HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Gêrîlayên me li dijî êrîşa leşkerên dewleta tirk ya dagirker di 28’ê Hezîranê dema ku gel li dijî çêkirina qereqolan li gundê Hêzan ê girêdayî navçeya Lîceya Amedê xwepêşandan kirin û di encama êrîşa leşkeran de ciwanê Kurd Medenî Yildirim hate qetilkirin û 9 kes birîndar bûn, çalakiyek ya bersivdanê pêkaniye. Di roja 3’ê Tirmehê li dijî qereqola Hegasor a ser bi navçeya Hêneya Amedê ve çalakiyek pêkanîne û di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

2. Di 3’ê Tirmehê di navbera demjimêrên 19:00 û 20:00’an de herêmên Kepê Mirîşka û girê Guvenlikê, gundên Talisa û Erbîş ên ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve ji aliyê artêşa Tirk ya dagirker bi obîs û hawana hatine topbaran kirin.

3. Di 1’ê Tîrmehê li herêma gundên Avanyurt, Şerefxan, Xirabsor ên girêdayî navçeya Saray ya Wanê artêşa Tirk ya dagirker operasyon daye destpêkirin. Her wiha ev operasyon di 2’ê Tirmehê de jî vekişiya ye.

4. Di navbera gundên Satmanê û Karahîsar ên girêdayî navçeya Saray ya Wanê, komek ya 12 kesî yên kontra nêzî sê mehe li herêmê faliyetan kemîna dikin.

4 Tîrmeh 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê