Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa TC a dagirker ku li hember hêzên me bi êrîşên berfireh jî nikare encamê bistîne, êrîşên hewayî yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomîne.
Agahiyên li ser êrişan wiha ne; ku tiştek bi hêzên me nehatiye:
– 16'ê Çile saet 09:30'an qada Çiyayê Reş a herêma Zapê û kendalên Girê Rûbar 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– 18'ê Çile saet 09:30'an qada Girê Hekarî ya herêma Metîna du caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– 18'ê Çile saet di navbeyna 22:00-22:20'an de li qada Şehîd Serdar a herêma Avaşînê tevgera helÎkoptêran çêbûye.
– 18 û 21'ê Çile Deriyê Hirçê û qadên Girê FM yên bi ser herêma Garê ve 6 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.
22’yê Çileya 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê