HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me di roja 27'ê Mijdarê de  ji 4 baskan ve li hemberî qereqolên Şkêr, Serê Sevê, Tepê Ortê û Girê yên li navçeya Colemêrg Çelê çalakî lidar xistin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir.

Hêzên me derbên bi bandor li avahî, nizanimiye, çepera tankê, 2 çeperên din û konteynira li hewşa qereqola Şkêr xistin. Li vê derê kuştî û birîndarên Tirk çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin. Baskê 2. jî li qereqola Serê Sevê û konteynira li hewşa wê xist. Baskê 3. kûle û çepera tankê ya qereqola Tepê Ortê hedef girt. Hejmara mirî û birîndarên li her du baskan nehat zelalkirin. Baskê 4. jî derbên bi bandor li qereqola Girê xist û li vir leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîma Skorsky rakir. Li dû çalakiyê artêşa TC heta saet 16:30 bi obus, hawan û tankan qadên heta gundê Latê Kewa û Ditaza bombe kir. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê me, bi wesîleya salvegera damezrandina partiya me û ji bo bîranîna hevrêyên me yên di dema dawî de şehîd ketine, hat lidarxistin.

Di 25'ê Mijdarê de saet di 15:45'an de gerîlayên me li hemberî qereqola li gundê Golê yê ser bi navçeya Mêrdîn Mehsertê çalakiyek hat lidarxistin û leşkerek hat kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna berxwedana gelê Nisêbînê hat kirin.

Di 27'ê Mijdarê de saet di navbera 07:30-08:00 de hêzên me yên gerîla li dijî qereqola Arûş a li herêma sînorê Metîna  çalakiyek pêk anîn. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat kifşkirin.

Di 27'ê Mijdarê de saet di navbera 14:00-17:30 de li hemberî hêzên artêşa TC a li derdora Girê Şehîd Rahîme ya li herêma Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê bi cih bûn, hêzên me yên gerîla çalakiyek lidar xistin û li vir 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC, Girê Şehîd Afad û Dola Şehîd Rahîme bi obus û hawanan bombe kir.

28 Mijdar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG