Ji çapemenî û raya giştî re!
Me diyar kiribû ku 27’ê Tîrmehê (îro) di navbera saet 12:00 - 13:00’an de girê Goste û Arê yên girêdayî herêma Xakurkê, 26’ê Tîrmehê saet di navbera 19:00 - 23:30’î de qadên Mêrgezerê, Lîse Teyra yên li herêma Zagros, girê Brûsk û Dem ên girêdayî qada Çarçela, saet 22:00'an keleha Ertûş a li ser xeta herêma Zapê û qadên Şehîd Denîz ê Tepê Zeytûna yên li ser xeta sînor a Zapê balafirên şer bomberdûmanek pêk anîne. Di bomberdûmanê de ji sê gerîlayên me yên birîndar bibûn hevalê me Baz-Cûma tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd ketiye.
Heval Baz ê berpirsyartiya şopandina rêya xizmên xwe yên şehîd hildigirt û ji Bakurê Kurdistanê tevlî nav refên têkoşînê bû di demeke kurt de pêş ket. Hevalê me baz lêhûrbûnên xwe yên li herêmên gerîla bi ruhê Apoyî yê demê re ku kir yek ji bo mîlîtantiyeke bi biryar kedeke mezin da. Em ê vê wezîfeya hevalê me Baz dewrî me kiriye bi layiq bînin cih û xwedî li têkoşîna wî derkevin.
Nasnameya gerîlayê me jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Navê Kod: Baz Bahtiyar
Nav Paşnav: Cuma Tunç
Cihê Dayîkbûnê:Van
Navê Dayîk û Bav:Meryem - Abdulhamit
Cih û Dîroka Şehadetê:26 Tîrmeh 2015 / Herêmên Parastinê Medya
Baz – Cuma Tunç
27 TÎrmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG