Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em ewladên xwe yên herî bi nirx, bijare û fedayî yên gelê Kurdistanê rêya çiyayên Kurdistanê girtin, têkoşînek bê eman kirin û li ser xeta lehengiyê şer kirin, 3’yê Cotmeha 2015’an di bomberdûmana li qada Binbir a herêma Cîloyê de şehîd bûne, di salvegera şehîdbûna wan de bi rêzdarî û minet bibîr tînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştin şehadetê wiha ne:
Nasnav: Jîn Amara |
Jîn – Hasret Moraner
Nasnav: Şervan Gabar |
Şervan – Adem Olmez
Nasnav: Tîrêj Roj |
Tîrêj – Nûrûllah Asan
Hevrêya me Jîn li navçeya Ebex a Wanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Di nava hestên kûr ên welatparêziya gelê Serhedê de mezin bûye, bi heskirina welat û gel hatiye mezinkirin. Weke jineke ciwan a Kurd, her çendî di nava sîtemê de xwendibe jî, ketiye nava lêgerînên welê ku gihiştiye wê yekê ku mekanên rast ên azadiyê çiyane. Li ser vî bingehî xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê, tevlî refên gerîla bûye. Tevlî gerîla bûye, bûye şahidê jiyana PKK’ê, ji pîvanên hevrêtiyê ya dîtî, ji pîvanên jiyana azad bandor bûye. Bûye heyaranê girêdanbûna hevrêtiyê, li ser vî bingehî bûye milîtaneke PKK’yî yê baş. Ji rêxistina azadiya jina Kurd a azad a li çiyayên Kurdistanê bi dest xistiye bandor bûye, bi qedirdayîna jinê venêrîna wê ya ji bo jiyanê hatiye gûherîn. Hevrêya Jîn jî weke jineke Kurd, li ser bingehê Îdeolojiya Rizgariya Jinê xwe ji nû ve afirandiye, ketiye nava hewldanên azadiyê. Ji derveyî jiyana azad û azadiyê ne bûye xwedî ti xwestekên cuda, li çiyayên Kurdistanê bi fedayî tevlî pratîkê bûye, bûye xwedî jiyaneke bê dudilî. Dema li ser erka xwe bû li Qada Binbir di encama bomberdûmanekê de li gel hevrêyên xwe şehîd bûye.
Hevrêyê me Şervan Gabar jî li Êlihê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrê Şervan ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hê ji temenê biçûk ve dinase, dema mezin dibe, bi xeyalê tevlîbûna nava refê gerîla dijî. Hevrê Şervan ê bi van hestan mezin dibe, zêde ji sîstma TC a asîmlasyon û modernîteya kapitalîst bandor nebûye, dema digihêje temeneke kamil tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrê Şervan ê zû bi çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîla re dibe yek, li ser bingehê îdeolojiya Apogeriyê, xweperwerdekirinê esas digire. Hevrê Şervan ê li ser bingehê perwerdehiya Apoyî, bi lez tê guherîn û veguherîn, xwe ji bo erkên demê amade dike. Bi hêrsa tolhildanê ya ji zilm û zoardariya rejîma TC a qirker a li ser gelê Kurd, tevlî xebatên pratîkê bûye, ketiye nava israra ku li eniyên şer cih bigire. Hevrê Şervan ê bi israr û biryardariyê bû xwedî pratîkeke serketî, li Qada Binbir di encama bomberdûmanekê de şehîd dibe.
Hevrêyê me Tîrêj Roj jî li Hezex a yek ji navnedên welatparêzî û berxwedanê ya Kurdistanê ye hatiye dinê Li nava jîngehek a welatparêzî û atmosfereke avakirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û koka welatparêziyê mezin dibe. Ji Şoreşa Azadiya Rojava moralek mezin digire û biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Hevrê Tîrêj ê weke gerîlayeke li çiyayên Kurdistanê gav diavêje, ji jiyana PKK’ê, têkiliyên hevrêtî, pîvan û exlaqê dîtî pir bandor dibe. Cudahiya navbera pîvanên jiyana azad a PKK’ê û pîvanên modernîteya Kapitalîst pir kûr dibîne, ketiye zanabûna azadiyê. Hevrê Tîrêj li ser vî esasî xwe li ser felsefeya Apoyî kûr kiriye, xwe perwerde kiriye, xwe, dîrok û gelê xwe naskiriye. Her ku nas kiriye, hatiye girêdan û ketiye pratîkê. Ji dewleta Tirk a tu mafê jiyanê ya gelê Kurd nas nake, dixwaze tine bike, bi hêrs dibe, li ser vî bingehî, biryara tevlîbûna pêngava şoreşgerî dide. Li ser bingehê Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Reşîd dema li ser erka xwe bû li Qada Binbir di bomberdûmanekê de şehîd bibe.
Di serî de ji malbatên hevrêyên xwe Jîn, Şervan û Tîrêj hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, soz didin ku em ê girêdayî bîranînên şehîdan bin û li ser xeta wan têkoşînê bikin ku heta bigihêjin serketinê.
2’yê Cotmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê