Ji gelê me û raya giştî re!
Di 20'ê Hezîranê de danê sibehê di saet 04.00'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên di amadekariyên operasyonê îmhakirinê de bûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke şoreşgerî hatiye lidarxistin. Li navçeya Gevera Colemergê li derdora qereqola Şitaza ya 20 km dûrî sînore, veguheztina leşkerî û alavên leşkerî ev nêzî mehekê zêde bibû, ev ji aliyên gerîlayên me ve dihate şopandin û di beriya dest bi operasyonê bikin ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerê dijmin operasyoneke şoreşgerî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de beşek mezin a qereqola Şitaza hatiye rûxandin, 2 baregehên leşkerî yên li derdora wê ji ji aliyê gerîlayên me ve hatiye bidestxistin.
Gerîlayên me leşkerên xwestine ji Rubaroka bi ser Şemzînanê û Oremara bi ser Geverê mudaxele bikin, rastî berxwedana gerîlayên me hatine û naçar mane paş de vekişin.
Herweha ji Gever û navedan Colemergê ji danê sibê heta êvarî ji piştgiriya helîkopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan leşker ji bo herêma pevçûnê veguhezînin. Di encama van veguheztinan de li gelek deveran di saet 20.00'an de pevçûnên dijwar qewimîye. Di encama tevahiya pevçûnên di nava rojê de berdewam kîrî de 1 jê li Mamîşka, 1 jê li Zerî Sor, 1 jê li sêkoşeya Reskê û 1 jî li derdora mintiqa Serpêlê bi giştî 4 helîkopterên skorskyan ji aliyê gerîlayên me ve hatiye xistin û rûxiyane, 3 helîkopterên kobrayan û 6 helîkopterên skorskyan jî derbe xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Di van pevçûnan de her weha panzerek, wesayiteke zirxî ya akrep jî hatiye rûxandin. Bi vî awayî hewldanên mudaxeleyên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şikandin û rastî binkeftineke mezin hatiye.
Li herêma pevçûnan a ji aliyê balefirên şer, helîkopterên kobrayan û bi topên hewan û obusan bi dijwarî tên bombekirin hîn jî li hin cîhan berdewam dike.
Di encama çalakî û pevçûnên di tevahiya rojê de berdewam kirî de 109 leşkerên dijmin ê ji aliyê gerîlayên me ve hate tespît kirin, hatiye kuştin ji 100 î zêdetir leşker jî birîndar bûye. Di encama hewldanê lidarxistina operasyonê û mudaxeleyên artêşa dagirker a tirk de di pevçûnan de bi giştî 15 gerîlayên me gihîştiye şahadetê. Em ê nasnameyên gerîlayên me yê gihîştine şahadetê di demeke kin de bi gelê xwe û raya giştî re par ve bikin.
20 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê