HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

1. Li herêma Zapê;

– Di 9’ê Avrêlê saet 11:30’an de dagirkeran êrîşî çeperên berxwedanê yên Sîdayê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û pevçûn çêbû.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe;

– Di 9'ê Avrêlê de li qada Sîdayê çeperên me yên berxwedanê carekî bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

–Di 9 û 10’ê Avrêlê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên Çemço û Sîdayê 16 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

10’ê Avrêla 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê