê wê ti carî têk neçe, wê teqez bi ser bikeve.

Weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku bi pêşengiya Partiya Şehîdan PKK'ê şer dikin, em ê her tim li ser xeta şehîdan bin, biryardariya xwe nîşan didin ku meşa xwe ya Rêbertiya azad, Kurdistana azad her roj mezintir bikin, xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin, bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku ji jiyana hêjayî bîranîna wan ti carî tawîzê nedin û şer bikin.

 

16 ê Gulan a 2022

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel