Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16’ê îlonê de li Şirnex li dijî Girê Hirmo û gundên Şaxo û Hewlê ku bi ser Cûdî ne ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di çerçoveya operasyonê de li dijî herêmê ji aliyên Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra û tankan hatiye bombebarankirin. Di encama bombebarana de şewata li herêmê destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
2. Di 17’ê îlonê de (îroj) ji saet 09.00 û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Şehît Viyan û Gundê Heliz ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havan û obusan tê lidarxistin.
3. Ji 15’ê îlonê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî gir ên Şehît Berîtan, Koordîne û Telefonê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havn û obusan tê lidarxistin.
4. Di 16’ê îlonê di navbera saet 21.00-23.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Alaniş ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
5. Di 14’ê îlonê de li navçeya Osmaniye Hasanbeyli yê li dijî maşîneke polisan a dewriye digeriya ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke bersivdayînê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de ya ku ji aliyê me hatiye zelalkirin 2 polîs hatiye birîndarkirin.
17 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG