HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Me di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Gulana 2021’an de diyar kiribû ku hêzên me di 9’ê Gulana 2021’an de li Girê Şehîd Çiya xwe bera nav hêzên dagirker dane, di vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin.

Di vê çalakiyê de hevrêyên me Çekdar Ronahî û Kurtay Agît ên ku bi tarzeke fedaî çûbûn ser dagirkeran, piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûn.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Çekdar Ronahî

Nav Paşnav: Muhammed Ocaklik

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Dayik – Bav: Gulseren – Necat

Dem û Cihê Şehadetê: 9’ê Gulana 2021 / Metînaa

Çekdar – Muhammed Ocaklık

Nasnav: Kurtay Agît

Nav Paşnav: Muhammed Kiliç

Cihê Jidayîkbûnê: Colemêrg

Dayik – Bav: Sakîne – Haydar

Dem û Cihê Şehadetê: 9’ê Gulana 2021 / Metîna

Kurtay – Muhammed Kılıç

Hevrê Çekdar ê ku li Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye, bi çanda welatparêz û berxwedêr di temenekî ciwan de li dijî zilm û pêkutiya dewleta Tirk a qirker derketiye, ji bo têkoşîna li dijî vê feraseta qirker ketiye nav lêgerînan. Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina li ser gelê Kurd wî ji dil biryar daye ku têkoşîna teqez bi berxwedana gerîla dikare pêk were û di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Çekdar her dem di nav guherîn û veguherînekê de bû û bi saya perwerdehiya ku dîtiye bûye yek ji gerîlayê Modernîteya Demokratîk a profesyonel. Bi girêdana Rêber Apo û şehîdan û bi îradeya Apoyî ya xurt li eniyên berxwedanê cih girtiye û bûye sembola berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker. Li hemberî tevgera qirkirin û dagirkeriyê wî qehremantiyeke mezin nîşan daye û ji bo rêhevalên xwe bûye îlham.

Hevrê Kûrtay ê ku li Geverê ji dayik bûye, bi berxwedêriya mezin a gelê Geverê mezin bûye, li hemberî siyaseta qirkirinê di temenekî ciwan de tevlî nav berxwedanê bûye. Li hemberî polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirk wî kevneşopî û çanda serhildanê ya Geverê di kesayetiya xwe de şênber kiriye. Hevrê Kûrtay li hemberî qirkirina li ser gelê Kurd bêdeng nemaye, di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di nava demeke kurt de ew bi çiyayan re bûye yek. Demeke dirêj li qada Metînayê di nav pratîk de têkoşiyaye û di gelek çalakiyan de yên ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin wî pêşengtî kiriye. Hevrê Kûrtay bi ruhê fedaî û cesareta Apoyî di Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de bûye yek ji fermandarê mînak.

2. Me di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Gulana 2021’an de diyar kiribû ku di 9’ê Gulanê de li qada Meyrokê ya Garê bomberdûmanek hatiye kirin û di vê bomberdûmanê de hevrêyê me Çiya Heftanîn şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Çiya Heftanîn

Nav Paşnav: Veyso Îsa

Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê

Dayik – Bav: Fatma – Adnan

Dem û Cihê Şehadetê: 9’ê Gulana 2021 / Garê

Çiya – Veyso İsa

Hevrê Çiya li Kobanê ya ku yek ji keleha berxwedanê ya Kurdistanê ye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Şoreşa Rojava ya bi felsefe û keda mezin a Rêber Apo dest pê kiriye, bandoreke mezin li wî kiriye û bi awayekî çalak tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Hevrê Çiya di xebatan de heqîqeta Rêber Apo nas kiriye û ji bo ku îdeolojiya Apoyî baş nas bike, ketiye nav lêgerînê. Hevrê Çiya fêm kiriye ku bersiva herî xurt a ji bo van lêgerînan çiyayên Kurdistanê ye û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Çiya çiyayên Kurdistanê wekî warên azadiyê dîtiye, di warê îdeolojîk û leşkerî de ji bo ku xwe baş perwerde bike û bibe gerîlayekî profesyonel gelekî ked daye. Dema ku faşîzma DAÎŞ’ê pêk hatiye, ew di nav yekîneyên gerîlayan de cih girt û çû hawara civaka Êzidî. Wî li Şengalê jî peywira xwe ya şoreşgerî baş bi cih aniye. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Heftanînê kiriye, wî bêyî fikar berê xwe daye Heftanînê û li dijî dagirkeriyê şer kiriye. Herî dawîn jî li qada Garê xebatên xwe yên şoreşgerî dimeşand û li vê qadê di bomberdûmanê de şehîd bû.

3. Di 21’ê Gulana 2021’an de saet di 17.00’an de hevrêya me Asmîn Vîndar a ku li Metînayê li ser peywira xwe bû, di bomberdûmanê de şehîd bû.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav: Asmîn Vîndar

Nav Paşnav: Mîhrîban Sertkaya

Cihê Jidayîkbûnê: Mêrdîn

Dayik – Bav: Vehbiye – Îsmaîl

Dem û Cihê Şehadetê: 21’ê Gulana 2021 / Metîna

Asmîn – Mihriban Sertkaya

Hevrê Asmîn li Mêrdînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrê Asmîn di temenekî ciwan de li dijî feraseta dewleta Tirk a dagirker nijadperest û tecawizkar ketiye nav lêgerînan. Wê îdeolojiya Rêber Apo nas kiriye û ji bo ku meşa xwe ya azadiyê li çiyayên Kurdistanê bidomîne, di sala 2009’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Bi îlhama ku ji felsefeya Apoyî stendiye, wê geşbûan di Îdeolojiya Rizgariya Jinê û afirandin ji xwe re kiriye esas. Hevrê Asmîn bi kesayetiya xwe ya mutevazî û kedkar bêyî ku têkeve fikaran berê xwe daye qadên şerên gur. Li Metîna, Qendîl, Zap û Zagrosê têkoşiyaye û wekî fermandareke YJA Starê ya xurt peywirên girîng stendiye. Li hemberî tevgera dagirker a ku di sala 2019’an de li ser herêma Heftanînê hatibû destpêkirin, ew tevlî Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê bûye û pêşengtî ji gelek çalakiyên li dijî dagirkeran kiriye. Hevrê Asmîn li hemberî rejîma faşîst û qetlîamker tu carî dev ji têkoşînê bernedaye û di Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de jî di asta fermandariyê de cih girtiye. Wê li gelek qadan gelek peywir stendiye û hemû berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih aniye. Hevrê Asmîn bi kesayetiya xwe ya milîtaniya fedaî ya Apoyî wê wekî hevrêyeke ku xeta fermandariya YJA Starê û helwesta jinên Kurd ên azad temsîl dike, wê her dem di têkoşîna me de cih bigire.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Çekdar, Kûrtay, Çiya û Asmîn di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şoreşê ya ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kiriye jî bigihînin serfiraziyê.

27’ê Gulana 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê