HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, têkoşîna xwe ya destanî ya ku bûye hêviya hemû gelên bindest didomîne.

Hêzên me yên gerîla li ser navê biratiya gelan ji bo tolhildana 9 mirovên bêguneh ên li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatin qetilkirin, rêze çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyên tîmên me yên bi tevger de; Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 2 çeper, 1 dron û 1 pergalek a kameraya mobesse hatin rûxandin û wesayîtek zirxî hate derbkirin.

Artêşa Tirk a tawanbarê şer ku nikare berxwedana hêzên me bişkîne, 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 11 caran bi balafirên şer, 33 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî çekên giran, obus û hawanan çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê, bombe kirin. Artêşa Tirk a ku bi her cure teknîka şer û çekên qedexekirî yên kîmyewî êrîşî hevalên me yên li çeper û tunelan kir, ti encam negirt û vê carê jî bi wesayîtên zirxî û kepçeyan êrîşî çeperên berxwedanê kir. Lê artêşa Tirk a dagirker çi teknîkê bikar bîne jî, wê ti carî nikaribe ruh û îradeya fedayî ya Apoyî bişkîne.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 23’ê Tîrmehê de 1 drona ku ji aliyê dagirkeran ve ji bo bomberdûmankirina çeperên şer ên li Şikefta Birîndara hatibû şandibû ji aliyê hêzên me ve hate xistin û hate rûxandin.

23’ê Tîrmehê saet 06.00’an wesayîteke zirxî ya ku dixwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ve biçe, ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sabotajê hate derbkirin.

23’ê Tîrmehê saet 12:30’an de 1 pergala kameraya mobesse ya ku ji aliyê dagirkeran ve li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hatibû bicihkirin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate rûxandin.

23’ê Tîrmehê saet 12:30’an de dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hilweşînin, bi çekên giran hatin derbkirin. Wesayîta kepçeyê ku ji ber vê çalakiya hêzên me hate derbkirin, neçar ma ji çeperên şer dûr bikeve.

23’ê Tîrmehê saet 19:30’î bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hate xistin û çeperek hate rûxandin.

24’ê Tîrmehê di saet 05:30 û 06:00’an de hêzên me li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin dan . Di encama van çalakiyan de 1 dagirker hat cezakirin û 1 jî birîndar bû.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş ya Cenga Xabûrê de;

Di 22’ê Tîrmehê saet 21:40’an de helîkopterên êrîşê yên xwestin Herêmên Berxwedanê ya Girê Amediyê bombebaran bikin, hatin hedefgirtin. Piştî mudaxeleya hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Di 22’ê Tîrmehê saet 22:40’an de helîkopterên Skorsky ên ku dixwestin li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê leşker bi cih bikin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin derbkirin û ev helîkopter beriya ku dakevin neçar man ji qadê derkevin.

Roja 23’ê Tîrmehê di saet 12:40 û 17:15’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê derb li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, hatiye xistin.

Di 23’ê Tîrmehê saet 19:05’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve ên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin.

Di 23’ê Tîrmehê saet 23:40’an de, qereqola Kanî Masî ya artêşa TC a dagirker a li Metîna ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve yên YJA Starê ve hatiye hedefgirtin. Di vê çalakiyê de çepera ku hatibû hedefgirtin hate rûxandin û 2 dagirkerên hatin cezakirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kirî;

Di 23’ê Tîrmehê de çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, tank, helîkopter û balafirên şer pêk anî;

Di 23’ê Tîrmehê de li ser Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hekkarî, Saca û Şikefta Birîndara tevgera balafirên keşfê hate dîtin.

Di 23’ê Tîrmehê de qadên Gundê Sêdarê, Gundê Mêranê û Kanîsarkê yên Garê û Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Saca, Sîda û Girê Cûdî 11 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin.

Di 22 û 23’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediye, Girê Cûdî, Karker û Kurojahro 33 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 23’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hakkarî bi dehan caran bi çekên giran, obus û hawanan hatin bombekirin.

 

24 ê Tîrmeha 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê