HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Me di daxuyanîya xwe ya 4’ê Gulanê de ragihandibû ku di encama bomberdûmana operasyona artêşa Tirk a 30’ê Nîsanê de ya li devera Cûdî ya Şirnexê destpêkirî de hevrêyên me Ekîn Hediye Telhayî (Ekîn Çildiran), Elîf Baran (Jînda Jîn) û Şîrvan Dere (Roza Eylem) şehîd bûne.

 Nasnameyên şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Ekîn Çaldiran

Nav û Paşnav: Hediye Telhayî

Cihê Jidayikbûnê: Xoy

Navê Dayikê-Bav: Halîme - Nesîm

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cûdî/30’ê Nisana 2019

Ekin – Hediye Telhayi

Nasnav: Jînda Jîn

Nav û Paşnav: Elîf Baran

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê-Bav: Ayşe - Hasan

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cûdî/30’ê Nisana 2019

Jinda – Elif Baran

Nasnav: Roza Eylem

Nav û Paşnav: Şîrvan Dere

Cihê Jidayikbûnê:Colemêrg

Navê Dayikê-Bav: Şukriye - Tahir

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cûdî/30’ê Nisana 2019

Roza – Şirvan Dere

Hevrêya  me Ekîn Çaldiran li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Hevrê Ekîn ku di nav çand û nirxên kûr de mezin bûyî, hê bi ciwantî polîtîkaya asîmîlasyonê û zextê ya li ser gelê Kurd dibîne.  Li dijî polîtîkayên dijî mirovî yên li ser gelê Kurd hevrêya me Ekîn ketiye pey lêgerîna heqîqetê û Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye. Hevê Ekîn ku 2010'an tevlî nav refên azadiyê dibe ji roja tevlêbûnê ve, hebû hebûna xwe dide têkoşîna azadiya gelê Kurd. Bi helwesta xwe ya fedekar, kedkar û paqij a di nav jiyanê de ji hevalên ciwan re  bûye hêzeke mezin. Heta wê kêliya şehîd bûyî jî, ji bo azadiya Kurdistanê xwe nedaye paş û bûye yek ji karekterê milîtanê fedayî.

Hevrêya me Jînda Jîn 1994'an li Silopya ya Şirnexê di nav malbateke welatparêz de jidayik bûye. Hevrê Jînda ku li ser nava Botanê, ya ku gelek mêr û jinên dilêr ji xwe derxistî, mezin bûyî, bi hîsên welatparêziyê yê herêmê mezin bûye û têkoşîna azadiyê nas kiriye. Hevrê Jîndar ku azadiya gelê Kurd di têkoşîna aktîf a dijî dijmin de dîtî, 2011'an tevlî nav refên gerîla bûye. Ji bo ku xaka ku lê çêbûye û mezin bûye ji dagirkeriya dijmin rizgar bike, hevrê Jînda meşa di rêya birûmet de daye ber xwe, bi îdeolojiya Rêbertiyê bi xwe perwerdekirinê, xwe kiriye milîtaneke mînak. Hevrê Jînda ku di nav tevgerê de hemû peywirên xwe bi serkeftineke mezin bi cih anî, bi şêwazeke milîtaniya fedayî li dijî dijmin di nav şer de bû. Hevrê Jînda ku bi rasteqîniya şehîdan re xwe kirî yek, li xaka ku lê jidayik bûye rê nedaye dagikeran û bûye fedayî.

Hevrêya me Roza Eylem ku li Colemêrê li nav derdoreke welatparêz jidayik bûyî zexta dewleta Tirk a li ser Kurdan ji nêz ve dîtiye, hevrê Roza ku li dijî vê hişmendiya faşîst ku bi xedarî êrîşê tîne ser Kurdan biryara tevlêbûna aktîf dide û 2010'an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, nav refên gerîla. Hevrê Roza ku ji roja tevlî nav gerîla dibe pratîk e, peywirên ku ji bo azadiya gelê Kurd dayî ser xwe bi çand û exlaqê şoreşger nêzîktêdayîn lê kiriye. Hevrê Roza ku bi dilpakî, ken û jidiliya xwe ji hevrêyên xwe re bûyî mînak, bûye milîtîna mînak a demê. Li Botanê ku ji bo ku yekîneyên dijmin jê hilqetîne bi şerkirine fedayî şehîd dibe.

31’ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevala me Serpîl Tunç (Arjîn Amara Şemse) ji ber nexweşiyekê şehîd bû.

Nasnameta hevalê me wiha ye:

Nasnav: Arjîn Amara Şemse

Nav û Paşnav: Serpîl Tunç

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayikê-Bav: Tenzîle – Necmettîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herêmên Parastinê yên Medyayê/31’ê Gulana 2019

Arjin – Serpil Tunç

Hevrêya me Arjîn 1985'an li Sêrtê li derdoreke welatparêz jidayik bûye. Hevrê Arjîn ku bi tecrûbeya derdora welatparêz, bi zanîn û çand û îdeolojîk xwe gihandiye, li dijî polîtîkayên zextê, asîmîlasyonê û tinekirinê 2010'an tevlî nav gerîla dibe. Hevrê Arjîn ku piştî tevlî nav gerîla dibe bi keddariya xwe di demeke kurt de gihiştî, her demê li ser felsefeya jiyana azad a  Rêber Apo xwe perwerde kiriye. Hevrê Arjîn ku li ser Xeta Jina Azad bi peywirên girîng rabûyî, li Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî dijmin bi aktîfî têkoşiyaye. Heta kêlîka şehîdbûnê jî hevrê Arjîn ku bi dirûşma ''Rêbertiya Azad- Kurdistana Azad'' jiyayî, her dem bûye xwedî helwesteke fedayî.

Di şexsê hevrêyên Ekîn Çaldiran, Jînda Jîn, Roza Eylam, Arjîn, Amara Şemsê de, ku bi jiyana xwe, bi helwesta xwe û bi baweriya bi serfiraziya doza azadiya Kurd ji bo me hemûyan bûne mînak, em sersaxiyê didine malbatên wan ên hêja, gelê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin ku şerê azadiyê ku şehîdên me gav bi gav kirin, bi serfiraziyê tacîdar bikin û bîranînên wan bidin jiyîn.

8’ê Hezîranê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê