ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku artêşa Tirk a dagirker ji Qereqola Oremar li hemberî herêmên Şuke Birê, Şehîd Xefûr, Şêx Mamê, Gundê Birê, Tepê Şehîd Egîd bi obûs û hewanan bombebaran kiriye. Li hemberî van êrîşên artêşa Tirk a dagirker hêzên me yên gerîla di kêliya wê de bersiv dane. Çepereke obûs û hewanan ji aliyê gerîlayên me ve hatiye îmhakirin. Dîsa wesayîta JMR a di qereqolê de jî li ser bersiva gerîlayên me şewitiye û îmha bûye. Gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane Girê Şehîd Şiyar (ev gir di kontrola artêşa Tirk a dagirker de ye) û ewlekariya Qereqola Oremar dike. Li vir jî tankeke artêşa Tirk a dagirker hatiye îmhakirin.
2. Di heman rojê danê sibê 05.00’an de balafirên bêmirov li ser herêma Avaşîn a di nav Herêmên Parastinê yên Medya de geriyane û wiha dewam kir: “Gera balafirên bêmirov heta niha jî didome. Ji 26’ê Tîrmehê heta niha balafirên bêmirov li ser herêma me ya Zagros digerin. Dîsa 28’ê Tîrmehê saet di navbera 16.00 û 20.00’an de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma me ya Zapê geriyane.”
3. Di navbera 25-27’ê Tîrmehê de endamên JÎTEM û cerdevan li bejahiya gundê Fîteşe yê girêdayî Farqîna Amedê xebatên kemîndanîne dikin.
29 Tîrmeh 2014
Navenda Ragahandin û Çapemenî- HPG