Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di daxuyaniya xwe ya 9'ê Tbaxê de me ragihandibûn ku li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê di operasyona li qada gundê Banê de 3 hevalên me şehîd bûne.
Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Botan Cûdî Nav paşnav: Vedat Goktaş Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Resmiye-Nûrî Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tîrmeha 2020'an / Gabar |
Botan – Vedat Göktaş
Nasnav: Brûsk Reşît Nav paşnav: Seyîthan Acay Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Rûkiye-Selahattîn Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tîrmeha 2020'an / Gabar |
Brusk – Seyithan Acay
Nasnav: Rohat Kobanê Nav paşnav: Mûhammed Cûma Cihê jidayikbûnê: Kobanê Dayik-Bav: Safiye-Remo Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tîrmeha 2020'an / Gabar |
Rohat – Muhammed
Erdnîgariya me Kurdistan ji ber dewlemendiyên xwe yên xwezayî û girîngiya xwe ya di dîrokê de her tim bûye qadek ku sîstema dagirker û mêtingeriyê xwestiye lê serwer be. Gelê Kurd jî bi girêdana xwe ya bi dîrokê û avaniya xwe ya civakî her tim li ber sîstema mêtinger û dagirker rabûye û hebûna xwe ya civakî parastiye. Lê belê bi pêşketina sîstema kapîtalîst û li nava sîstema nû ya cîhanê, gelê Kurd ji mafên xwe yên xwezayî hemûyan bêpar hate hiştin û xwestin ku gelê herî qedîm ê Mezopotamyayê bi her awayî ji holê rakin. Hêzên noker ên ku tênegihiştine ku di sîstema dagirkerî û mêtingeriyê de cih nedane gelê Kurd û bixwazin bi temamî ji holê rakin, li gel dagirkeran cih girtine û bi vî rengî qirkirin li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin. Pêngava Rêber Apo û têkoşîna çaryeka sedsalekê ya PKK'ê veguherî tevgereke hebûnê û jiyana nû. Di vê oxirê de berdêlên giran hatin dayin û di vê serdemê de ji bo gelê Kurd û gelên bindest ên cîhanê veguherî tevgera hêviyê. Bêguman pêşengên vê tevgera vejînê li gel zor, zehmetî û bêderfetiyan bi bawerî û îradeyeke mezin têkoşîn mezin kirin. Hevrêyên me Brûsk, Botan û Rohat jî bi baweriyeke mezin, bi ruhê fedayî yê Apoyî di nava her şert û merî de berxwedan mezin kirin, ji hevrêyên xwe re fermana serketinê hiştin.
Hevrêyên me Brûsk, Botan û Rohat her yek ji wan ji herêmeke cuda ya Kurdistanê bûn, bi hestên welatparêziyê mezin bûn. Haya van hevrêyên me ji rê û rêbazên dewleta Tirk a faşîst hebû ku dixwaze gelê Kurd ji hebûna wê ya civakî dûr bixîne. Têgihiştin ku bi felsefeya Rêber Apo û bi têkoşîna gerîla azadî pêkane û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla bûn. Di jiyana xwe de bûn her tim bûn xwedî sekneke fedayî û li her qadê ji bo perspektîfa gerîla ya serdema nû bi cih bînin ketin nava hewldaneke mezin.
Hevrêyên me ku li her qadê hewl dan pêwîstiyên milîtaniya Apoyî bi cih bînin, li dijî êrişên DAÎŞ'ê ku dijminê mirovahiyê ye, li Kerkûk û Mexmûrê bi berxwedan û îradeya xwe ya xurt cihê xwe di dilê gelê Kurd û gelê herêmê de girtin. Hevrêyên me Brûsk, Botan û Rohat di vê demê de ku êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne, li eniya herî pêş cih girtin û derbên mezin li dagirkeran xistin. Hevrêyên me bi berxwedana xwe, bi îradeya xwe ya ji pola sîstema mêtingerî û dagirkeriyê ya ku bi salan e li ser gelê Kurd tê ferzkirin parçe kirin û her şêwe êrişên dagirkeriyê pûç kirin. Di rêya serketinê de hevrêyên me Brûsk, Botan û Rohat bi berxwedana destanî perspektîfa têkoşînê ji me re hiştin.
Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala têkoşînê heta serketinê bi berxwedanê bidomînin.
18'ê Tebaxê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê