Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 23'ê Adarê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombardûman li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê kirin. Ji ber bombardûmanê 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bên eşkerekirin.
2. 13'ê Gulanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet di 15:00 de qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê û saet di 13:00 û 20:30 de qada Tepê Sor a herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.
14'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê