Çapemenî û Raya Giştî Re!
Sala 2016’an ku yek ji wan serdemên ku berxwedana fedaî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên dijmin gihişt lûtkeyê.
Di wê salê de di dîroka azadiya gelê me de destanên mezin hatin nivîsandin. Hevrêyên me Sîdar, Firat, Botan, Rojhat û Bawer ku di sala 2016’an de bi ruhekî fedayî û îradeya Apoyî ya mezin li hemberî êrîşên dijmin, bi berxwedana xwe bûn afirînerên rast ên vê destana azadiyê. Van hevalên hêja ku ji êrîşên dijmin netirsiyan, bi moral û coşeke mezin cihê xwe di eniyên berxwedanê de girtin. Hevrêyên me Sîdar, Firat, Botan, Rojhat û Bawer ku heta nefesa xwe ya dawî di azadiyê de israr kirin û ji bo wê têkoşiyan, hem bi şehadeta xwe hem jî bi têkoşîna xwe re pêşengiya rêhevalên me dikin. Weke şervan em ê bîranînên van rêhevalên hêja biparêzin û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha nin:
Navê Kod: Sîdar Berçelan |
Sîdar – Ahmet Timur
Navê Kod: Fırat Kurdistan |
Fırat – Niyazi Aydın
Navê Kod: Botan Cûdî |
Botan – Murat Ünal
Navê Kod: Rojhat Argeş |
Rojhat – Azad Şarlak
Navê Kod: Bawer Amed |
Bawer – Welat Dündar
Hevrêyê me Sîdar li bajarê welatparêz ê Kurdistanê Colemêrgê di malbateke kedkar û welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Sîdar ku ji zarokatiya xwe ve dest bi naskirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kir, bi çîrokên lehengiya gerîlayê azadiyê mezin bû. Ji ber vê sedemê hezkirina wî ya ji bo Partiya me pêş ketiye û her tim eleqedar bûye. Hevrêyê me Sîdar ku hayê wî ji polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin li ser gelê me dimeşîne heye, parastina nasname û çanda xwe esas girtiye. Li hember jiyana derewîn a pergalê, lêgerîna hevrêyê me çêbûye û ji bo parastina cewhera xwe têkoşîn daye meşandin. Ji bo vê jî hevrêyê me Sîdar ê ku timî li dijî dijmin têdikoşiya, tu carî neheqî qebûl nekir û xwest têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de ye ku têkoşîna rast û bi bandor a ji bo gel û welatê xwe ancax bi PKK’ê re dibe, di sala 2013’an de tevlî gerîla bû. Bi perwerdeya ku di nava refên gerîla de dît û bi coş û moraleke mezin tevlî bû, erkên serdemê fêm kir. Li ser vê bingehê her ku çû bi bandortir beşdarî jiyan û perwerdeyê bû. Hevrêyê me Sîdar ê ku bi durustiya xwe tê naskirin, ji ber ku ji malbateke kedkar e, wê mîrateyê di nava geîla de jî domand. Ji ber vê yekê hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me Sîdar ê ku xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr kiriye, ji bo têkoşîneke bi bandortir bimeşîne her tim xwe nû kiriye û xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Sîdar ku bi perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya ku dîtî di demeke kurt de karîbû bibe gerîlayekî jêhatî, ji sala 2015’an û vir ve li dijî êrîşên dijmin bi fedakariyeke mezin li ber xwe da û bi tevlîbûna xwe ya bi lehengî li qadên ku lê bû, bû milîtanekî mînak. Bi tevlîbûna çalakiyên li dijî êrîşên dijmin hate pêşxistin, xwest hesabê komkujiyên dijmin ên li ser gelê me kiriye bipirse. Hevrêyê me Sîdar ku di demeke kurt de li qada şer mezin bû, tevî emrê xwe yê ciwan jî, xwe weke namzetekî sozdar a fermandariyê dîtiye û her tim pêşengî kir. Hevrêyê me Sîdar ku hem bi şehadeta xwe hem jî bi jiyana xwe bandoreke kûr li hevrêyên xwe kir, wê her tim bibe fermandarekî pêşeng ku em ê her tim ji xwe re mînak bigirin.
Hevrê Firat ku li Mûşê di malbateke welatparêz de ji dayik bû, di nava derdoreke ku bi Tevgera Azadiyê re sempatî dikir de mezin bû. Hevrê Firat ku di salên dibistana seretayî de ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker a li ser gelê Kurd haydar bû, hêdî hêdî nakokiyên xwe yên heyî veguherand lêgerînekê. Hevrêyê me Firat ku bi tevlîbûna xebatên ciwanan li dijî siyaseta qirkirinê dest bi têkoşînê kir, gihiştiye wê rastiyê ku serkeftina dawî ancax bi berxwedaneke dijwar û bi xurtkirina refên gerîla dikare were bidestxistin. Li ser vê bingehê di sala 2014’an de li dijî êrîşên qirkirinê bi tevlîbûna nava refên gerîla berpirsyariya xwe ya dîrokî û civakî girt ser xwe. Hevrê Firat ku li Zagrosan dest bi jiyana xwe ya gerîla kir, di pêvajoyên perwerdehiya bingehîn de serkeftinek mezin bi dest xist. Ji bo kesayetiya xwe li gorî hevrêtiya PKK’ê teşe bike û bibe milîtanek xurt ê Apoyî, di warê bîrdozî de kûrbûn esas girtiye. Ji bo kesayetiya xwe ava bike û şêwaza xwe ya têkoşînê bi disiplîne bike hewldaneke ciddî da. Hevrêyê me Firat ku di demeke kurt de karîbû bibe gerîlayekî jêhatî, xwedî kedeke mezin bû. Di qadên gerîla de gelek erk girtine ser mile xwe û bi ked û xîreteke mezin zanîbû hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Ew bûye xwediyê jiyaneke ku bi kedeke bêhempa hatiye avakirin. Bi performansa xwe ya li eniya berxwedanê bi awayekî aktîf beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin û bi sekna xwe ya fedaî bû mînaka kesayeta milîtaniya xweparastinê ya Apoyî. Di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de, wî û hevrêyên xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî li dijî dijmin re şer kirin û heta nefesa xwe ya dawî mîna Egîdan şer kirin û bûn xwedî têkoşînekî destanî. Tacîdarkirina meşa azadiyê ya hevrêyê me Firat bi serketinê re, wezîfeya bingehîn a me hevrêyên li dû xwe hiştine.
Hevrêyê me Botan li Cizîra Botan a ku bi berxwedana xwe ya welatparêzî û bi rûmet a li hemberî dijmin tê naskirin, ji dayik bû. Hevrêyê me Botan ku di nava welatparêzî û nirxparêziyê de mezin bûye, di temenê xwe yê ciwan de dest bi nasîna partiya me PKK’ê kiriye. Hevrêyê me Botan ku ji zû de polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser ciwanên Kurd dizanîbû, li gorî wê tevgeriya û rêya têkoşînê hilbijart. Hevrêyê me Botan ê ku di têkoşîna ku bi xebatên ciwanan dayî destpêkirin de xwedî pratîkeke serkeftî ye jî di temenê xwe yê biçûk de ji aliyê dewleta faşîst ve hate destgîrkirin û rastî zextan hat. Hevrêyê me Botan ê ku zext û pêkanînên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker dîtiye, fêm kir ku têkoşîna li dijî pêkanînên dewleta Tirk a qirker ancax bi berxwedana gerîla pêkan e û li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên azad. Hevrêyê me Botan ku bi coş û morala xwe ya di meşa gerîla de dihat naskirin, piştî perwerdeya bingehîn karîbû di kesayeta xwe de guhertinên cidî çêbike. Bi kelecaneke mezin tevlî têkoşîna gerîla bû û di rêya milîtaniya fedaî de israr kir. Hevrê Botan ê ku her tim di nava pêşketineke domdar de ye û li ser şerê gerîla kûrbûn esas girtiye, piştî ku perwerdeya xwe ya bingehîn bi serketineke mezin qedand, ji bo di refên herî pêş de cih bigire, kedeke mezin daye. Bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bênavber di eniyên berxwedanê yên li hemberî dijmin de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Botan ê ku di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt, bi taktîkên gerîlatiyê yên bi hostatî bi kar anî, bi kîn û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin hîn bêhtir li ber xwe da, rêbaz û navnîşana têkoşînê ya rast nîşanî hemû ciwanên Kurd da. Meşa gerîlatiyê ya bi coş û kelecan a hevrêyê me Botan her tim ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya moralê û bi sekna xwe ya bi biryar bûye milîtanekî fedaî yê Apoyî.
Hevreyê me Rojhat li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû û di nava civakeke berxweder û têkoşer ku li hemberî her curê zilmê li ber dide, mezin bû. Hevreyê me Rojhat ji ber ku bi çanda kedkar û têkoşînê mezin bû, di temenê xwe yê ciwan de Tevgera Azadiyê nas kir. Zextên dewleta Tirk a qirker a li ser gelê me ji nêz ve dît û li dijî rejîma faşît têkoşiya. Hevreyê me Rojhat ê ku kûrbûna li ser îdeolojiya Rêber Apo ji xwe re esas girt û di demeke kin de ket ferqa erkên xwe yên dîrokî û civakî, bi tevlîbûna xebatên ciwanan bi awayekî çalak dest bi têkoşînê kir. Bi salên dirêj di nava xebatên ciwanan de bû xwedî kedeke mezin. Li hemberî zêdebûna êrîşên qirkirinê fêm kir ku serketina dawî tenê bi têkoşîna gerîla pêkan e û tevlî nava refên gerîla bû. Bi enerjî û coşa ciwanan dest bi têkoşîna gerîla kir û bi heman coş û kelecanê domand. Di demeke kurt de di jiyana gerîlatiyê de pêşketineke mezin bi dest xist û di demek kurt de ferî şert û mercên gerîla bû. Hevreyê me Rojhat ê ku her keliyê xwe weke pêvajoyeke perwerdeyê dihesibîne û li her derê ku lê dimîne perwerdekirina hevreyên xwe esas girt, li her derê ku lê dimîne bi kesayeta xwe ya kedkar, dilnizim û pêşeng ji aliyê hevreyên xwe ve tê hezkirin. Hevreyê me Rojhat ku di têkoşîna gerîla de gelek erkên cuda girt ser xwe, erk û berpirsiyariyên xwe bi serketineke mezin bi cîh anî. Hevreyê me Rojhat ku bi kesayeta xwe ya têkoşer û bi coş di berxwedana gerîla de bû xwedî têkoşîneke destanî, wê her tim di nava têkoşîna me de bijî û rêya me ronî bike.
Hevreyê me Bawer li navçeya Licê ya Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Hevreyê me bi nirxên azadiyê mezin dibe, ji ber vê yekê di temenê xwe ya biçûk de têkoşîna me ya gerîla nas kir. Hevreyê me Bawer ku şahidî ji polîtîkayên qirêj ên dijmin ên li ser gelê Kurd re kir, neheqiya li ser gelê Kurd qebûl nekir û ji bo ku li hemberî vê têkoşîneke bi bandor bimeşîne ket nava lêgerînan. Lewma her tim xwest Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Kurxaltiya hevreyê me Bawer di çalakiyên protestokirina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ku di sala 2014’an de bi hevkariya dewleta Tirk li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hat de, ji aliye çeteyên Hîzbul-kontra ve şehîd bû. Hevreyê me ji şehadeta kurxaltiya xwe pir bandor dibe. Hevreyê me Bawer ku dizanîbû di vê pêvajoyê de hesaba komkujiyên li ser gelê me encex dikare di nava refên gerîlayan de bipirse, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevreyê me Bawer ku di nava refên gerîlayan de bi taybet ji têkiliyên rêhevaltiyê yên gerîla û jiyana komunal bi bandor bû, li ser vê bingehê xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr dike. Hevreyê me ku bi berpirsiyariyekî mezin nêzî erkên pêvajoyê bû, erkên xwe yên partiyê bi awayekî serketî bi cîh anî. Hevreyê me Bawer ku ji bo derbeyên giran li dijmin bixe xwe di aliyê leşkerî de pêşxist, her tiştê ku hîn bû rasterast xist pratîkê. Hevreyê me Bawer ku di nava hevreyên xwe de tê hezkirin, li her derê cihê xwe diyar kiriye û rêza hemû hevalên xwe girtiye. Hevreyê me Bawer ku bi wêrektiyeke çû ser dijmin û derbeyên mezin li dijmin xist, bi sekna xwe ya jiyanê û hevaltiya xwe ya jidil bû milîtanek mînak ya Apoyî û tevlî karwanên şehîdan bû.
Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz, bi taybet ji malbatên hêja yên hevrêyên me Sîdar, Firat, Botan, Rojhat û Bawer re dixwazi. Hevrêyên me bi helwesta xwe ya fedaî li hember êrîşên dijmin, roleke girîng di serketina têkoşîna me ya azadiyê de lîstin.
24 ê Kanûn a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê