Çapemenî û Raya Giştî Re!
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2016’an de li Zapê hin êriş kiribû.
Di van êrişan de hevalên me Hêjar, Întîkam, Seyitxan û Silav şehîd bûbûn. Em di salvegera şehadeta wan de, hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Hêjar Hebûn |
Hêjar – Gazî Polat
Nasnav: Întîkam Devran Gabar |
Întîkam – Mehmet Halît Îdîn
Nasnav: Seyîtxan Goyî |
Seyîtxan – Abbas Bayram
Nasnav: Silav Çarçela |
Silav – Sîdar Gurdal
Hevrêyê me Hêjar li navçeya Kopê ya Mûşê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di nav nirxên civakî yên qedîm a gelê Serhedê mezin bûye. Hevrê Hêjar di nav malbateke kedkar de mezin bûye, di dibistanên TC’yê de zêde nexwendiye û bi keda xwe debara xwe kiriye. Hevalê me kesayetiya xwe wisa ava kiriye û karakterekî welatparêz û girêdayî kokên xwe yên civakî ava kiriye. Hevrêyê me Hêjar di dema ciwaniya xwe de ji bo ku xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derkeve ketiye nav lêgerînekê û di sala 2012’an de di dema Pêngava Şerê Gel a Şoreşgerî de biryar daye tevlî nav refên gerîlayan bibe. Di 14’ê Tîrmeha 2012’an de di salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin de tevlî nav refên gerîlayan bûye û ji bo jiyana Apoyiyê destpêkeke watedar kiriye. Heval Hêjar li çiyayên Dêrsimê dest bi gerîlatiyê kiriye, dersên jiyanî yên pêşîn û bingehîn ên PKK’ê li vir stendiye. Wî tecrubeyên gerîlatiya Bakur zû stendiye û bûye xwediyê meşeke bi îstîkrar. Di sala 2013’an de di dema pêvajoya vekişandinê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye. Wî li Heftanîn, Metîna û Zagrosê pratîk meşandiye û li gelek qadan peywirên girîng stendiye. Di demên pêş de dikaribû bibe fermandarekî Apoyî yê afirîner û dema li ser peywira xwe bû, di êrişên dagirkeran de tevî 3 hevalên xwe şehîd bû.
Hevalê me Întîkam li Şirnexê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Di nav derdoreke welatparêz a ku geleke berdêl daye, mezin bûye. Ew bi bîranînên zilm, êşkence û zextên dewleta Tirk a dagirker mezin bûye û bi xwe jî bûye şahidê vî tiştî û li hemberî dewleta Tirk hêrseke mezin di dilê wî de ava bûye. Ji ber vê jî di dibistanên dewleta Tirk de heta lîseyê xwendiye û tevlî nav tevgera ciwanên şoreşger bûye. Heval Întîkam di xebatên ciwanan de bûye xwediyê pratîkeke bi coş û çalak. Di sala 2014’an de pismam û hevalê wî Devran Besta dema li Kobanê şehîd bû, ew jî ji bo girêdayîna bi şehîd tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji ber hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û mêtinger û çetevaniya DAÎŞ’ê wî navê xwe kiriye Întîkam (Tolhildan) û sonda tolhildanê xwariye. Bandora exlaqê PKK’ê û jiyana PKK’ê bandoreke mezin li ser heval Întîkam kiriye. Wî li qada Zapê di gerîlatiyê de tecrube stendiye. Ji ber helwest û rêhevaltiya wî ya dilsoz hemû hevalên wî jê hez dikirin. Em ê jî bîranîna hevalê xwe Întîkam di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Hevrê Seyitxan li gundê Dêrahênê ya Qilebana Şirnexê ji dayik bûye. Ew girêdayî nirxên civakî yên çanda eşîrê bû û bi welatparêziya malbatê mezin bûye. Ji ber vê jî wî rûyê faşîst ê dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kiriye. Ji ber ku xalekî wî gerîla bû û li gundekî di navbera çiyayên Botanê de mezin bûye, heval Seyitxan xwestiye bibe gerîla. Wî ligel ku zanîngeh qezenc kiriye û çûye metrepolên Tirkiyeyê jî, li vir pergala dewleta Tirk a dagirker û asîmîlasyonîst baş nas kiriye. Wî lêgerînên xwe xurttir kiriye û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Wî li Kêla Memê ya Botanê dest bi gerîlatiyê kiriye û piştre derbasî herêma Zapê bûye. Wî li çiyayên Zapê xebatên pratîk kiriye û li vir tecrubeyek mezin stendiye. Hevalê me Seyitxan bi xebatkariya xwe gelek peywirên girîng bi cih aniye.
Heval Silav li Geverê ya ku welatparêz e û her dem bi serhildanan xwedî li welatparêziya xwe derketiye, mezin bûye. Heval Silav hê di zaroktiya xwe de tevgera azadiyê nas kiriye û di dilê xwe de li hemberî gerîlayan sempatiyeke mezin mezin kiriye û di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Li qada Zapê tevlî nav refên gerîlayan bûye, perwerdehiya xwe ya pêşîn li vir stendiye û bi kesayetiya xwe ya jîr û bi coş zû hînî jiyana gerîlatiyê bûye.Ligel ku ew di refên gerîlayan de nû ye, di nav peywirên pratîk de cih girtiye û ev peywir bi serkeftî bi cih aniye.
Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em ê her dem girêdayî bîranîn û armancên şehîdên xwe yên hêja bin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin û tola wan bistînin.
28’ê Çileya 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê