HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hevrêya me Afrîn Têkoşîn ku di 28'ê Cotmeha 2018'ê de li herêma Xakurkê şehîd bû, di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bûye wiha ye:

 

Nasnav: Afrîn Têkoşîn
Nav Paşnav: Cîhan Aykal
Cihê Jidayîkbûnê: Mêrdîn
Dayik – Bav: Hediye – Huseyîn
Dem û Cihê Şehadetê: 28’ê Cotmeha 2018’an / Xakurkê

Afrîn – Cîhan Aykal

Hevrêya me Afrîn li Mêrdînê ji dayik bû ku ev herêm yek ji wan bajarên me yên welatparêz e ku pêşengî ji afirandina kevneşopiya serhildanê re kiriye. Ji ber polîtîkaya dewleta Tirk a mêtinger a koçberkirinê ku bi armanca bêkurdhiştina xaka Kurdistanê dimeşand, tevî malbata xwe neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Li gel siyaseta înkar û tunekirinê ya qirêj a dagirkeran, hişmendiya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî parast û dewam kir. Weke jineke Kurd a ciwan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê tercîha xwe li aliyê berxwedan û azadiyê danî. Ji bo bersivê bide her cûre êrişên li ser gelê me di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêya me ku têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve dişopand û rastiya sîstemê zû nas kir, ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve zû bi pêş ket. Di xeta PKK û PAJK'ê de şareza bû û di vê çarçoveyê de timî kûr bû. Hevrêya me Afrîn ku li qada leşkerî zû bi pêş ve çû, weke fermandareke ciwan a YJA Starê li her qada ku dixebitî bi erka pêşengiyê rabû. Nirxên civakî Kurdistanî yên ji malbata xwe ya hêja wergirtî bi ruhê Apoyî re kir yek û bû milîtaneke hêja ya têkoşîna me ya azadiyê. Hevrêya me bi kesayetiya xwe ya kedkar timî li pêş bû, her tim pêşketin danî ber xwe û tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir, xwe ji pêşketina hevrêyên xwe re berpirsyar dît û bi vî rengî bi xurtî tevlî bû. Hevrêya me Afrîn bû yek ji nûnerên bijarte yên nasnameya jin a azad a ku bi felsefeya jiyanê ya Apoyî xwe ji nû ve afirandiye. Wê her tim di dil û têkoşîna hevrêyên xwe de be.

2. Di operasyona artêşa Tirk a dagirker de ya 16'ê Hezîrana 2019'an a li Newala Cehenemê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê 5 hevrêyên me şehîd bûbûn ku me agahiyên li ser nasnameya wan beriya niha eşkere kiribû. Ewladên leheng û hêja yên xelkê me yê Kerboranê welatparêzên mezin Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên bi hevrêyên me re bûn, şehîd bû.

Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy tenê berdêla Kurdbûna bi rûmet dan. Herduyan serî li ber zext û zordariya dewleta Tirk netewandibûn. Piştre bi rengekî neheq dewleta Tirk biryara girtina wan dabû. Lê belê ji bo nekevin zindanên dewleta Tirk, ji bo ji sînorên dewleta Tirkiyeyê yên ku edalet lê nîne derkevin xwe gihandibûn hêzên me yên gerîla. Dema ku hevrêyên me hewl dan ewlehiya wan misoger bikin û biparêzin di 16'ê Hezîrana 2019'an de li Geliyê Cehenemê yê herêma Gabarê operasyoneke dewleta Tirk a dagirker dest pê kir û şerekî giran qewimî. Hevrêyên me ji bo herdu welatparêzên me yên hêja biparêzin gelekî hewl dan, lê belê di encama bombardûmana giran a artêşa Tirk a faşîst de hem 5 hevrêyên me, hem jî welatparêz Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên bêçek û sivîl şehîd bûn.

Dewleta Tirk bi rengekî eşkere sûc kiriye ku mafê jiyanê neda van mirovên sivîl û bê guneh, tenê ji ber ku di Kurdbûna xwe de israr kirin, hewl da wan bixe zindanê, dema ku nekarî vê bike bi xwînxwarî qetil kirin. Bi rêya medya şerê taybet şehadeta herdu mirovên sivîl weke şehadeta gerîla li çapemeniyê belav kir. Ji ber şert û mercan rastiya bûyerê bi derengî misoger bû.

Herdu şehîdên me yên hêja ji gundê Werzikê yê Kerboranê bûn. Em sersaxiyê ji malbatên wan, xelkê me yê Kerboranê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna ji bo nasnameya Kurdistanê û jiyana azad a bi nirxên xwe yên cewherî bi ser bixînin.

28’ê Cotmeha 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê