HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û rayagiştî re!

1. Di 14’ê pûşperê de saet di navbera 13:30’an de dema ku konvoyeke leşkerî ji bajarokê Weysilqiranî derbas dibe, ji hêla gerîlayên me ve tê de dafikek hatiye teqandin. Maşîna dijmin ku tevahî hatiye tunekirinê, dijmin mirî û birîndarên xwe bi firokeyên skorsky ji qada çalakiyê rakirine.

Piştî çalakiyê li hember gundên Kox û Mizê ku girêdayî bajarokê Veysilqiranîn e, Artêşa TC’ê operasyoneke ku hê jî didome daye destpêkirinê.

 

2. Di 14’ê pûşperê de saet ji 18:30’an heta 20:00’an hêzên gerîlayên me li ser riya li beşa 13’emîn km’ya Dêrsim-Elezîzê çalakiyeke rêbirînê pêk anîne. Di çalakiyê de 50 maşîn hatine rawestandin û der barê pêvajoyê de propaganda hatiye kirin û nasnameya rêwiyan hatiye kontrolkirinê. Di heman rojê de saet di 20:30’an de Artêşa TC’ê bi desteka firokeyên kobra, jamera frekans aloz dike û bi maşînên bi navê dag geyîkî ku bi tevahî 10 maşînbûne, operasyonek li dar xistiye.

Di 15’ê pûşperê saet di 00:30’an de dema ku Artêşa TC’ê ji operasyona ku li navbera gundên Marçik û Sînanê li dar xistibû vedikişiya, hêzên gerîlayên me li hember panzêreke bi tîpa VTR, dafikeke saz kirine û di teqînê de panzêr xisareke mezin dîtiye. Dijmin ku mirî û birîndarên xwe bi ambûlansa rakiriye nexweşxaneyên derdorê, panzêra rûxiyayî jî bi vîncekê rakiriye. Piştî çalakiyê hevalên me bi ewlehî ji qada çalakiyê dûr ketine.


3. Di 14’ê pûşperê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Şehrîbana Bestayê operasyonek hatiye lidarxistin.

15 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemeniyê ya HPG