HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Artêşa Tirk a dagirker 4'ê Kanûna 2020'î li qada Şêx Cûma ya Bedlisê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de

roja 11'ê Çileya 2021'ê di navbera komek ji hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî. Şer û bombardûmanê heta nîvê şevê dewam kir. Di şer de gelek dagirker hatin cezakirin. Hevrêyên me Poyraz, Azad û Nûman ên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Vê operasyonê heta 24'ê Nîsana 2021'ê dewam kir û paş ve vekişiya.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

 

Nasnav: Poyraz Bûlanik
Nav Paşnav: Kûrban Pehlîvan
Cihê Jidayîkbûnê: Muş
Dayik – Bav: Şehrînaz – Selahattîn
Dem û Cihê Şehadetê: 11’ê Çileya 2021 / Xerzan

Poyraz – Kûrban Pehlîvan

 

Nasnav: Azad Şoreş
Nav Paşnav: Ridvan Eryilmaz
Cihê Jidayîkbûnê: Bedlîs
Dayik – Bav: Gulseren – Demîrhan
Dem û Cihê Şehadetê: 11’ê Çileya 2021 / Xerzan

Azad – Ridvan Eryilmaz

 

Nasnav: Nûman Dorşîn Xinis
Nav Paşnav: Mîrkan Yalavûz
Cihê Jidayîkbûnê: Erzirom
Dayik – Bav: Azîme – Halît
Dem û Cihê Şehadetê: 11’ê Çileya 2021 / Xerzan

Nûman – Mîrkan Yalavûz

Partiya me PKK li ser mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên pîroz ava bû û mezin bû. Her şehadet ji bo têkoşîna me bû hinceta gavekê ku bi pêş ve bê avêtin. Ev kevneşopiya ku bi şehadeta hevrêyê me Hakî Karer dest pê kir heta vê demê hatiye. Partiya me PKK ku bi pêşengiya şehîdan dimeşe, weke Partiya Şehîdan bûye navê meşa serketinê.

Hevrêyên me Poyraz, Azad û Nûman ên li Garzanê şehîd bûn, bi berxwedana xwe bûn nûnerê kevneşopiya milîtaniyê û heta fîşeka dawî bersiva pêwîst dan artêşa Tirk a faşîst û mêtinger.

Hevrêyê me Poyraz sala 1992'an li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû, ku ev navçe li gel zext û zordariya dewleta Tirk a mêtinger di nava her şert û mercî de piştgiriyê dide Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevlîbûneke xurt li vê têkoşînê dike. Hevrêyê me Poyraz li nava malbateke welatparêz mezin bû û ji bo bi awayekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe timî kete nava hewldnan. Biryardariya wî ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla, kir ku ew xwe bigihîne çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me Poyraz ji roja ku tevlî bû û pê ve bi sekna xwe ya li nava dîsîplîna pergala leşkerî, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û hevrêyên xwe ra bal kişand. Hevrêyê me Poyraz timî fermandarê nemir hevrê Agît ji xwe re kir mîna û ji bo xwe bigihîne xeta Agît timî hewl da. Di demeke kurt de bû fermandar û li qadên ku lê ma bi pêşengiyê tevlî nava kar bû. Ji Zagrosan heta Garzanê li gelek herêman şopa xwe çêbû û bi biryardariya xwe ya mezin û keda xwe ya bêhmpa timî pêşengî ji berxwedana mezinkirina têkoşînê re kir. Hevrêyê me Poyraz ku bi kesayetiya xwe ya serhildê dihate naskirin, li her cihê ku lê ma ji bo hevrêyên xwe timî bû çavkaniya moralê. Heft salan bênavber li Garzanê pratîk kir, derbên giran li dagirkeran da û bi rêbaza xwe ya dewlemend di gerîlatiya profesyonel de bû fermandarekî fedayî yê Apoyî. Hevrêyê Poyraz bi sekna xwe ya fedayî û keda xwe ya bêhempa wê her tim weke lehengekî pêşeng ê Garzanê bê bîranîn û bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji têkoşîna me re.

Hevrêyê me Azad di sala 1994'an de li Bedlisê j dayik bû, di nava kevneşopiya berxwedêr a Garzanê de mezin bû. Hevrêyê me Azad ku hovîtiya dewleta Tirk a mêtinger a li gelê me dît, di temenekî zû de rastiya dijmin nas kir û li dijî êrişên înkar û tunekirinê yên dijmin rêya serketinê di berxwedana gerîla de dît û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve li Garzanê ma û tevlî pratîka xurt a serketinê ya gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê rêzdariyê. Li dijî mêtingerî û dagirkeriyê bi hêrseke mezin û daxwaza têkoşînê her tim li refên herî pêş ên şer cih girt.

Hevrêyê me Nûman sala 1994'an li Êlihê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Li dijî polîtîkayên bêîradekirin û bênasnamekirina ciwanên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger û qirker ve hate meşandin, hevrêyê me Nûman bi tevlîbûna li nava refên gerîla bersiv da dagirkeran. Hevrêyê me bi têihiştina ku ciwanên Kurd bêalternatîf nîne, agirê azadiyê yê Rêber Apo gelê me ronî dike û wê gelê me bigihîne jiyana azad, bi têkoşîn û daxwaza têkoşînê her li pêş bû. Di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û bi pratîka gerîla cihê xwe di nava çalakiyan de girt ku derbên giran li dagirkeran xist.

Hevrêyên me li Garzanê destanên lehengiyê nivîsandin û di nava şert û mercên herî giran de milîtaniya fedayîtî ya Apoyî temsîl kirin. Ala berxwedanê ya van hevrêyên me yên leheng ku cihê xwe di dilê gelê Kurd de girtin wê li erdê nemîne û teqez bi ser bê xistin.

2. 14'ê Nîsana 2021'ê li qada Şehîd Kendal a Amedê, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir. Hêzên me ku ev operasyon şopand, derbên giran li yekîneyeke dagirker xistin. Li vir şerekî giran dest pê kir û 40 deqeyan dewam kir. Di vî şerî de derbên mezin li hêzên dijmin ên dagirker hate xistin. Artêşa Tirk ragihand ku di vî şerî de dagirkerek hatiye cezakirin, 4 jî birîndar bûne. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin gelekî zêdetire. Hevrêyê me Mahîr bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Dara Bagok jî bi birîndarî dîl ket destê dijmin. Ev operasyon 17'ê Nîsanê bi vekişînê bi dawî bû.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

 

Nasnav: Mahîr Farqîn
Nav Paşnav: Oner Kirmaz
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Dayik – Bav: Fatma – Enver
Dem û Cihê Şehadetê: 14’ê Nîsana 2021 / Amed

Mahîr – Oner Kirmaz

Hevrêyê me Mahîr li keleha serhildan û berxwedanê li paytexta me Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Mahîr ku taybetmendiya berxwedêriyê ya Amedê d kesayeitya wî de ava bû, ji ciwantiya xwe ve tevlî nava karên şoreşê bû. Hevrêyê me Mahîr welatparêziya ji malbata xwe, çanda Kurd, çand û exlaqa Apoyî di kesayetiya xwe de gihand hev û dibistanên dewleta Tirk a qirker ku asîmîlasyonê li ciwanên Kurd ferz dike, terikand û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mahîr polîtîkayên zext û zilmê yên dewleta Tirk a li ser gelê me ti carî qebûl nekir û bi hêrseke mezin ev taybetmendiya xwe di nava têkoşînê de nîşan da. Timî li ser wê mijarê kûr bû ku çawa dikare tolê ji dijmin hilîne, çawa dikare dawî li dagirkeriya dijmin a li Kurdistanê bîne. Hewl da bibe hêza çareseriyê. Di pêvajoya sala 2014'an de ku yek ji demên herî giran ên têkoşîna me ya azadiyê bû, tevlî nava refên gerîla bû û bi germahiya têkoşînê di demeke kurt de bû fermandarekî gerîla yê şareza. Salên dawî ji bo xwe bigihîne gerîlatiya modern gelekî hewl da, ked da.

Hevrêyê me Mahîr bi baweriya ku tenê bi tîmên gerîlayên profesyonel derbên mezin dikare li dewleta Tirk a mêtinger bê xistin, bi vî rengî dijmin dikare bê têkbirin, ji bo vê baweriya xwe bi cih bîne, bi daxwazeke mezin pêşniyar kir ku tevlî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bibe. Piştî ku pêşniyara wî hate qebûlkirin bi coş û kelecaneke mezin weke şervanekî azadiyê li warê ji dayik bû li Amedê vegeriya. Bi heman coş û kelecanê tevlî karên pratîkî bû û di afirandina nirxên mezin û pêkanîna çalkaiyan de di asta pêşengiyê de bi rola xwe rabû.

Herî dawî li qada Şehîd Kendal di operasyonê de derbên mezin li dagirkeran xist. Hevrêyê me Mahîr bi lehengiyeke mezin heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dagirkeran şer kir û têkneçûna milîtaniya Apoyî careke din ispat kir.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Poyraz, Azad, Nûman û Mahîr, em sersaxiyê ji gelê Kuridstanê yê welatparêz re dixwazin û carek din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

16’ê Gulana 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê