Çapemenî û Raya Giştî Re
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser hêzên me yên ku cihê xwe yên niha diparêzin, didomînin. Dagirkeran 23 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên bi vî rengî ne;
– Di 10’ê Adarê de qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.
– Di 11’ê Adarê de qada Berxwedana Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên Çemço û Sîda 21 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
12’ê Adara 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê