Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Sala 2018'an mîna li gelemperiya Kurdistanê li herêma Serhedê jîj i bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû saleke girîng a berxwedanê. Li dijî zilma ku artêşa TC a dagirker li gelê me ferz dike, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya eyaletê de, gelek çalakiyên serketî hatin kirin û derbên giran li dijmin hatni xistin. Hêzên me ku li her devera herêma Serhedê li dijî artêşa TC a dagirker bi xurtî li ber xwe dan, bi îdîa û biryardariyeke mezin xwedî li wezîfeyên xwe derketin.
Bêguman encama ku di vê pêvajoya şer de li herêma Serhedê derkete holê, bi saya ked û hewldanên bê dawî yên şehîdên me yên leheng afirîn. Her hevrêyekî me ku di sala 2018'an de li deverên cuda yên herêma Serhedê di şer û êrîşên hewayî de şehîd bûn, bîrdariyeke baweriyê bûn. Em van hevrêyên xwe yên leheng bi bîr tînin.
Hevrê Berxwedan (Farûk Polat), Felat (Behçet Arvas), Rojger (Nesîm Aktan), Welat (Guney Bati), Hogir (Sînan Karagulle) û Mazlûm (Savaş Dora) bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketina doza azadiyê ya Kurd re ji me hemûyan re bûn mînak. Di şexsê wan de em şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê malbatên hêja yên ehvrêyên me de, sersaxiyê ji gelê herêma Serhedê û tevahiya Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azaidyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin. Soza herî watedar a ji bo şehîdan, meşa li ser xeta milîtanî ya Apoyî ye.Em bang li ciwanên welatparêz ên herêma Serhedê dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Berxwedan Ararat Nav paşnav: Farûk Polat Cihê jidayikbûnê: Agirî Dayik-Bav: Ayşe-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 15'ê Nîsana 2018'an / Agirî |
Berxwedan – Faruk Polat
Nasnav: Felat Artos Nav paşnav: Behçet Arvas Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Sîman Perî - Mûrat Dem û cihê şehadetê: 22'ê Gulana 2018'an / Qers |
Felat – Behçet Arvas
Nasnav: Rojger Karayazi Nav paşnav: Nesîm Aktan Cihê jidayikbûnê: Erzîrom Dayik-Bav: Zahîde-Abdullah Dem û cihê şehadetê: 22'ê Gulana 2018'an / Qers |
Rojger – Nesim Aktan
Nasnav: Welat Bahoz Nav paşnav: Guney Bati Cihê jidayikbûnê: Stenbol Dayik-Bav: Bedriye-Îbrahîm Dem û cihê şehadetê: 24'ê Gulana 2018'an / Eyaleta Serhedê |
Welat – Güney Batı
Nasnav: Hogir Begirî Nav paşnav: Sînan Karagulle Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Turkan-Abdulselam Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2018'an / Agirî |
Hogır – Sinan Karagülle
Nasnav: Mazlûm Agir Nav paşnav: Savaş Dora Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Nazenîn-Ebedîn Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2018'an / Agirî |
Mazlum – Savaş Dora
11'ê Çileya 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê