HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

13'ê Mijdarê danê nîvro li herêma Zapê qada Girê Amediye û 14'ê Mijdarê saet di 13:48'an jî qada Gundê Fileha bi balafirên şer hatin bombekirin.

13'ê Mijdarê saet di navbera 19:30-20:30'î de li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê liv û tevgera helîkopteran hebû. Li nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê jî derdora gundên Kêste û Hirorê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Heman rojê danê nîvro qada Golkayê bi balafirên şer hate bombekirin.

14'ê Mijdarê saet di navbera 19:50-22:00 de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos û Banistayê liv û tevgera helîkopteran hebû. Êvara heman rojê li herêma Zapê qadên Kela Bêdewê, Kûnişka û Girê Şehîd Simko bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

14'ê Mijdarê saet di 14:30'î de li nehiya Çemankê ya Duhokê derdora gundê Dêrikê bi balafirên şer hate bombekirin.

15'ê Mijdarê saet di 14:00 de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê bi balafirên şer hate bombekirin.

16’ê Mijdara 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê