Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em hevrêyên xwe Bager Arbeba, Ala Kurdistan, Çiya Kurdistan, Zinar Doga, Xebat Çiya, Rêber Têkoşer, Xeyrî Tolhildan, Umîd Çiya Mahabad, Pîrdogan Agirîn, Welat Şepul û Bahoz Saqiz ên di demên cuda de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn û li cih û demên cuda şehîd bûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin.
Xaka Rojhilatê Kurdistanê di tevahiya pêvajoya dîrokî de li dijî mêtingerî, zext û polîtîkayên înkarê xeteke berxwedanê ya bi biryar şopandiye. Bajarên Mahabad, Saqiz, Bane, Pîranşar, Bokan û Serdeştê jî di vê têkoşînê de bi rola pêşengiyê rabûn û cihê xwe di nava dîroka me ya azadyiê de girtin. Ewladên welatparêz û gelê me yê vê erdnîgariyê li dijî zilmê têkoşîna azadiyê hildan ser milê xwe. Ev milîtanên fedaî yên bijarte ku sînorên mêtingeriyê û pergala heyî red kirin, li çiyayên Kurdistanê bûn pêşengên têkoşînê. Çanda berxwedanê û hişê neteweyî yê gelê Rojhilat di şexsê van fedaiyan de veguherî heqîqeta azadiyê û çalakiyê. Her yek ji wan bûn temsîla îradeya herî xurt a berxwedana li dijî mêtingeriyê. Ev fedakarî weke pûsûlayeke şaş nabe û meşaleyeke venamire ya têkoşîna azadiyê ya gelê me ye. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya gelê kKurd wê bi dewamÎ xwedÎ li şehîdên ezîz derkevin û her tim li ser şopa wan bin.
Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê yê esîl û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
|
Nasnav: Bager Arbeba Nav paşnav: Nadir Ezîzî Cihê jidayikbûnê. Bane Dayik-Bav: Şerafet-Mehmed Dem û cihê şehadetê: 19'ê Kanûna 2016 / Amed |
Bager Arbeba – Nadir Ezîzî
|
|
Nasnav: Ala Kurdistan Nav paşnav: Mohsen Ezîzî Cihê jidayikbûnê: Seqiz Dayik-Bav: Humeyra Fettahî-Mistefa Ezîzî Dem û cihê şehadetê: 12'ê Adara 2010 / Qendîl |
Ala Kurdistan – Mohsen Ezîzî
|
|
Nasnav: Çiya Kurdistan Nav paşnav. Beyazid Tabanî Cihê jidayikbûnê: Mahabad Dayik-Bav: Zerîn-Ebubekîr Dem û cihê şehadetê: 3'ê Çileya 2012 / Qendîl
|
Çiya Kurdistan – Beyazid Tabanî
|
|
Nasnav: Zinar Doga Nav paşnav: Hêmin Hesenpûr Cihê jidayikbûnê: Mahabad Dayik-Bav: Gulsum-Omer Dem û cihê şehadetê: 27'ê Nîsana 2019 / Xinêrê |
Zinar Doga – Hêmin Hesenpûr
|
|
Nasnav: Xebat Çiya Nav û Paşnav: Hadî Zerdî Cihê Jidayikbûnê: Bane Navê Dayik – Bav: Habîbe – Rahîm Cih û Dîroka Şehadetê: 2’ê Cotmeha 2018 / Avaşîn |
Xebat Çiya – Hadî Zerdî
|
|
Nasnav: Rêber Têkoşer Nav û Paşnav: Mihemed Canî Cihê Jidayikbûnê: Pîranşar Navê Dayik – Bav: Zibed-Xalit Cih û Dîroka Şehadetê: 22’ê Tîrmeha 2019 / Avaşîn |
Rêber Têkoşer – Mihemed Canî
|
|
Nasnav: Xeyrî Tolhildan Nav û Paşnav: Saman Tomanî Cihê Jidayikbûnê: Mahabad Navê Dayik – Bav: Tolemeçî - Kamûran Cih û Dîroka Şehadetê: 31'ê Gulana 2022 / Rojava
|
Xeyrî Tolhildan – Saman Tomanî
|
|
Nasnav: Umîd Çiya Mahabad Nav paşnav: Sadiq Fettahî Cihê jidayikbûnê: Mahabad Dayik-Bav: Leyla-ÎsmaÎl Dem û cihê şehadetê: 10'ê Tîrmeha 2017 / Avaşîn
|
Umîd Çiya Mahabad – Sadiq Fettahî
|
|
Nasnav: Pîrdogan Agirîn Nav paşnav: Eyup Fevzî Cihê jidayikbûnê: Bokan Dayik-Bav: Meryem-Mihemed Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2020 / Xakurkê |
Pîrdogan Agirîn – Eyup Fevzî
|
|
Nasnav: Welat Şepul Nav û Paşnav: Zekerya Resûlî Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt Navê Dayik – Bav: Îran Hesespûr Ekdem-EbubekîrCih û Dîroka Şehadetê: 29'ê Hezîrana 2024 / Qendîl
|
Welat Şepul – Zekerya Resûlî
|
|
Nasnav: Bahoz Seqiz Nav paşnav: Danyar Nurî Cihê jidayikbûnê. Seqiz Dayik-Bav: Fehîme-Mihemed Emîn Dem û cihê şehadetê: 1'ê Sibata 2018 / Qendîl |
Bahoz Seqiz – Danyar Nurî
BAGER ARBEBA
Hevrêyê me Bager Arbeba, li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke kedkar û welatparêz de ku bi kok, ziman û kevneşopiyên xwe yên bi rûmet ve girêdayî bû, hat dinê. Erdnîgariya asê ya Baneyê, ruhê berxwedanê yê çiyayan û evîna azadiyê ya ku ji dîroka gelê me diherike, di salên zarokatî û ciwaniya wî de li ruhê wî neqişî. Hevrêyê me qalibên jiyanê yên teng, înkarker û koledar ên ku sînor û netew-dewlet li ser gelê me ferz dikirin, bi destê xwe da aliyekî. Hevrê Bager dema ciwaniya xwe bi hêrseke mezin a li dijî van ferzkirinan û bi lêgerîneke kûr derbas kir. Di salên dibistanê de jî ku heta lîseyê xwend, ruhê xwe yê serhildêr, zindî û lêgerîner ê ku qet di sînorên pergalê de hilnedihat û her tim jiyan, rastiya civakî û azadî dipirsî, her dem parast. Çalakî, sivikî û performansa bilind a ku beriya tevlîbûna xwe di werzişê de nîşan dida, nîşaneya jêhatîbûn û tevgera wî ya fîzîkî bû ku paşê li ser şiverêyên asê yên çiyayan, di qadên têkoşîna dijwar û pêvajoyên herî girîng de nîşan da.
Di sala 2008’an de hê bêhtir Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me fêm kir ku cihê bersiva pirs û nakokiyên di ruhê wî de tenê li cem gerîla ye. Bêyî ku tu carî dudilî bibe, bi evîneke mezin a azadiyê di sala 2008’an de tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên pîroz ên Kurdistanê. Perwerdeya xwe ya ewil li herêma Qendîlê dît. Li wir bi dîsîplîna çiyê, nêzîkatiya hevrêyan û bi felsefeya Apoyî hê bêhtir hat girêdan. Piştî ku ev perwerdeya bingehîn bi serkeftî qedand, derbasî yek ji herêmên herî dijwar û bi îdîa, herêma Zapê bû. Li Zapê, li nav zinar û geliyên kûr tecrûbe wergirt, zimanê çiyayan hîn bû û di warê leşkerî de pispor bû.
Hevrêyê me ku xwest tecrûbeyên xwe yê leşkerî bi kûrahiya îdeolojîk û teorî re xurtir bike, di sala 2014’an de beşdarî perwerdeya pisporiya leşkerî bû. Hevrêyê me dizanibû ku tenê bi çekê nabe, divê mirov bi zanebûn û felsefeyê jî bibe xwedî hêz. Li ser vê bingehê li Akademiya Şehîd Îbrahîm perwerde dît û di felsefeya Rêber Apo de kûr bû. Piştî ku xwe di aliyê îdeolojî û leşkerî de xurt kir, xwest derbasî Bakur ku şerê lê giran bû bibe. Li her derê bi dilnizmî û sadebûna xwe hate naskirin û hezkirin. Hevrêyê me her erkê xwe bi awayekî herî baş anî cîh.
Li ser vê bingehê hevrêyê me di Gulana 2014’an de derbasî Amedê bû. Du salan li Amedê di gelek xebatên girîng de cih girt. Zehmetî, rêgezên veşartîbûnê û taktîkên gerîlatiya Bakur li wir bi jiyanê re fêr bû. Di demên ku êrîşên dijmin pir giran bûn de jî, ew tu carî bêhêvî nebû. Bi moral, coş û biryardariya xwe bû mînaka milîtanekî rast ê Apoyî. Hevrêyê me Bager di 19’ê Kanûna 2016’an de li herêma Şehîd Rojhat a Amedê, di şerê li dijî dijmin de heta dawiyê bi fedaî şer kir û gihîşt şehadetê.
Em vî ewladê bijarte û welatparêz ê Baneyê û Rojhilatê Kurdistanê bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de ji malbata wî ya welatparêz û kedkar re, em ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em hevrê Bager Arbeba û di kesayeta wî de hemû şehîdên xwe yên ezîz bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin û em soz didin ku em ê meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a şehîdên xwe bigihînin serkeftinê, bîranîna wan her û her zindî bihêlin û armancên wan bi ser bixin.
ALA KURDISTAN
Hevrêyê me Ala Kurdistan li bajarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ku yek ji navendên herî kevnar ên hişmendiya welatparêzî û çanda berxwedanê ye, çavên xwe li cîhanê vekir. Di nava malbateke resen û welatparêz de bi çanda kevnar a Kurdewarî û nirxên bilind ên civakî mezin bû. Bi hişmendiyeke neteweyî hîn di temenê xwe yê ciwan de ji Tevgera Azadiya Kurdistanê hez kir. Hevrêyê me şeş salan li dibistanên sîstemê xwend û piştre ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bike û barê jiyanê hilde ser milên xwe, li erdnîgariya dijwar a Kurdistanê kolberî kir. Hevrê Ala tu carî jiyana bindest û bêrûmet a ku sîstema dagirker li ser gelê me ferz dikir qebûl nekir, li ser jiyan, mirovahî û rastiya civakî nakokiyên kûr ên felsefî û siyasî jiyan. Her ku mezin bû, lêgerînên wî yên azadiyê kûrtir bûn; Hevrê Ala tu carî qebûl nekir ku li hemberî têkoşîna li ser xaka Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê bêdeng bimîne û berê xwe da çeperên berxwedanê.
Di sala 2009’an de ji Saqizê tevlî nava refên têkoşînê bû û bi îdiayeke mezin, biryardariyeke xurt û evîneke şoreşgerî gav avêt nava jiyana gerîla. Li herêma Qendîlê perwerdeya xwe ya ewil a gerîlatiyê dît û di vê dema kurt de bi moraleke bilind, coş û tevlîbûneke çalak zû hînê jiyana gerîla bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya îdeolojîk û leşkerî bi serkeftî qedand, ezmûna xwe ya ewil a pratîkî li çiyayên asê û biheybet ên Qendîlê girt. Bi armanca ku di her aliyê jiyana gerîla de, di rêgezên leşkerî û dîsîplîna çiyê de bibe xwedî kûrahî, di demeke kurt de pêşketineke mezin nîşan da. Bi hevaltiya xwe ya dilnizm, ji dil û dirust, di dilê hemû hevrêyên ku pê re kar dikir de cihê xwe yê taybet girt. Hevrê Ala parêznameyên Rêber Apo bi baldarî xwendin û lêhûrbûnên kur ên îdeolojîk jiyan, bi vî awayî gihîşt wê hişmendiya zelal ku divê mirov çawa nêzî rastiya şehîdan bibe. Li ser vê bingehê bi berpirsiyariyeke mezin tevgeriya ku armancên şoreşgerî û xeyalên nîvco mayî yên şehîdên me yên ezîz bigihînin serketinê.
Hevrêyê me Ala Kurdistan, dema li herêma Qendîlê erkên xwe yên milîtanî yên pêşeng û sekna xwe ya fedaî didomand, di 12’yê Adara 2010’an de li Qendîlê gihîşt şehadetê. Hevrêyê me bi jiyana xwe, dilsoziya xwe, bi ruhê xwe yê serhildêr û bi evîna xwe ya ji bo azadiyê di dîroka têkoşîna me de şopeke neyê jêbirin hişt. Mîrateya milîtantiyê ya ku hevrê Ala li pey xwe hiştiye, wê meşa me ya azadiyê teqez bi serketinê tacîdar bike. Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û welatparêz re, ji gelê serbilind ê bajarê berxwedanê Saqizê re û ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin. Em li ber bîranîna şehîdê xwe bi hurmetî bejna xwe ditewin û soza serketinê nû dikin.
ÇIYA KURDISTAN
Hevrêyê me Çiya Kurdistan, li bajarê Mahabad ê ku di dîroka Kurdistanê de xwedî mîrateyeke rûmet û berxawedanê ya bêhempa ye, yek ji navenda têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdistanê ye, ji dayîk dibe. Malbata wî, malbateke welatparêz û girêdayî xwebûn, çand û nirxên xwe yên civakî bû. Hevrêyê me Çiya yê ku li gel terbiye, exlaq û hişmendiya mezin a ji malbata xwe distîne, mezin dibe hê di zarokatiya xwe de ji bo têkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karên cuda de dixebite û hê di zarokatiya xwe de ji pîroziya kedê agahdar dibe. Tevî ku xeyal dike di eniyên herî pêş ên şerê azadiyê yê pîroz ê di pêşengiya gerîlayan de li dijî dagirkeriyê tê meşandin de cih bigire jî ji ber şert û mercên dijwar ên serdemê û hin rewşên pratîkê yên zehmet neçar dimîne ku vê biryara xwe ya mezin hinekî taloq bike. Di sala 2006’an de li Rojhilatê Kurdistanê di karê milîstiyê yê ku tîtîzî, veşartîbûn û hesasiyeteke şoreşgerî ya mezin hewce dike de bi awayekî çalak cih girt û piştgirî da doza azadiyê. Hevrêyê me yê ku di dema van xebatan de derfeta jinêzvenaskirina Tevgera me û ruhê fedayî yê Apoyî bi dest xist, xebatên milîstiyê yên girtin ser milên xwe ji xwe re kêm dît û gihîşt biryardariya mezinkirina îdîaya xwe ya şoreşgerî û tempoya tevlîbûnê.
Li gel vê îradeya xurt di sala 2009’an de ji Mahabadê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe û berê xwe dide çiyayên azad. Hevrêyê me yê ku ne biyaniyê jiyana gerîlayan bû, di nava demeke kurt de adapteyî xwezaya çiya û hiqûqa hevrêtiyê dibe. Hevrêyê me Çiya, tevlîbûneke çalak û bicoş nîşan dide. Hevrêyê me yê ku daxilî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk ên sereke yên gerîlayan dibe, di pêvajoya perwerdeyê de li gel xwesteka fêrbûnê, dîsîplîna xwe ya zêde û eleqeya xwe ya ji bo dersên leşkerî di nava demeke gelekî kurt de ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Di heman demê de xwe di warê leşkerî de tim perwerde dike û dike armanc bibe gerîlayekî profesyonel ê hesabê ji dagirkeriyê dipirse. Piştî kuperwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike derbasî qadên pratîkê dibe û tecrûbeyên xwe yên teorîk û taktîkî yê di pêvajoya perwerdeyê de fêr dibe li gel pratîka li qadê disepîne. Li gelek qadên cuda yên Kurdistanê erkên xwe yên şoreşgeriyê bi fedekarî û berpirsiyariyeke mezin bi cih tîne. Li gel kesayeta xwe ya durist, jidil, dilsozê nirxên xwe û mutewaz dikare ji hemû hevrêyên xwe re bibe milîtanekî pêşeng ê mînak. Hevrêyê me ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda dike û bêyî teredut li ser şopa şehîdan dimeşe.
Li qada Qendîlê ku herî dawiyê li wir erkê xwe yê şoreşgerî bi cih dianî, di 3’yê Çileya 2012’yan de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Çiya, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya birûmet a tu caran neyê jibîrkirin, hişt. Bîranîna hêja ya hevrêyê me Çiya yê kuji xakên kokdar ên Mahabadê şîn dibe û ji xebatên milîstiyê heya lûtkeyên serhildêr ên Qendîlê dirê dibe, di jiyana xwe ya kurt de xwebexşandineke bêhempa nîşan dide, wê di meşa me ya azadiyê û baweriya me ji bo serkeftinê de zindî bimîne.
Bi wesîleya vê şehadeta watedar, em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Çiya, gelê Mahabadê û hemû welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê meşa Rêbertiya Azad Kurdistana Azad ku mezintirîn armanca şehîdên me ye, teqez bigihînin serkeftinê.
ZINAR DOGA
Bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê ku yek ji navenda herî xurt a berxwedan û jiyana azad e, di dîroka gelê me de xwediyê cihekî girîng e. Bajarê me Mahabad ê ku bûye şopdarê meşaleya azadiyê ya ji aliyê Qazî Mihemed û hevrêyên wî ve li Qada Çarçirayê hate vêxistin, tu caran li hemberî êrîşên înkar û tunekirinê yên dagirkeran stûyê xwe netewandiye. Hevrêyê me Zinar ê ku li Mahabad a bajarê berxwedan û serhildanê ji dayîk bûye, di nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin dibe. Hevrêyê me Zinar ê ku tu caran ji nirxên xwe qut nabe û girêdayî çanda xwe ye, ji zarokatiya xwe û pê ve li gel çîrokên berxwedanê mezin dibe. Tu caran êrîşên dagirkeran ên li ser gelê me ji bîr nake. Li benda rojên ku tola xwe hilîne, dimîne û wisa mezin dibe. Hevrêyê me Zinar ê ku gelekî jêhatî ye, tevî şert û mercên ne wekhev jî li dibistanên pergalê serkeftineke mezin bi dest dixe. Lêgerîn û lêpirsînên hevrêyê me Zinar ê ku li zanîngehê beşa aboriyê dixwîne û der diçe, berdewam dikin. Hevrêyê me yê ku fêm dike ku li gel înkarkirina xwe nikare hebûna bi dest bixe, Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ji nêz ve wan dişopîne, weke hêviya rastîn a rizgariya gelê me dibîne. Hevrêyê me yê ku di serdema ku êrîşên dagirkeran zêde dibin de, digihîje wê baweriyê ku divê li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Şengal û Rojava bersiveke xurt were dayîn, tevî ku zewiciye jî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û di sala 2014’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe.
Hevrêyê me yê ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û daxilî perwerdeyên şervanên nû dibe, yekem pêngavên jiyaneke nû diavêje. Li gel perwerdeyên distîne felsefeya Rêber Apo, dîroka gelê me û têkoşîna me ji nêz ve fêr dibe. Bi moral û mereqeke mezin beşdarî hemû perwerdeyên distîne, dibe. Hevrêyê me yê ku ji bo di taktîkên gerîlayan xwe xwe gelekî êş bixe hewleke mezin nîşan dide, dibe xwediyê pêşketineke mezin. Hevrêyê me perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih tîne û piştre jî derbasî qada Qendîlê dibe û daxilî xebatên pratîkê dibe. Li gel kesayeta xwe ya kedkar û jêhatî tevî di nava refên têkoşînê de hê gelekî nû ye jî di xebatên xwe de ji hemû hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Zinar ji bo ku xwe ji bandorên neyînî ên pergalê rizgar bike, dikeve nava lêpirsînên kûr. Hevrêyê me Zinar ê ku tevlîbûn û îdîaya wî mezin e, kûrbûnên xwe zêdetir dike û tevlî nava Hêzên Taybet dibe û armanc dike ku di fedaîbûnê de kûr bibe. Hevrêyê me yê ku xwe dibexşîne têkoşîn û pêşeroja azad a gelê me, li gel felsefeya Apoyî di nava refên têkoşînê de xwe ji nû ve diafirîne. Di hemû kêliyên jiyanê de lêpirsînên xwe bê navber dike. Lêkolîn dike bê ka wê çawa bihêztir tevlî bibe û girêdayî vê yekê xwe li ser kûr dike. Lêgerînên wî, bûn wesîle ku hevrêyê me Zinar li gel xwe taybetmendiyên kesayeta gelekî bihêz biafirîne. Hevrêyê me yê ku li ser xeta milîtaniya Apoyî dimeşe, dibe xwediyê terz û tempoyeke bilind. Hevrêyê me yê ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di nava berxwedana dîrokî de cih digire, di lêxistina derbê giran ên dijmin de dibe xwediyê kedeke mezin. Hevrêyê me yê ku terz û taktîkên serdema nû yên gerîlayan ên teknîka dijmin a nikare li hemberî gerîlayan bisekine, pûç dike, di eniyên herî pêş de cih digire. Hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dagirkeran di çalakiyên ku beşdar dibe de bi awayekî xurt nîşan dide. Hevrêyê me Zinar ê ku terzê jiyana fedaî qebûl dike, bi sekna xwe ya xurt hem di nava şerî de hem jî di jiyanê de hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih tîne. Hevrêyê me Zinar ê ku parêznameyên Rêber Apo tim li ba xwe digerîne, hemû caran wan dixwîne û lêkolîn dike, tiştên fêr dibe li gel hevrêyên xweparve dike û wan dewlemend dike. Li gel moral û coşa xwe ya di nava jiyanê de li hemû deveran rêz û heza hevrêyên xwe bi dest dixe. Dibe yek ji wan hevrêyên me yên ku xakên Kurdistanê ji dagirkeran paqij dike û ji bo ku gelê me li gel îradeya xwe bibe xwediyê pêşerojeke azad bêyî teredut hemû hêza xwe dide têkoşînê. Li gel terzê jiyana xwe yê mutewazî, hevrêtiya xweya xurt û dilsoziya xwe ya mezin a ji şehîdan re bandoreke mezin li hemû hevrêyên xwe dike.
Hevrêyê me Zinar ê ku di 27’ê Nîsana 2019’an de li Xakûrkê tevlî karwanê şehîdan dibe, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku tu caran neyê jibîrkirin hişt. Di şexsê hevrêyê xwe Zinar ku fedaiyê gelê me ye de em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hemû şehîdên xwe teqez bigihînin serkeftinê. Girêdayî vê yekê em ji malbata wî ya hêja, gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
XEBAT ÇIYA
Hevrêyê me Xebat Çiya li bajarê kevnar ê Bane, ku di nav çiyayên bilind û asê yên Rojhilatê Kurdistanê de ye di nava malbateke kedkar a heft kesî de hat dinê. Malbata wî ji malbatên welatparêz ên kevnar in. Ew bi nirxên Kurdistanê, çanda xwe û rûmeta gelê Kurd ve girêdayî bû. Hevrê Xebat di nava vê malbatê û civakeke welatparêz de mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve ji Tevgera Azadiya Kurdistanê pir hez dikir. Piştî ku pênc salan di dibistanên rejîmê de xwend, tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê, dev ji ziman, nasname û hebûna xwe berneda.
Ji ber şert û mercên aborî yên giran ên li Bane, ji bo alîkariya malbata xwe û peydakirina debara jiyana xwe, neçar ma ku kolberiyê bike. Di dema kolberiyê de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate girtin. Çar meh di zindanên rejîmê de ma. Ev ezmûna dijwar nîşanî wî da ku pergala dagirker tenê bi zor û şîdetê naxwaze gelê me bindest bike, bi birçîbûn û zextên aborî jî dixwaze gelê me bi xwe ve girêdayî bike û terbiye bike. Piştî derketina ji zindanê, lêgerîna wî ya azadiyê zêdetir bûn. Di sala 2012'yan de Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Ew ji helwest û jiyana sade, derwêşane û dilsoz a kadroyên Apoyî yên rastî wan hatibûn, pir bandor bû.
Hevrêyê me Xebat ku agirê azadiyê di dilê xwe de dihewand, demekê di xebatên milîsiyê de cih girt û piştgiriya gelê xwe kir. Di vê pêvajoyê de daxwaza hevrêyê me ya xizmeta gel û li dijî dagirkeriyê têkoşîn meşandin, her roj zêdetir dibû. Ji ber vê yekê, xebatên milîsiyê ji bo wî têrker nebûn û biryar da ku bi awayekî çalak beşdarî nava Tevgerê bibe. Di demeke dîrokî de dema Berxwedana Kobanê geş dibû, hevrêyê me hemû têkiliyên xwe yên bi pergala heyî re qut kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di sala 2014'an de ji Bane beşdarî nava refên şoreşê bû û ji jiyana gerîla re hembêzên xwe vekirin. Perwerdeya ewil a gerîla li herêma Qendîlê wergirt. Di dema perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya xurt, pirsiyarî û hînbûna zû bala hevrêyên xwe kişand û hezkirina wan bidest xist.
Di vê pêvajoyê de li ser felsefeya Rêber Apo kûr bû û di warê îdeolojîk de xwe gelek pêş xist. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî qedand, derbasî qadên pratîkê bû û bi jiyana çiyê re bû yek. Hevrêyê me tiştên ku di perwerdeyê de hîn bibû, di jiyana rojane ya çiyê de bi pratîk kir. Ji tecrûbe û zanîna gerîlayên kevin û hevrêyên xwedî ezmûn sûd wergirt. Hevrê Xebat dixwest di warê leşkerî de xwe baştir pêş bixe û di taktîkên leşkerî de pispor bibe. Ji bo vê yekê beşdarî perwerdeya pisporiyê bû. Hevrê Xebat vê perwerdeyê bi cidiyet û dîsîplînek mezin pêk anî û bi rengekî serkeftî qedand. Piştre berê xwe da çiyayên Zagrosê, ku ji herêmên herî dijwar ên Kurdistanê ne.
Hevrê Xebat ji nav çiyayên Zagrosê re derbas bû û gihîşt herêma Avaşînê. Li wir jî bi biryardarî û israr têkoşîna xwe domand. Di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker de li herêma Avaşînê roleke girîng lîst. Ew bû yek ji wan milîtanên Apoyî yên ku bi îradeya xwe ya xurt li hember dagirkeriyê sekinîn. Ji roja ku beşdarî refên Tevgerê bû heta roja şehadeta xwe, bi sekna xwe ya jidil, ji îdîayên xwe tewîz nedayîn û bi fedakariya xwe, ji hemû hevalên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Xebat di 2'yê Cotmeha 2018'an de, di encama êrîşa dijmin a li herêma Avaşînê de şehîd bû û cihê xwe di nava karwanê şehîdan de girt.
Bîranîna hevrêyê me Xebat Çiya, ku ji kolanên xizan ên Bane heta çiyayên Qendîl û Avaşînê berdewam kir, dê bi bawerî, dirustî û sekna xwe ya fedaî rêya me ronî bike. Li ser vê bingehê em sersaxî ji malbata wî ya hêja, gelê Bane û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em careke din soz didin ku xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad, ku şehîdên me ji bo wê canê xwe feda kirine, pêk bînin.
RÊBER TÊKOŞER
Hevrêyê me Rêber Têkoşer li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke kedkar û welatparêz de ji dayik bû. Malbata wî bi çand, exlaq û nirxên gelê Kurd ve girêdayî bû. Hevrê Rêber wekî endamekî eşîra Gelbuz ê hêja mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve bi çanda berxwedanê û hişmendiya civakî ya gelê xwe mezin bû. Ji temenekî biçûk ve Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiribû û pir ji gerîlayên Kurdistanê hez dikir. Hevrê Rêber di dibistanên rejîmê de neh salan xwend. Bi hişmendiya xwe ya vekirî û jêhatîbûna xwe, karîbû çar zimanan baş hîn bibe. Ew di her warê jiyana xwe de dixwest xwe pêş bixe. Ji bo alîkariya aboriya malbata xwe, ji temenekî ciwan ve di karên cihê de xebitî. Bi vî awayî, ji zarokatiya xwe ve nirxa kedê fêm kir û kesayetekî gihîştî bi dest xist.
Hevrê Rêber di dema ku Tevgera me li Şengal, Mexmûr û Rojava li hember êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me şer dikir, ji helwesta wê ya fedaî pir bandor bû. Ew bi rêya weşan û çapemeniyê şer û têkoşîna Apoyî dişopand. Ji helwesta bibawer a milîtanên Apoyî gelek bandor dibû. Hevrê Rêber li hember pergala ku li ber komkujiyên li dijî mirovahiyê bêdeng diman, hêrs û nerazîbûneke mezin hîs dikir. Hevrêyê me Rêber fêm kir ku bersiva herî xurt a van komkujî û êrîşên dagirkeriyê, beşdarbûna nava refên şoreşê û li pêşiya wan berxwedan e. Li ser vê bingehê, di sala 2015'an de li ser Pêncewînê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên azadiyê bû.
Di perwerdeya ewil a gerîla de xwe hem di warê leşkerî hem jî di warê îdeolojîk de gelek pêş xist. Hevrê Rêber vê perwerdeyê bi rengekî serkeftî, coş û baweriyeke mezin qedand û zû derbasî herêmên pratîkê bû. Hevrê Rêber di demeke kurt de hînê jiyana gerîla û şertên dijwar ên çiyê bû. Hevrêyê me Rêber her kêliya jiyana xwe ji bo xwendin, fêmkirin û kûrkirina xwe di xeta Partiyê de dinirxand. Di sala 2017'an de derbasî herêma Garê bû û li wir di şert û mercên dijwar ên çiyê de tevlî xebatên pratîkê bû. Piştî ku demekê di qadên pratîkê de tecrûbe bi dest xist, daxwaza xwe ya kûrkirina zanîn û pisporiya xwe ya leşkerî anî ziman. Daxwaza wî ji bo beşdarbûna perwerdeya pisporiyê hate qebûlkirin û ew tevlî perwerdeyên li Akademiya Şehîd Mahîr bû.
Di vê perwerdeyê de hevrê Rêber li ser taktîkên demê lêhûr bû û vê pêvajoyê ji bo pêşketina xwe ya şoreşgerî kir bingeh. Hevrê Rêber bi kûrahî fêm kir ku divê mirov çawa nêzî rastiya şehîdan bibe. Bi vê hişmendiyê tevdigeriya ku divê ji bo pêkanîna armanc, îdîa û xeyalên şehîdên me, têkoşîna xwe roj bi roj xurtir bike. Hevrê Rêber timî perspektîf û parêznameyên Rêber Apo dixwend. Ew her dem di wê lêgerînê de bû ku bikaribe li hember êş û şerê ku gel jiyaye bibe bersiv. Li ser vê bingehê hevrê Rêber vê perwerdeyê jî bi rengekî serkeftî qedand. Piştî demekê li herêma Metîna ma, derbasî herêma Avaşînê bû. Avaşîn yek ji wan herêmên ku şer lê giran bû. Li wir di gelek xebatên girîng de bi ked û fedakariyeke mezin cih girt. Li her derê ku ew lê bû, bi kesayeta xwe ya çalak, dilsoz û sohbetên germ bala hevalên xwe dikşand. Ji ber vê taybetmendiyên xwe, di dilê hevrêyên xwe de cihêke taybet bi dest xist. Hevrêyê me Rêber zanîn, tecrûbe û biryardariya xwe ya leşkerî bi hevrêyên xwe re parve dikir û ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin her dem di nava lêgerînê de bû.
Hevrêyê me Rêber Têkoşer di 22'yê Tîrmeha 2019'an de li qada Adilbeg a herêma Avaşînê, di encama êrîşa dijmin de bi berxwedanê gihîşt şehadetê û cihê xwe di nava karwanê nemiran de girt. Em bi hurmetî û minetdarî ewladê hêja yê Pîranşarê, eşîra Gelbuz û Rojhilatê Kurdistanê bi bîr tînin. Em ji malbata wî ya welatparêz û kedkar re û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em hevrêyê xwe Rêber Têkoşer û bi rêya wî hemû şehîdên xwe bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku rêwîtiya şehîdan a ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serkeftinê tacîdar bikin û em ê bîranîna wan her dem bijîn.
XEYRÎ TOLHILDAN
Hevrêyê me Xeyrî Tolhildan li bajarê Mahabadê yê ku yek ji navendên berxwedana neteweyî ya Kurd, ruhê serhildana dêrîn û di dîroka Kurdistanê de weke sembola berxwedanê tê zanîn, ji dayîk dibe. Ji ber ku malbat û derdora wî xwedî hişmendiyeke mezin a welatparêziyê bûn, girêdayî rûmeta neteweyî ya gelê Kurd, nirxên xwe û çanda xwe mezin dibe. Hê di zarokatiya xwe de li gel jêhatîbûna xwe, kesayeta xwe ya dînamîk û hîperaktîf ji aliyê hemû kesan ve gelekî tê hezkirin. Li dibistanên rejîmê 12 salan dixwîne û xwe perwerde dike; li gel zimanê xwe yê dayîkê Kurdî, fêrî zimanên weke Erebî, Farisî û Îngilîzî jî dibe û xwe dibe xwediyê daneheveke berfireh. Tevî temenê xwe yê ciwan li gel kesayeta xwe ya kamil û dipirse, li hemberî polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên pergalên netew-dewlet li ser gelê me ferz dikin, dibe xwediyê hêrseke mezin. Li hemberî neheqiyên rû didin, ti caran bê deng manîne û her roj lêgerînên xwe yên azadiyê kûrtir dike.
Li ser banga seferberiyê ya dîrokî ya Rêber Apo ji lehengiya destanî ya Tevgera Azadiya Kutdistanê ya li Şengal û Rojava li hemberî dijminên mirovahiyê nîşan da û ji kedên fedaî yên ku ji bo rizgarkirina gelê me nîşan da, gelekî bandor bû. Ji têkneçûna îradeya Apoyî, mezinahiya ruhê fedaî yê gerîlayên HPG û YJA Starê ku ji hemû cîhanê re dan îspatkirin û tevî hemû bêderfetî û teknoljiya modern bi baweriyeke şoreşgerî şer kirin hêz û moral stand. Hevrêyê me Xeyrî yê kuweke hemû ciwanên Kurd kete nava lêpirsîneke kûr a wijdanî û exlaqî, ji bo berxwedana bêyî hesab a li dijî dagirkeriyê û li rex azadiyê bisekine lêgerînên xwe yên tevlîbûnê şênber kirin. Li gel vê îradeya xurt di sala 2016’an de tê qada Qendîlê, berê xwedide çiyayên azad û tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe.
Li gel yekem perwerdeyên ku di nava refên gerîlayan de distîne, xwe di warê îdeolojîk de pêş dixe û felsefeya Rêber Apo heqîqeta PKK’ê baş fêr dibe. Tevî ku gerîlayekî nû ye jî li gorî tempoya şoreşê tev digere. Di nava demeke kurt de bi biryardarî û coşeke mezin dixwaze derbasî qadên pratîkê bibe. Perwerdeya sereke ya gerîlayan bi awayekî serkeftî temam dike û li qada Qendîlê daxilî xebatên pratîkê dibe û yekem erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Piştî ku demekê li qada Qendîlê şoreşgeriyê dike, li gel biryardariya ku têkoşîna şoreşê bigihîne astên herî jor û xeta fedaî ji bo di bin siya Hêzên Taybet de di nava xebatan de cih bigire pêşniyaran dike. Hevrêyê meyê kuxeta fedaîbûnê dike pîvana jiyan ûmilîtaniya xwe, di encama kûrbûnên xwe yên îdeolojîk ên kûr di sala 2018’an de daxilî perwerdeyên Hêzên Taybet dibe.
Di vê pêvajoya pîroz a perwerdeyê de xwe hem di warê leşkerî de hem jî yê îdeolojîk de li ser paradîgmaya Rêbertî gelekî pêş dixe. Hevrêyê meXeyrî yê ku xeta nemir a Zîlan ji xwe re dike rênîşander, bi awayekî serkeftî perwerdeya sereke ya dewrêyê temam dike û dibe milîtanekî jêhatî. Ji bo ku li hemberî êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker di eniyên herî pêş de cihê xwe bigire û bibe xwediyê pratîkeke fedaî tim pêşniyar kirin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava li ba hêrseke mezin peyda dibe. Li gel cesareta xwe ya di kêliyên şer de, fedekariya xwe ya jiyanê de, mutewazîbûna xwe û biryardariya xwe ya di xeta partiyê ya tu caran têk naçe, dikare bibe endamekî Hêzên Taybet ê mînak.
Hevrêyê me Xeyrî Tolhildan, di 31’ê Gulana 2022’yan de li qada Rojava dema ku li ser erkê xwe bû tevlî karwanê şehîdan dibe. Bîranîna hêja ya hevrêyê me Xeyrî Tolhildan ê ku li ser erdnîgariya berxwedanê ya Mahabadê şîn bûye, ji lûtkeyên Qendîlê heya xeta fedaî ya Hêzên Taybet û ji wir jî heya mewziyên Rojava temenekî tijefedaî derbas kir; li gel bawerî, cesaret û baweriya ji serkeftinê re wê rêya me ronî bike. Bi wesîleya vê şehadeta watedar em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe, gelê Mahabadê û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku emê teqez xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistana azad a ku şehîdên me ji bo wê canê xwe feda kirin, pêk bînin.
UMÎD ÇIYA MAHABAD
Hevrêyê me Umîd Çiya Mahabad, li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê yê dêrîn û yek ji bajarên berxwedanê ye di nava malbateke girêdayî nirxên civakî û neteweyî yên Kurdan de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ji eşîra Fettahî û girêdayî nirx û dîroka xwe, çanda berxwedanê ya kevnar a gelê me hê di zarokatiya xwe de qebûl dike. Hevrêyê me Umîd ê 11 salan diçe dibistanên rejîmê û tevî temenê xwe yê ciwan jî ji bo têkariyê li debara malbata xwe bike, karên cuda dike, bi saya kesayeta xwe ya jêhatî, durist û fedekar ji aliyê derdora xwe ve gelekî dihat hezkirin û bû kesek mînak.
Hevrêyê me yê ku weke hemû ciwanên birûmet ên Kurd li dijî şerê ku ji aliyê hêzên dagirker ve li Kurdistanê tê birêvebirin li ba hêrseke mezin peyda dibe, ti caran jiyana bê nasname û stûyê xwe ditewîne a pergal li ser gelê me ferz dike, qebûl nake. Ji gerîlayên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê yên ji bo parastina hebûn û nirxên gelê me bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin û ji hemû mirovahiyê re jiyaneke azad û alternatîf pêşkêş dikin re heyraniyeke mezin li ba peyda dibe. Hevrêyê me Umîd ê ku di sala 2010’an de derfeta naskirina Tevgera me ya ji nêz ve bi dest dixe, li taybetî li dijî êrîşên dermirovî yên çeteyên DAÎŞ’ê hêrseke mezin li ba peyda dibe û dikeve nava lêpirsînan. Hevrêyê me digihîje wê baweriyê ku ji pêvajoya şerê dijwar ê heyî û êrîşên faşîst re bersiva herî rast û radîkal tevlîbûna nava refên gerîlayan e.
Hevrêyê me Umîs ê ku di sala 2015’an de li ser Serdeştê berê xwedide çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe, yekem perwerdeya xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibîne. Li gel perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî yên distîne xwe gelekî pêş dixe û piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike, derbasî qadên pratîkê dibe. Hevrêyê me yê ku di nava demeke kurt de tecrûbeyên çiya û jiyana gerîlayan bi dest dixe, ji qada Qendîlê derbasî Zapê dibe û têkoşîna xwe mezin dike. Hevrêyê me Umîd ê ku gelekî ji çiyayên Zapê yên serhildêr û biheybet hez dike, li vê erdnîgariya dijwar di gelek xebatên girîng de bi keda xwefedekariya xwe cih digire. Bi hesasiyet û hişmendiya şoreşgerî li nêzî hemû xebatên ku digire ser milên xwe dibe.
Hevrêyê me di tevahiya jiyana xwe têkoşînê de li gel sekna xwe ya derwîşane, terzê tevlîbûna xwe ya fedekar û sade di dilê hemû hevrêyên xwe de dibe xwediyê cihekî mezin û dibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Umîd li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku tu caran neyê jibîrkirin, hişt. Hevrêyê me Umîd Çiya Mahabad di 10’ê Tîrmeha 2017’an de di encama êrîşeke dijmin a li ser qada Zapê de bi qehremanî li ber xwe dide û tevlî karwanê şehîdan dibe. Em vî ewledê hêja û welatparêz ê Mahabad, eşîra Fettahî û Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata wî ya welatparêz û kedkar em ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em hevrêyê xwe Umîd Çiya Mahabad, di şexsê wî de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; soz didin ku em ê meşa şehîdên xwe yên hêja ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serkeftinê, bîranînên wan zindî bigirin û teqez armancên wan pêk bînin.
PÎRDOGAN AGIRÎN
Hevrêyê me Pîrdogan Agirîn li bajarê kevnar ê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bokan bi serhildan û ruhê xwe yê berxwedanê tê nasîn. Hevrê Pîrdogan di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Malbata wî bi nasnameya xwe, çanda Kurdewarî û nirxên kevnar ên Kurdistanê ve girêdayî bû. Hevrê Pîrdogan deh salan di dibistanên rejîmê de xwend. Hevrê Pîrdogan ji eşîra kevnar a Kelhurê bû, ku yek ji eşîrên kevn û hêja yên gelê me ye. Ji temenekî biçûk ve ji bo debara malbata xwe bike, di karên cuda de cih girt û xebitî. Di nav van şert û mercên zehmet de, hevrêyê me Pîrdogan zû hînê nirxa ked û xebata bi xwêdana eniyê bû. Hevrê Pîrdogan Tevgera Azadiya Kurdistanê di demeke dîrokî de nas kir. Di wê demê de êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên dijmirovî û aloziya li herêmê gihîştibû asta herî bilind. Bi taybetî pirtûkên şoreşgerî, berhemên felsefî û materyalên Partiyê bandoreke mezin li ser wî kirin. Bi van xwendin û lêkolînan re lêgerîna wî ya azadiyê kûrtir bû û biryardariya wî ya beşdarbûna nava refên azadiyê gihîşt asta herî bilind. Êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ'ê li dijî gelê Êzîdî û Berxwedana Kobanê ya ku ji bo rûmeta mirovahiyê hate dayîn, bandoreke mezin li ser wî kir. Van bûyeran hêrs û biryardariya hevrêyê me Pîrdogan ya şoreşgerî xurtir kirin û bû sedema ku biryara xwe ya tevlîbûnê bide.
Bi vê îradeya xurt, di sala 2015'an de li ser Ûrmiyê re beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û berê xwe da çiyayên azad. Hevrêyê me ji sohbetên germ ên gerîlayên ku rastî wan hatibûn û ji atmosfera hevrêtiya li çiyê gelek bandor bû. Hevrê Pîrdogan, ji ber tevlî nava jiyana gerîla bibû, kêfxweş û bi coş bû. Perwerdeya ewil a gerîla li herêma Xakurkê wergirt. Di vê pêvajoyê de tiştên ku di warê îdeolojîk de hîn dibû û guhertinên ku di ramana wî de çêdibûn, bi hevrêyên xwe re parve dikir. Bi vî awayî, hem ji hevrêyên xwe re alîkar bû hem jî di gelek mijaran de pêşengiya wan dikir. Xwendina materyalên Partiyê, felsefeya Rêber Apo û dersên ku distand, di kesayetiya wî de guhertinên bingehîn çêkirin. Hevrê Pîrdogan xwe bi exlaqê şoreşgerî ji nû ve ava kir. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî qedand, li herêma Xakurkê tevlî xebatên pratîkî bû. Bi zanînên ku di perwerdeya ewil de bi dest xistibû, xwe hem di warê leşkerî hem jî di warê îdeolojîk de pêş xist û bû milîtanekî jêhatî. Hevrê Pîrdogan dixwest her tişt derbarê jiyana gerîla de hîn bibe. Ji bo vê yekê li her rê û şiverêyên çiyê kedeke mezin dida.
Hevrêyê me Pîrdogan her dem dixwest di eniyên ku şer lê herî giran û dijwar bû de, cih bigire. Armanca wî ew bû ku ruhê şoreşgerî bi ruhê fedaî re bike yek. Li hemberî her xebatê, bi cidiyet, baldarî û hestê berpirsiyariyê tevdigeriya. Dixwest ku layiqê hevrêyên xwe yên şehîd be. Hevrê Pîrdogan baş dizanî ku li hember polîtîkayên qirêj, êrîşên qirkirin û înkarkirinê yên dijmin, hêza herî mezin a têkoşîna gerîla di hevrêtî, yekîtiya xwe û jiyana komînal de ye. Li ser vê bingehê tevdigeriya û xwe da doza azadiyê. Hevrê Pîrdogan li herêma Xakurkê di her rê û şiverêyê de bi ked û xwêdana xwe cih girt. Bi helwesta xwe ya sade û dilnizim hezkirina hemû hevalên xwe bi dest xistibû. Di sê salên xebatên pratîkê yên giran de mînakeke baş û mîrateyeke têkoşînê ya ku dê tu carî neyê jibîrkirin hişt. Ji roja ku beşdarî refên azadiyê bû heta nefesa xwe ya dawî, ji bo pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo û azadkirina gelê xwe bê navber dixebitî. Hevrêyê me Pîrdogan bi kedeke bênavber û bi fedakariyeke mezin têkoşîna xwe domand.
Hevrêyê me Pîrdogan Agirîn di 25'ê Gulana 2020'an de, dema ku li herêma Xakurkê li ser erkê xwe bû, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrê Pîrdogan Agirîn bi jiyana xwe nîşan da divê milîtanekî fedaî yê Apoyî çawa be. Bîranîna hevrêyê me Pîrdogan, ku di nava malbateke welatparêz a Bokanê de mezin bibû û heta lûtkeyên serhildêr ên Xakurkê têkoşîna xwe domand, dê her dem di meşa me ya azadiyê de bijî û rêya me ronî bike. Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Pîrdogan Agirîn, gelê Bokanê û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em careke din soz didin ku armanc û xeyalên şehîdên xwe dê di Kurdistana Azad de bijîn û em ê wan pêk bînin.
WELAT ŞEPUL
Hevrêyê me Welat Şepul, li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz a girêdayî kok, ziman û çanda xwe ya birûmet de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku li gel exlaq, terbiye û nirxên dêrîn ên ji malbata xwe distîne, mezin dibe, hê di zarokatiya xwede xwesteka gelê me ya azadiyê ya ji dîrokê tê di dilê xwe de hîs dike. Hevrêyê me yê ku neh salan diçe dibistanên rejîmê, li gel mezinbûnê bi kûrahî dikeve nava lêpirsîna jiyana înkarker û koledarîyê ya ku rejîm ji gelê mere rewa dibîne, li hemberî nakokiyên pergalê hişmendiyeke mezin bi dest dixe. Hevrêyê me Welat ê kudi nava malbateke navhalî de mezin dibe û ji bo têkariya debara malbata xwe kolberiyê dike, pîrozahiya kedê hê di zarokatiya xwe de fêm dike. Hevrêyê me yê ku ti caran jiyana xizanî û zehmet ya rejîm li ser gelê me ferz dike, qebûl nake, şerê dijwar ê lihemû Kurdistanê û rastiya berxwedana gelê me bi mereqeke mezin şopand.
Hevrêyê me yê ku dixwaze têkoşîna gerîlayan a ku bi fedekariyeke mezin û duristiyeke derwîşane tê meşandin ji nêz ve nas bike, fêm bike û dixwaze barê têkoşîna birûmet bigire ser milên xwe, hê di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Tim bi heyraniyeke mezin sekna fedekar ya milîtanên Apoyî ji bo gelê me pêşkêş dikin, şopand. Hevrêyê me yê ku serdema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên xweyên dermirovî zêde kirin û gerîla bi ruhekî fedaî ji bo parastina destkeftiyên gelê me xwe kirin sîper, bi heyraniyeke mezin şopand, ji bo tevlîbûna nava refên şoreşê kete nava lêpîrsîneke kûr. Hevrêyê me ji bo ku li rex gerîlayên ku di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên topyekûn ên dewleta Tir a dagirker ên li ser çar perçeyên Kurdistanê bê navber têdikoşin, bisekine û bibe neferekî vê meşa pîroz biryara tevlîbûna teqez distîne.
Hevrêyê me Welat ê ku di sala 2019’an de berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe, ji hevrêtiya jidil, jidilî û suhbetên germ ên gerîlayên ku cara ewil dibîne gelekî bandor dibe. Hevrêyê me yê ku ji jiyana komînal a gerîlayan tişta ku lê digere, dibîne, yekem perwerdeya xwe ya gerîlayan distîne û di nava demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe. Hevrêyê me yê ku pêvajoya perwerdeyê di warên leşkerî û îdeolojîk de ji bo xwe baş bî kar tîne û di kesayeta xwede guhertinên mezin pêk tîne, li qada Qendîlê yekem tecrûbeya gerîlayan a pratîkê bi dest dixe. Hevrêyê me Welat ê ku li her derê tevlîbûneke bicoş, bimoral û afirîner nîşan dide, tim û tim xwe di warên leşkerî û îdeolojîk de pêş dixe û di rêya bûyîna milîtaniya Apoyî de ligel pêngavên xwejibawer pêş dikeve.
Bi israr pêşniyar dike ku li rex hevrêyên xwe yên ku bi terzê fedaî yê Apoyî li hemberî êrîşên berfireh ên dagirkeriyên yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin, şer dikin, bisekine. Êrîşên dagirkeran ên bi gazên kîmyewî û qetemeniyên qedexekirî ên li ser mewziyên gerîlayan, dibin seden ku hêrsa di dilê hevrêyê me ya li hemberî dijmin de gelekî zêdetir bibe. Hevrêyê me şehadetên pîroz ên li Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo xwe kirin egera mezinkirina têkoşîn û gihandina serkeftinê. Şert û mercên tecrîda giran a li ser Rêber Apo û şerê bênavber ê li qadên gerîlayan bûn pêşeng ku hevrêyê me bikeve nava kûrbûnên mezin. Li gel îradeya xwe ya xurt, hevrêtiya xwe ya bihêz, kesayeta xwe ya jidil û durist, sekna xwe ya mutewaî û hêrsa xwe ya li dijî dijmin ji hevrêyên xwe yên têkoşînê re tim û tim bû çavkaniya hêz, moral û baweriyê.
Hevrêyê me Welat Şepul, di encama êrîşeke dijmin a 29’ê Hezîrana 2024’an a li ser qada Qendîlê de tevlî karwanê şehîdan bû. Em vî ewladê Serdeşt û Rojhilatê Kurdistanê yê hêja û welatparêz bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata wî ya welatparêz û kedkar em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em hevrêyê xwe Welat Şepul û di şexsê wî de hemû şehîdên xwe yên hêja bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a şehîdên xwe bigihînin serkeftinê, bîranînên wan heya heyayê zindî bigirin û armancên wan bigihînin serkeftinê.
BAHOZ SEQIZ
Hevrêyê me Bahoz Seqiz li bajarê kevnar ê Saqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ew di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Malbata wî bi kok, ziman û kevneşopiyên bi rûmet ên xwe ve girêdayî bû. Erdnîgar û çiyayên Saqizê, ruhê berxwedanê û hezkirina azadiyê ya gelê me ku ji dîrokê hatiye, di zarokatî û ciwaniya wî de bandoreke kûr hişt. Hevrê Bahoz ewladê hêja yê eşîra Goranê bû. Bi nirxên xwe yên neteweyî ve girêdayî mezin bû û ji temenekî biçûk ve fêm kir ku gelê me di seranserî dîrokê de rastî polîtîkayên înkar û tunekirinê hatiye. Hevrêyê me Bahoz di dibistanên rejîmê de xwendekarekî serkeftî bû. Bi jêhatîbûna xwe, hişmendiya xurt û meraqa xwe ya ji bo zanînê, her dem dixwest xwe di her warî de pêş bixe. Nasîna rastiya civakî û siyasî ji bo wî bû armanceke bingehîn a jiyanê.
Hevrê Bahoz ji zarokatiya xwe ve, bi xwendina pirtûk û materyalên cuda û lêkolînên xwe yên li ser dîrokê, li ser rewşa şerê ku hêzên dagirker li Kurdistanê dimeşînin kûr dihizirî. Hevrê Bahoz sînorên pergala heyî û jiyana teng a ku hêzên desthilatdar ferzî gelê me dikirin, qet qebûl nedikir. Ji ber vê yekê, lêgerîna wî ya azadiyê roj bi roj kûrtir dibû. Di sala 2013'yan de, bi rêya medya û weşanên çapemeniyê, derfet dît ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas bike û baştir fêm bike. Di salên xwe yên zanîngehê de lêgerîna wî ya azadiyê gihîşt asta herî bilind. Hevrêyê me Bahoz beşa xwe ya zanîngehê ya bernamesaziya komputerê bi biryara xwe berda û biryareke xurt da ku beşdarî refên şoreşê bibe.
Hevrê Bahoz di sala 2017'an de li herêma Qendîlê beşdarî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û dest bi meşa xwe ya azadiyê kir. Perwerdeya ewil a şervanên nû li herêma Qendîlê wergirt. Di vê pêvajoyê de dîsîplîna xurt a çiyê û hevrêtiya hêzdar a PKK'ê nas kir. Piştî ku perwerdeya xwe ya îdeolojîk û leşkerî bi rengekî serkeftî û coşeke mezin qedand, dest bi xebatên pratîkê kir. Ji bo ku di warê leşkerî de xwe baştir pêş bixe, bibe gerîlayekî pispor û li dijî dijminê dagirker bersivên xurt bide, bi îrade û kedeke mezin xebitî.
Hevrê Bahoz, li hemberî zilma hêzên dagirker ên li dijî gel û axa me, pir hêrs bû û vê hêrsê dikir sedema ku têkoşîna xwe her roj zêdetir bike. Bi ruhê yekîtiya neteweyî û hişmendiya fedaî dixwest bersiva herî xurt bide hemû êrîşên dagirkeran ên li dijî her perçeyekî axa Kurdistanê. Her ku Partiyê û Rêber Apo baştir nas dikir û fêm dikir, îdîa û îradeya wî ya beşdarbûnê jî xurttir dibû. Bi tevlîbûna xwe ya çalak, bi coş û afirîner di jiyanê de, di demeke kurt de gelek tecrûbe bi dest xistin. Hevrê Bahoz bi gavên jixwe bawer ber bi milîtaniya Apoyî yê jêhatî ve meşiya. Li her devera ku ew lê bû, bi helwesta xwe ya dilnizm, nêzîkbûna xwe ya dilsoz ji hevrêyên xwe re û jiyana xwe ya sade, hurmeta hevrêyên xwe bidest xist. Hevrê Bahoz her erkê ku digirt, bi fedakariyeke mezin pêk dianî.
Hevrêyê me Bahoz Seqiz di 1'ê Sibata 2018'an de, di encama êrîşa dijmin a li ser Girê Şer li herêma Qendîlê de şehîd bû û cihê xwe di nava karwanê şehîdan de girt. Em ewladê hêja û welatparêz ê Saqizê û Rojhilatê Kurdistanê bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin. Em ji malbata hevrêyê xwe Bahoz Saqiz ya welatparêz û kedkar û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Li ser vî bingehê di şexsê hevrêyê me Bahoz Saqiz de em hemû şehîdên hêja yên azadiyê bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê armancên şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û rêya wan a azadiyê bidomînin.
12'ê Mijdara 2026'an
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê












