Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, di 16’ê Îlonê de li qada Garisa ya Sêrtê çalakiyek li dar xistiye.
Yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku dixwest li Girê Dihêya Berê ya li qada Garisa bi cih bibe, bûye hedefa hêzên me. Gerîlayên me ji du milan ve li vê yekîneyê dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qada Garisa dane.
2. Di 23’ê Îlonê de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li qereqola TRT Gabarê ya li Şirnexê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.
Di 24’ê Îlonê saet di 13.10 û 15.50’an de hêzên me careke din li qereqola TRT Gabarê ya li Şirnexê dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.
3. Di 24’ê Îlonê de saet di navbera 21.30-22.20’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker girê Cehennemê yê Zapê û qada Basya ya herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.
25 îlonê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê