HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Fermandarên pêngavên şoreşger ên li Serhedê Hevrêyên me Rohat Amed û Şoreş Andok ku 21'ê Tîrmehê li Patnosê û li qada Arzepê ya Gilîdaxê yên Agiriyê di şerê dijî artêşa TC'ê ya dagirker de heta bi hilma xwe ya dawî şer kirin, alaya azadiyê ku ji Ihsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskiyê Têlî dewr girtin heta dawiya jiyana xwe parastine.

 Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

 

Nasnav: Rohat Amed
Nav Paşnav: Ramazan Akalin
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Dayik – Bav: Şerîfe – Mehmet
Dem û Cihê Şehadetê: 2
1'ê Tîrmeha 2021’an / Serhed

Rohat – Ramazan Akalin

 

Nasnav: Şoreş Andok
Nav Paşnav: Kasim Kaya
Cihê Jidayîkbûnê: Colemêrg
Dayik – Bav: Behîce – Sadî
Dem û Cihê Şehadetê: 2
1'ê Tîrmeha 2021’an / Serhed

Şoreş – Kasim Kaya

Hevrêyê me Rohat li Amedê li nav malbateke welatparêz û bi rêz û rêçikên çanda Kurdî çêbûye. Ji ber sedema ku malbat li xasetên Kurdatiyê xwedî derketiye hevrêyê me Rohat bi van nirxan mezin bûye. Bi geşbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li nav malbatê meylek li ser tevgera me ya azadiyê çêbûye û tevlî partiya me PKK'ê bûne. Ji ber sedema ku ji malbatê hin jê tevlî nav refên gerîla bûne û ji ber derbên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li pey hev li ser dagirkeran û ji ber ku rûyê rast ê dewleta Tirk a qirker bi têkoşîna me derketiye holê, hevrêyê me Rohat ketiye nav liv û tevgerekê. Bi vê liv û tevgerê bêhtir bala xwe daye ser tevgera azadiyê û di serî de xebatên ciwanan, gelek xebatên legal kirine. Dema van xebatan rastiya me ya gel û civakê xweştir nas kiriye, li pirsa azadiyê ya gelê me hûr bûye. Her wiha xasetên pergala kapîtalîst ku mirov ji rastiya wê dûr dixe, dike ku mirov li xwe xerîb bibe ji binî ve red kiriye û bawerî pê aniye ku jiyaneke mirovî encex bi pergaleke sosyalîst dikare bibe. Piştî ku hevrêyê me Rohat qinyatê pê tîne ku jiyana bi azadî û rûmet ya ku lê digere li nav PKK'ê ye sala 2005'an tevlî nav refên gerîla dibe.

Roja pêşî ya ku tevlî nav gerîla bûyî ku ji ciwantî ve xeyala wê dikir tevlî nav gerîla bibe, dema ku çav li yekîneyên pêşî yên gerîla dike ev zehf tesîrê li ser dike, vê kêliyê weke kêliya herî hêja û nayê jibîrkirin a jiyana xwe dinirxîne. Ji ber ku felsefeya jiyanê ya ku diparêze û pîvanên jiyana gerîla li hev dike, hevrêyê me Rohat zû hînî jiyana gerîla û çiya bûye, di demeke kurt de serwextî hemû kitekitên gerîla bûye. Hevrêyê me Rohat dibe heyranî çiya û cografyaya Kurdistanê ku ji bo têkoşîna azadiyê lê bide hatiyê, bi sirûşta Kurdistanê re dibe yek. Ji ber vê xwestiye ku tevahiya cografyaya Kurdistanê nas bike, xwestiye li hemû qadên Kurdistanê gerîlatiyê bike. Bi xasetên xwe yên kedkar û fedekarî li her qadê xebat kiriye, bi vî aliyê xwe tam bûye milîtanê peywirê. Di serî de Qadên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên welatê me Kurdistanê xebatên şoreşê kiriye, bi tecrûbeya xwe bûye fermandarekî zîrek ê gerîla. Her wiha bi xisletê jiyana xwe ya sosyalîst nasnameya sosyalîst a partiya me PKK'ê di kesayata xwe temsîl kiriye, ji vî alî ve hemû hevrêyên wî ew mînak ditiye. Hevrêyê me Rohat bawerî pê aniye ku li dijî şerê tayet ê dijmin ku rojê 24 saetan dike, divê 24 setan têkoşîna îdeolojîk were dayin û ji vî alî ve tim hewl daye ku xwe pêş ve bibe. Ji ber vê tim ketiye nav liv û tevgerekê, di kesayata xwe de şroeş li ser şoreşê kiriye. Geşedana li kesayata xwe qet nedaye sekinandin, kiriye ku zû li rewş û diyardeyên nû were. Bi vê çarçoweyê bi ruh û can bawerî bi doktrîna Jinûveavabûn û Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ku ji bo gerîlatiya serfiraziyê wer avakirin ketî rojeva rêxistina me. Hevrêyê me Rohat ji bo baweriya xwe ya bi serfiraziyê, tecrûya xwe bi hemû hevrêyên xwe re par ve bike û ji bo ku her hevrêyê xwe bike milîtanê pêşeng ê meşa me ya serfiraziyê pir hewl daye. Bi pêvajoya perwerdehiyê ya bi sedan hevrêyê xwe re têkildar bûye, geşedanên hevrêyên xwe gav bi gav şopandiye. Ji vî alî vê, hewl daye ku peywirên hevrêtiyê bêkêmasî bi cih bîne û nirx li nirxên sereke yên partiya me zêde kiriye.

Hevrêyê me Rohat bi fermandariya xwe tim hewl daye tevlî meşa me ya şoreşê û serfiraziyê ya li Bakurê Kurdistanê bibe, li ser vê mijarê rawestiyaye. Bawerî pê aniye ku Şoreşa Kurdistanê encex bi têkbirina dewlat Tirk a mêtinger dikare bibe û ji bo vê ramana xwe pêk bîne derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Hevrêyê me gelek çalakiyên ku li Serhedê derben giran li dijmin dayî hem koordîne kiriye û hem jî ew bi xwe tevlê bûye û bûye yek ji mînaka fermandarên bêmînak. Herî dawî li qada Patsonê di şerê dijî dijmin de heta hilma xwe ya dawî bi lehengî şer kiriye, pêdiviyê milîtaniya Apoyî bi layiqî bi cih aniye û şehîd bûye.

Hevrêyê me Şoreş li Colemergê ku li Botanê bi welatparêziya xwe û bi serhildanên di dîroka xwe de tê zanîn çêbûye. Ji ber sedema ku derdora lê jiyayî qada çalak a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye û ji ber welatparêziya ji dîrokî ve tê, meyla xwe li ser Têkoşîna Azadiya Kurdistanê çêbûye. Hevrêyê me Şoreş bi demê re fêhm kiriye ku divê meyla xwe bide ser têkoşînê, di serî de xebatên ciwanan li gelek qadan xebatên şoreşger kiriye. Lê li dijî gavên faşîstî yên dewleat Tirk bawerî pê aniye ku bi geşkirina têkoşîna gerîla serfirazî û serkeftin pêkan dibe.

Hevrêyê me Şoreş bi vê armancê sala 2013'an tevlî nav refên gerîla dibe, ji bo ku xewn û xeyala zaroktiya xwe pêk tîne pir kêfxweş dibe, tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê bi moral û têkoşîneke çalak dike. Gerîlatiyê û jiyaya çiyê weke şêwaza jiyanê qebûl dike, enerjiya ku ji sirûşta Kurdistanê standî, dike haveynê geşkirina têkoşînê. Ji ber vî xasetê xwe ti gaveke jiyana xwe vala nehiştiye, hemû dema xwe daye ji bo ku hevrêyên xwe geş bike. Hevrêyê me Şoreş pir bala xwe dide ser hunera leşkerî, li ser mijara taktîk û stratejiya şer, hewl daye ku li dijî dijmin çalakiyên zengîn û afirandêr bike. Bi vê çarçoweyê pêşengî li gelek çalakiyan kiriye ku li herêma Xakurkê pê derbên giran li dijmin dane û raya giştî li van van çalakiyan xwedî derketiye. Di çalakiyan de bi şêwaza fedayî derketiye pêş, bi vê şêwaza xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bûye mil3itanê Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Şoreş weke gelek hevrêyên xwe xeyal kiriye ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, ji bo ku vê xeyala xwe pêk bîne pir hewl daye. Sala 2019'an derbasî Eyaleta Serhedê dibe, li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê dike ,tecrûbeya xwe ya li ser şer bi hostayiyeke mezin li qadê bi cih tîne. Bi şêwazeke fedayî tevlî gelek çalakiyên li herêma Serhedê dibe, di van çalakiyan de dijmin tê şehtkirin. Hevrêyê me Şoreş bi aliyê xw eyê dilnimz, kedkar û li serkeftinê rawestiyayî ,bûye yek ji mînaka bijare ya Şoreşa Kurdistanê, herî dawî li qada Gilîdaxê, di şer de bi fedayî şer kiriye û şehîd bûye.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me fermandarên leheng Rohat û Şoreş ku bi jiyana xwe û bi şêwaza xwe ya fedayî ya li nav şer rêya serfiraziyê û şoreşê nîşan dane û bi şehîdbûna xwe ya talîmata pêkanîna xeyala 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad'' dane, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

4’ê Îlona 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê