JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ RE!
Di êrişa hewayî ya rejîma Tirk a qirker-mêtinger de ku 10'ê Mijdarê li Geliyê Axvanosê kir, fermandarê me yê hêja Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) tevî hevalekî li gel xwe şehîd bû. Şehadeta Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Qada Dersimê hevalê Yilmaz û hevalê pê re, bû yek ji xelekên girîng ên dîroka me ya têkoşînê.
Fermandarê me bi fedakarî û welatparêziyeke xurt, bi wêrekî û lehengiyeke bêhempa têkoşiya. Ji malbata wî ya fedakar û hêja û tevahiya gelê Dersimê re sersaxiyê dixwazin. Bila serê tevahiya hêzên gerîla sax be yên ku li çiyayên Dersimê bi biryardarî û lehengiyeke mezin li ber xwe didin, bila serê tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Fermandarê me yê leheng ku mîna navê xwe bû, ala serketinê radestî me kir û em soz didin ku ji bo bîranîna wî em ê vê alê li ba bidin.
Nasnav: Yilmaz Dersim |
Yilmaz – Îsmaîl Surgeç
Zarokê serhildêr ê Dersim a serhildêr fermandar Yilmaz di têkoşîn û berxwedana hebûnê ya gelê Kurdistanê de her tim xwedî cihekî girîng bû. Ji bo me hevrêyên wî, cihê wî gelekî cuda bû. Şehadeta vî ewladê leheng û serhildêr ê Kurdistanê ji bo me bi qasî xemgîniyê xwedî wateyeke mezin e. Li Dersimê, ku di herikîna dîrokê de timî weke keleha berxwedanê nasnameya Kurd û Elewîtiyê temsîl dike û warê Seyîd Rizayan e, fermandar Yilmaz bû navê hesabpirsîna dîrokî ya ji dewleta Tirk a mêtinger-qirker. Leşker û hevrêyên fermandar Yilmaz wê hesabê pêwîst bipirsin. Neviyên Seyîd Riza ku digot, 'Bila dost û dijmin her kes zanibe, li Dersimê li binê her darekê lehengek radizê', şopdarên Sarayan, Baranan, Atakanan, Jîndaran, Çetînan, Zînan û Yilmazan, wê dîroka berxwedanê ya Dersimê bi serketinê tacîdar bikin û ji mêtingerî û qirkeriyê teqez hesabê pêwîst bipirsin.
Hevrê Yilmaz ku 4 roj beriya salvegera şehadeta Seyîd Riza û hevrêyên wî tevlî karwanê şehîdan bû, fermandarekî fedayî yê Apoyî bû ku astengî nas nedikir û jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kir. Ew li nava malbateke ku dilsozê nirxên xwe bû mezin bû. Ew lehengek bû ku hîn di biçûkaniya xwe de bi çanda welatparêziya şoreşger mezin bû û ji bo tola du kekên xwe yên şehîd bûn hilîne bi rê ket. Hîn di temenê ciwantiyê de, di dema xwendina dibistanê de zext û êşkenceya polîsan dît, 2 caran kete girtîgehê, lê ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda, berevajî; hîn bêhtir li têkoşînê tûj bû û bi hêrsa şoreşgerekî mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Ew ewladekî leheng ê Dersimê bû. Pratîka 27 salan a bênavber a li nava têkoşîna gerîla, destaneke berxwedanê bû. Hevrê Yilmaz ku heyranê çiyayên Dersimê bû, li her qada Dersimê geriya bû û têkoşiya bû. Bi kesayetiya xwe ya bi coşa şoreşgerî timî karê zor û zehmet dikir. Li ser vê bingehê tevlî pêngavên ber bi Erzîngan, Koçgirî, Derya Reş bû û fedakariyeke mezin kir.
Dema ku Rêber Apo bi komployeke navneteweyî hêsîr hate girtin tim çalakiyên fedayî pêşniyaz kir, ji bo ku bibe şopdarê Zîlanan bi çoşiyeke mezin tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet bû û bi salan fermandarî ji fedayiyên Hêzên Taybet re kir. Fermandarê me yê hêja ku li Qada Dersimê peywirên cihê bi cih anîne bi wêrekî, dirûstî, fedakarî, bi helwesta xwe ya biryardar a li ser xeta Şehîdan û Rêber Apo bû milîtan û fermandarekî bêtawîz. Malbatên hêja yên şehîdên me ku zarên wiha bedew û leheng digihînin û gelê Dersimê bi van şehîdên me yên wiha destana lehengiyê û bi fermandar Yilmaz çendî şanaz bin di cih de ye.
Em, ji bo ku ew siûda me çêbûye ku bi lehengên weke Yilmaz Dersim re hevrêtiyê bikin em ê tim şanaz bin û di doza azadiya pîroz de em ê bi biryardarî li ser rêya wan bimeşin, bi çarçoweya ku em bîranîna wan û xewn û xeyalên wan pêk bînin em ê bibin şopdarên wan û teqez bibin hevrêyên wan. Em pê dizanin, ji Seyîd Riza heta bi Sara, Yilmazan bîranînên hemû şehîdên xwe encex ku em bikaribin Çiyayên Pîroz ên Dersimê bikin keleha berxwedanê dikarin bidin jiyîn. Li Dersimê Yilmaz wê zêde bibin, li Dersimê her gerîla wê bibe Yilmaz, çiyayên Dersimê wê ji mêtingerî û qirkeriya Tirk re bibe goristan. Di meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de fermandar Yilmaz tim wê bijî, giyanê wan ên bijarte û fedayî di meşa Kurdistana Azad de wê tim bijîn, ev ruh û wêrekiya wan ji bo ku gerîlayên Kurdistanê bikin gerîlayên serfiraziyê wê bibe kaneke sereke ya hêzê û têkoşîna me serfiraz bike.
Şehîd Namirin!
Bijî Serok Apo!
18’ê Mijdara 2020
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ A PARASTINA GEL