ji çapemenî û raya giştî re!
Di çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayên me HPG/YJA Starê de helîkoptereke bi tîpa Kobra hat xistin û 25 leşker hatin kuştin.
Li hemberî êrîşên artêşa Tirk ên li dijî pîrozmendiyên gelê Kurd şehîdgehan û li hemberî êrîşên tinekirinê yên topyekûn, gerîlayên me HPG/YJA Starê çalakiyên bi bandor ên bersivdayînê lidar xistin.
Di roja 21'ê Îlonê de saet di 17:00 de, hêzên me yên gerîlayên, li hemberî qereqola Rindikê ya li navçeya Colemêrg Çelê, ji du baskan ve bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Bi çekên B7 ên roketavêj re derbên xurt li avahiya polîsên tevger taybet û nîzamiyeyê hatin xistin. Di encama van derbên bi bandor de agir bi avahiyê û nîzamiyeyê ket. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Helîkopterên bi tîpa Skorsky ji bo rakirina mirî û birîndaran 3 caran xwe danîn qereqolê û rabûn.
Di roja 22'ê Îlonê de saet di navbera 10:00-13:00 de, li herêma gundê Dawuşa yê li ser rêya navbera Colemêrg û Çelê, gerîlayên me kontrola rê kirine. Di vê kontrolê de 2 wesayîtên sivîl ên malzeme ji Tûgaya Çelê re dibirin, ji aliyê gerîlayên me ve hatin sekinandin, hemû malzemeyên tê de hatin desteserkirin, ajokar hatin hişyarkirin û serbest hatin berdan. Piştî çalakiyê saet di navbera 13:00-14:30 de bi desteka pêgerên hewayî yên bêmirov re artêşa TC herêma gundê Dawuşa bi obus û hawanan bombe kir; 2 helîkopterên bi tîpa Kobra jî li herêmê dan. Ji ber lêdana helîkopterên Kobra hevalekî me giran birîndar bû û dûre şehîd ket. Danê êvarê saet di navbera 18:00-21:00 de balafirên şer bi desteka pêgerên hewayî yên bêmirov re bombe li herêma gundê Dawuşa barandin. Li vê derê gerîlayên me bi çekên giran derb li helîkoptera Kobra xistin û ev helîkopter li herêma Çemka ya 1 km. dûrî gundê Dawuşa ye, ketiye xwarê.
Ev çalakiya hat lidarxistin, ji bo bîranîna Baran Dêrsim û 3 hevalên me yên li Dêrsimê şehîd ketin, hatiye kirin.
Lı Geverê Leşkerek Hat Kuştın
Di roja 21'ê Îlonê, li taxên Orman û Cûmhûriyet ên navçeya Colemêrg Geverê hemberî wesayîteke zirxî ya bi navê 'dag geyîgî', tîmeke me ya gerîla çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiya ku bi çekên giran û ferdî hatin kirin de, leşkerek hat kuştin, 2 leşker birîndar bûn. Ev tîma me dûre xwe gihandiye baregehên xwe.
Ji roja 19'ê Îlonê û vir ve artêşa TC, ji navenda Şirnexê ber bi qereqola Serbesta ya li ser sînorê herêma Metîna ye, bi wesayîtên zirxî leşkeran vediguhezîne.
Lı Hemberî Konvoya Leşkerî Çalakıya Sabotajê
Di roja 22'ê Îlonê saet di 01:30 de, konvoyeke ji 50 wesayîtên zirxî ya artêşa Tirk, dema ji Colemêrgê diçû Wanê, li qada di navbera gundên Bableşîn û Guzeldereyê, rastî çalakiyeke sabotajê ya gerîlayên me hat. Di encama çalakiya sabotajê de wesayîteke bi tîpa kîrpî bi temamî îmha bû û 11 leşkerên di vê wesayîtê de mirin. Bi helîkopterên Skorsky û ambûlansan mirî û birîndar ji qada çalakiyê hatin rakirin. Di encama vê çalakiyê de rê ket rewşeke welê ku nema bê bikaranîn. Ev çalakî, li hemberî êrîşên li dijî şehîdgehên me ku nirxê pîroz ê gelê me ye, weke bersivdayînê hatiye kirin.
Lı Elbakê 13 Leşker Hatın Kuştın
Di 21’ê Îlonê de hêzên me yên gerîla li rêgeha di navbera qereqola Şelegom û navçeya Wanê de çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de wesayîteke zirxî ya kirpî hat îmhakirin. Li gor agahiyên zelal di wê wesayîtê de 13 leşker hatin kuştin.
Kontrayê Bı Navê Mahmût Kanat Hat Kuştın
Di 22’ê Îlonê de saet 20.30, li gundê Metîna yê girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê kontrayê bi navê Mahmût Kanat ji bo xebatên sîxurtiyê neke ji aliyê hêzên me ve hat hişyarkirin. Ev kontrayê li gor hişyariyên hêzên me tevnegeriya hatiye hedefgirtin. Ev kontrayê bersiv daye hat kuştin, kurê wî jî birîndar bû.
Lı Ser Rêyan Kontrola Gerîlayên Me Dıdome
Ji 15’ê Îlonê û vir ve rêyên navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêyên Çewlik û Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
Di 22’ê Îlonê de saet di navbera 11.00-19.00’an de hêzên gerîlayên me li ser rêya Pasûr û Farqînê nasname kontrol kirin. Her wiha der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.
Ev hefteyeke li deşta Mûşê, cerdevanên gundên Sosnit û Porgûmê li ser rêya asfaltê kemînan datînin.
Ji 12’ê Îlonê û vir ve rêya Bedlîs û Xîzanê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye. Dema kontrolkirina nasnameyan de, 3 wesayîtên hewldan ku birevin hatin şiyarkirin, cerdevanek ji gundê Şirnik ê girêdayî Bedlîsê hat binçavkirin. Piştî lêpirsîneke kurt, ev cerdevan hate berdan. Piştî çalakiyê qereqolên Hîvrîz û Tehtik ên girêdayî Bedlîsê derdorên xwe bi hawanan bomberdûman kirin.
Di 22’ê Îlonê de saet 10.00’an tîmek gerîlayên me dema diçûn wezîfeyê li gundê Kewmik ê girêdayî Şîrwanê, ketin kemîneke cerdevanên gundên Sirtê û gundên derdor jî tevlî bûne. Li vir pevçûnê 4 saetan berdewam kir. 2 helîkopterên Kobrayê qada pevçûnê bomberdûman kir, di encama van bomberdûmanan de heywan û baxçeyên gundiyên Sevê zerar dîtîn. Encama pevçûnê nehate zelalkirin, tîma gerîlayên me bi sexlemî gihiştin bargehên xwe.
Di 22’ê Îlonê de saet di navbera 00.00-02.00’an de artêşa TC bi piştgiriya helîkopterên Kobrayê, ji helîkopterên Skorsky leşker danîn navçeya Xolxol a Çewlikê.
Di 22’ê Îlonê de cerdevanên gundên Adgom û Lîz ên girêdayî navçeya Kop a Mûşê li herêmên Avaçerîka û Avabakim kemînan datînin.
Lı Hember Şaxa Tevgera Taybet Çalakî
Di 22’ê Îlonê de saet di navbera 21.30-22.00’an de hêzên gerîlayên me li hember Şaxa Tevgera Taybet a li navenda navçeya Dep a Elezîzê çalakiyek bi çekên ferdî û roketan pêk anîn. Çalakiya ku bi lêdanên bandor ve pêk hat encamên mirî û birîndarên li avahiya şaxê nehate zelalkirin.
Ji 17’ê Îlonê û vir ve rêyên Dêrsim-Pilûr û Dêrsim-Erzîncanê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
Di 22’ê Îlonê de saet 19.45’an hêzên gerîlayên me dema li Geliyê Harçîkê ya Dêrsimê kontrola rê dikirin, li hember yekîneyek kontra ya artêşa TC li nêzî qûntarê girê Mala Xebat çalakiyek pêk anîn. Mirî û birîndarên vê koma kontra nehate zelalkirin.
Di 21’ê Îlonê de hêzên gerîlayên me û gerîlayên TKPML/TÎKKO’yê li ser pira Cemolar a girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê li hember wesayîteke polîsan çalakiyek hevpar li dar xistibûn. Di vê çalakiyê de polîsekî ku bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê mir.
Tevgera Hewayî Dıdome
Di 22 Îlonê de saet 15.00-19.00’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li herêma Qendîlê; saet di navbera 09.00-18.00’an de herêma li Xakurkê; saet navbera 07.00-13.00’an li herêma Avaşînê; saet 19.00-20.00’an li herêma Garê; saet 19.30’an û şev 01.30’an li herêma Metînayê; saet 08.30’an û şev saet 01.30’an li herêma Zapê, pêgerên hewayî yên bê mirov keşfên xwe didomand. Her wiha di 22’ê Îlonê de saet di navbera 19.00-19.30’an de li hêrêma Metîna, saet 19.00-21.00’an li herêma Zapê, tevgera balafirên şer hebû.
Balafırên Şer Çıyayê Şekîf Bomberdûman Kırın
Di 22’ê Îlonê de saet di navbera 15.30-16.00’an de balafirên şer ên Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Çiyayê Şekîf ê girêdayî herêma Xakurkê bomberdûman kirin.
23 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG