Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:
1. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe;
– Di 28’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîda bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 27 û 28’ê Adarê de Qada Berxwedanê Girê Cûdî, heremên Girê Çarçêl a Metîna û Geliyê Balinda ya Zapê 4 caran bi balafirên şer bombekirin.
– Di 28 û 29’ê Adarê de Qadên Berxwedanê Girê Cûdî û Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Çemço û Sîda 15 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
29’ê Adara 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê