Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di navbera 9 û 12 ê Avrêlê de dewleta dagirker a Tirk li dijî Herêmên Parastina Medya êrîşên berfireh pêkanîn. Hurgiliyên êrîşên dagirkeran wiha ne:
1. Di rojên 9 û 10 ê Avrêlê de navbera saetên 20:00-21.30 an de herêma Girê Hekarî ya girêdayî Metîna ji aliyê qerekolên ser sînor ve bi obusan hate bombebarandin.
– 10'ê Avrêlê di navbera saetên 15:00 – 18:10 an de herêma Werxelê ya girêdayî Avaşîn ji aliyê qereqolên ser sînor ve bi obusan û 3 caran jî bi balafirên şer hate bombebarandin. Heman rojê di saet 18.25 an de herêma Kunîşka ya girêdayî Zapê bi balafirên şer hate bombebarandin.
– 11'ê Avrêlê ji saet 19:00 an heta 12’ê Avrêl’ê saet 06.30 an herêma Girê Hekarî ya girêdayî Metîna destpêkê ji aliyê qereqolên ser sînor ve bi obusan, piştre jî 7 caran bi balafirên şer hate bombebarandin.
– 11'ê Avrêlê di navbera saetên 20:30 - 20:45 an herêmên Çemço, Şehîd Şahîn, Kurojahro, Karker û herêma Werxelê ya girêdayî Avaşîn 9 caran bi balafirên şer hate bombebarandin.
– 12'ê Avrêlê di navbera saetên 18:30 - 19:30 an de de herêma Girê Hekarî ya girêdayî Metîna ji aliyê qerekolên ser sînor ve bi obusan hate bombebarandin. Heman şevê li herêma Mervanos a girêdayî Avaşîn tevgera helîkopteran çêbû.
13 ê Avrêl a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê