Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê îlonê de (îroj) di navbera saet 00.00-02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şeşdara, Geliyê Pisaxa û Girê Bêtalma ku bi ser Heftenîn’ê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Di 1’ê Îlonê de di navbera saet 19.00-20.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Satê û Diyê ku bi ser Zagrosê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 1’ê îlonê de di navbera saet 21.00-22.00’ande li Şirnex li dijî herêma Basret ku bi ser Gabarê ye ji aliyê helikopterên kobra hatiye bombebarankirin.
4. Ji 28’ê îlonê û virve li navçeya Mêrdînê Nisêbînê li dijî Panavê, Serê Geliyan, Warê Boşo, Çela Hecî, Gundê Çalê û Gundê Bozgirê ji aliyê yekîneyên veşartî yên ên Artêşa TC’ê hewldanên kemîn û keşfê hatiye kirin. Di 1’ê cotmehê danê êvarî yekîneya dijmin a veşartî bêencam paşde zîviriye.
2 Cotmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG