HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

20'ê Adara 2018'an li herêma Çiyayê Bizina ya Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me yên gerîla de şer qewimî.

Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. 2 gerîlayên me heta fîşeka xwe ya dawî bi canbexşane şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Madora Serêkanî

Nav paşnav: Vehbiya Alî

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Dayik-Bav: Emîra-Hisên

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Adara 2018'an / Şirnex

 

Madora – Vehbiya Ali

Nasnav: Xwînda Marînos

Nav paşnav: Aysel Dûman

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Perîşan-Mehmet Tahîr

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Adara 2018'an / Şirnex

 

Xwinda – Aysel Duman

Hevala me Xwînda Marînos li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku malbat nêzî têkoşînê bû û gelek mirovên ji xizmên wê tevlî nava têkoşîna azadiyê bûbûn, hevala me Xwînda jî di emrekî biçûk de têkoşîn nas kir û sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bû. Di nava gerîla de xwedî li nasnameya jinê ya azad derket û bû yek ji gerîlayên YJA Starê yên dilsoza Rêber Apo. Hevala me Xwînda ji aliyê gerîlatiyê ve xwe perwerde kir û bû gerîlayeke şareza. Heta dawiyê bi nirxên hevrêtiyê re dilsoz bû. Li herêma ku lê ji dayik bû, li Botanê heta nefesa xwe ya dawî bi rengê canbexşane gerîlatî û şer kir.

Hevala me Madora Serêkanî li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Bi destpêkirina şoreşa rojava re bala wê bêhtir çû ser têkoşîna azadiyê. Hevala me Madora sala 2013'an berê xwe da çiyayên azad û pê bawer bû ku heta gelê me li çar parçeyên Kurdistanê azad nebe, wê aramî nekeve nava gelê Kurd. Bi hest û hişmendiya neteweyî tevlî nava refên têkoşînê bû û li ser vê bingehê xwe bi pêş ve bir. Tevî ku emrê wê ciwan jî bû, bû gerîlayeke şareza ya YJA Starê. Li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo ya jinên azad, ji bo şerekî xurtir bike berê xwe da Botanê. Û ji bo azadiya gelê Kurd heta kêliya dawî bi rengekî canbexşane şer kir.

Ji ber her du şehadetan sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin û en soz didin, heta ku em gelê xwe azad bikin, ku armanca şehîdên me bû, em ê bi rengekî bê eman têkoşîna xwe bidomînin.

 

27’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê