HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Fermandar Ûlaş Dersim yê ku yek ji zarokê wêrek ê Dersimê û gelê Kurdistanê ye, di 9’ê Hezîrana 2021’an de di bomberdûmana dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.

 

 

Nasnav: Ûlaş Dersim
Nav Paşnav: Ûlaş Dogan
Cihê Jidayîkbûnê: Dersim
Dayik – Bav: Hekîme – Eşref
Dem û Cihê Şehadetê: 09’ê Pûşpera 2021 / Herêmên Parastina Medya

Ûlaş – Ûlaş Dogan

Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê malbata hêja ya rêheval Ûlaş Dersim di serî de, ji hemû gelên Kurdistanê, gelê Dersimê ya ku warê şoreşgerên wêrek in, sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku di şexsê Ûlaş Dersim de em ê li ser xeta şehîdan teqez ji dijmin hesap bixwazin.

Hevrê Ûlaş Dersim di sala 1978’an de li Dersimê di nav malbateke kedkar û hejar de ji dayik bûye, di derdoreke çepgir de mezin bûye. Hevrê Ûlaş bi êşa mezin a terteleya Dersimê û çîrokên berxwedanê ya bi hezaran qehremanên bênav mezin bûye û dîtiye ku bêedaletî û neheqiyek heye. Hevrê Ûlaş zilma li ser gelê Elewî û Dersimê tu carî ji bîr nekiriye, ji ber vê li hemberî dewletê helwesta xwe diyar kiriye û tevlî nav pergalê nebûye. Hevrê Ûlaş heqîqeta têkoşîna PKK’ê dîtiye û biryar daye ku tevlî nav refên PKK’ê bibe.

Di sala 1997’an de li zanîngehê dema beşa endezyariyê dixwend, xwendina li dewleta Tirkan red kiriye û li Dersimê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Li ser axa ku ji dayik bûye, dest bi meşa şoreşgeriyê kiriye. Têkoşîan gerîlayên PKK’ê ya ku tu astengî û dijwarî wan nade sekinandin û têkiliya hevrêtiyê ya ji dil û can, bûye bingeha têkoşîna wî. Di navbera salên 1997-2002’an de dema ku derfet gelekî kêm bûn û êrişên dijmin zêde bû, wî li çiyayên Dersimê têkoşîna xwe domandiye. Di vê demê de dersên mezin ji pratîka xwe ya têkoşînê stendiye, tecrubeyeke mezin bi dest xistiye, wekî fermandarekî di pratîkê de xurt bûye di sala 2002’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye.

Piştî ku li qadên Xinêrê, Qendîl û Zapê maye di sala 2006’an de dîsa berê xwe daye Dersimê. Ji sala 2006’an heta 2014’an li çiyayên Dersimê li gelek qadan di asta berpirsyar de têkoşiyaye û endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê bû.  Li ser doktrîna Şerê Gel ê Şoreşgerî, bi baweriya ku dijminê dagirker bi têkoşîna xweparastinê û berxwedana gel dikare têk biçe, xebatên xweparastinê jî kiriye. Ji ber taybetiyên xwe yên şervanî, wêrek û li ser fikra xwe, tu dijwarî ji xwe re wekî astengî nedîtiye û meşa xwe ya têkoşînê bi biryardarî domandiye. Di sala 2014’an de dîsa çûye Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştî perwerdehî û kûrbûnê dîsa wekî endamekî fermandariya eyaletê heta kêlîka ku şehîd bûye vê peywira xwe domandiye. Di 9’ê Hezîrana 2021’an de dema ku li ser peywira xwe bûye, di êrişa hewayî de şehîd bûye.

Di têkoşîna xwe ya domdar a 24 salan de, ji şervaniya milîtaniya Apoyî heta fermandariyê di gelek peywirên cihê de cih girtiye, li her qadê bi awayekî fedakar tevlî xebatan bûye. Hevrê Ûlaş wê bi jiyan û pratîka xwe bibe yek ji fermandarê nemir ê dîroka me ya têkoşînê.  Gelê Dersim û Kurdistanê û ciwan di serî de, em hevrêyên wî jî em ê wî ji xwe re bikin mînak, wê alaya têkoşînê were bilindkirin. Armanca jiyana sosyalîst a azad û demokratîk ya ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên bindest wê teqez pêk were.

23’ê Pûşpera 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê