HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medya êrîşên hewayi yên berfireh pêk anî. Agahiyên berfireh yên derbarê van êrîşên ku tu encam negirtine wiha ne:

Di navbera 11 û 18 Sibatê de herêma Girê Hekarî û derdora wê ya girêdayî Metîna 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di rojên 15, 16 û 17 ê Sibatê de herêmên Çemço û Sîda yên girêdayî Zapê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 18 ê Sibatê saet 12.30 an de herêmên Dola Şêranê û Kafya yên girêdayî Garê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 19 ê Sibatê saet 10.00 an de herêmên Girê FM û Girê Cudî yên girêdayî Zapê2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di rojên 19 û 20 ê Sibatê saetên nîvro de herêma Ava Lolanê û derdora wê ya girêdayî Xakurkê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 19 ê Sibatê herêma Girê Ortê ya girêdayî Metîna bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 19 ê Sibatê navbera saetên 10.00 – 10.15 an de herêma Werxelê ya girêdayî Avaşîn 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

 

21’ê Sibata 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê