ji çapemenî û raya gîştî re!
Gerîlayên me, ji bo bîranîna 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê û gerîlayên me yên ku di demên cuda de şehîd ketine çalakiyên bi bandor li darxistin. Di encamê çalakiya berfireh a gerîlayên me li hember qereqola Bîlîka ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê pêk anîn de herî kêm 35 leşker kuştin.
Roja 14’ê Tebaxê di saet 05:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek berfireh li hemberî qereqola Bilika ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsêhatiye li dar xistin. Piştî ku gerîlayên me wesayîta 2 ton teqemenî barkirî li pêşiya nîzamiyeya qereqolê teqandin, 2 wesayîtên zirxî, 8 kulûbeyên nobetê, 2 dozer, 6 wesayîtên sivîl û qereqol bi temamî hatine îmhakirin. Di çalakiya ku hat lidarxistin de 35 leşkerên di qereqolê de hemû hatine kuştin. Saetek piştî çalakiyê 5 ambûlans û wesayîtek morgê hatine qereqolê û artêşa Tirk miriyên xwe bi ambûlans û wesayîta morgê rakirine. Li gorî ku bi çav hatiye dîtin 20 cenaze bi ambulans, 15 cenaze jî bi wesayîta morgê hatine rakirin. Piştî rakirina cenazeyan makîneyên kar hatine enqaza qereqolê rakirine, ji bo dîmen neyên girtin jî derdora qereqolê bi brandayan girtine.
Di 15’ê Tebaxê de saet di navbera 17:00 – 18:00’an de li qada Şapata ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên me çalakiya girtina rê pêk anîne. Gerîlayên me di vê çalakiyê de derheqê Pêngava 15’ê Tebaxê de gel agahdar kirine. Piştî çalakiyê gelek wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk xwestine bikevin qada çalakiyê. Li ser vê yekê gerîlayên me ji 4 aliyan ve wesayîtên zirxî dane. Pevçûna ku rû da heta saet 19.00’an de berdewam kiriye. Li vir bi awayekî zelal polîsekî tîmê taybet hatiye kuştn. Piştî pevçûna ku rû da, qereqola Tepê Goman qada çalakiyê bi obus û hawanan bombe kiriye. Nûçeyên ku tê gotin 4 windahiyên gerîlayen me hene tu rastiya xwe nine.
15’ê Tebaxê saet 19.30’î gerîlayên me Pira Merdûşa ya di navbera Şemzînan-Geverê çalakiya rêgirtinê pêk anîne.
Dîsa rêya Gewriya Civiyan û Bezelê ya li ser xeta sînorê herêma Zagrosê 12 roj in di kontrola gerîlayên me de ne
Lı Hember Qereqola Berox Gerîlayen Me Bı Çekên Gıran Çalakî Pêk Anîn
15’ê Tebaxê di saet 07:00’an de gerîlayên me li hember qereqola Berox a li herêma sînorê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê bi obus û tankan bombe kirine; pêgerên hewayî yên bê mirov di navbera saet 09:00 – 15:00’an de keşif pêk anîne. Dîsa saet di navbera 11:00 – 12:00’an de balafirên şer qada çalakiyê bombe kirine. Di vê çalakiyê de mirî û birîndarên artêşa Tirk nehatine zelalkirin.
Di 15’ê Tebaxê de saet 14.30’î gerîlayên me li ser rêya Berwarî-Şax 30 wesayît sekinandine, bi wesîleya 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê propaganda kirine. Ev çalakiya rêgirtinê heta saet 20.00’an dewam kiriye.
Di 15’ê Tebaxê de saet di navbera 11.30 û 12.00’an de qereqola Çelê Nimêja ya girêdayî Botanê qada Besta bi obus û hawanan bombe kiriye. Di encama bombekirinê de li qadê şewat derketiye, şewat hê didome.
Di 15’ê Tebaxê de gerîlayên me bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê li hember qereqola Werdikê ya girêdayî Kerboran a Mêrdînê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya ku ji sê milan ve pêk hat de, leşkerên ku qereqol diparastin, nîzamiyeya qereqolê û bi giştî qereqola ku hedef hatiye girtin de bi awayekî aşkera 4 leşker mirine. Çekeke A-4 û nizamiyeya li ber qereqolê bi temamî hatiye tinekirin.
Di 16’ê Tebaxê de saet 07.00'an de gerîlayên me di navbera Şaxo û Berwarî de 60 wesayît rawestandin, der barê pêvajoyê de agahî dan gel. Rêya hatiye girtin hê di kontrola gerîlayên me de ye.
Di 13’ê Tebaxê de saet 23.45'an li hember nizamiyeya Qesra Organîze ya Jendermeyan a li navenda Amedê gerîlayên me çalakiyek li dar xistine. Di ev çalakiya ku bi bombeyan û çekên ferdî pêk hatiye û ev çalakî veguheriye pevçûnê. Ev çalakî 15 deqeyan dewam kiriye. Di vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.
Di 15 ‘ê Tebaxê de saet 20.00'an gerîlayên me li hember Tabûra Tankan a Jendermeyan a li navenda Licê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de kamerayên mobese jî hatin îmhakirin, gerîlayen me bi roketên B-7 û çekên ferdî li tabûrê dane. Mirî û birîndarên artêşa TC ên di qereqolê de nehatine zelalkirin.
Ji 12’ê Tebaxê û pê ve rêgeha Bedlîs – Xîzanê di bin kontrola gerîlayên me de ye, roja 15’ê Tebaxê saet di navbera 19:00 û 21:30’an de heman rêgeh hatiye girtin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Her wiha rêgehek di navbera Tetwan û Xîzanê de ji roja 12’ê Tebaxê heya niha di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 08:00’an de li ser rêgeheke di navbera Kanîreş û Çewlikê de ji aliyê yekîneyên me yên bi navê Şehîd Berxwedan û Şehîd Fûad ve gel der barê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Rêyên ketin û derketina ji bajar û navçeyan di saet 13:40’an de ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye girtin û piştre jî helîkopterên Kobra herêm bombebaran kirine, her wiha helîkopterên Skorsky jî leşker danîne herêmê.
‘Gerîlayen Me Lı Amedê Jı Bo Bîranîna Gerîlayên Me Yên Şehîd Ketıne Çalakıya Sabotajê Pêk Anîn
Gerîlayên me ji bo bîranîna gerîlayên me yên şehîd ketine li Amedê li hemberî konvoya artêşa Tirk ên ku piştî bomberdûmanê hatine herêmê û rê girtine çalakiyek sabotajê li dar xistin, li vir wesayîtek zirxî hatiye derbkirin û wesayîta din jî bi temamî hatiye rûxandin. Piştî vê teqînê 9 leşkerên ku ji sûbay û çawişên pispor pêk tên hatine kuştin. Gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane wesayîteke din a zirxî û helîkoptera Skorsky a hatiye herêmê.
Piştî çalakiyê bi alîkariya helîkopterên kobra û balafirên keşfê mirî û birîndarên xwe rakirine. Hema piştî çalakiyê bi li ser herêmê helîkopterên Kobra bi desteka pêgera hewayî ya Heron tevgera zêde qewimiye. Heya şev saet 23:00’an pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Kizilagaç geriyane û helîkopterên Kobra jî li cihê bûyerê xistine.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 21:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek li hemberî şantiyeyeke girêdayî Şaredariya Didirê ya girêdayî Patnos a Agirî hatiye lidarxistin. Di şantiyeyê de 7 kamyon hatin şewitandin û îmhakirin. Di heman demê de ofîseke petrolê ya şaredar jî hat şewitandin û îmhakirin.
Roja 15’ê Tebaxê rêgehekî di navbera Erdîş – Patnosê de ji saet 21:30’an heya 22:40’an gerîlayên me dixin di bin kontrola xwe de, kontrola nasnameyan pêk anîne û gel der barê pêvajoyê de agahdar kirine.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 00:30’an de îstasyonek bazê ya Turkcellê li herêma Geliyê Zîlan ji aliyê gerîlayên me ve hat şewitandin û îmhakirin.
Gerîlayen Me Lı Hemberî Xeta Gaza Xwezayî Çalakıya Sabotajê Pêk Anin
Roja 14’ê Tebaxê di saet 01:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li herêma Kalûs a girêdayî navçeya Bazîdê li hemberî xeta gaza xwezayî ya ji Îranê tê Tirkiyeyê çalakiyek sabotajê li dar xistine. Ji ber veguhestina gazê ya di boriyê de ti teqînek neqewimiye.
Roja 14’ê Tebaxê qereqola Korxan a girêdayî Îdirê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye dorpêçkirin. Di encama 5 çalakiyên sûîqestê yên roja 15’ê Tebaxê de 5 leşker hatine kuştin. Her wiha gerîlayen me bi çekên giran li qereqolê dane. Di encam de bi awayekî zelal 4 leşker hatine kuştin. Di çalakiya ku rê, av û elektrîka qereqolê hatiye qutkirin de, artêşa Tirk derdora qereqolê heya saetên şevê bi çekên giran ên tank û A-4 gulebaran kirine. Saet 19:30’an artêşa Tirk 3 saetan bi 4 balafirên şer li herêmê xistiye, di heman demê de tevgera balafirên keşfê jî li ser herêmê rû daye. Artêşa Tirk saet di navbera 21:30’ê heya 22:00’an de bi balafirên şer, balafirên keşfê û helîkopteran mirî û birîndarên xwe rakirine.
Roja 16’ê Tebaxê saet di navbera 07:00 û 10:00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Çemçe firiyane.
Bi qasî 3 rojane ku ji Şamkaya ya girêdayî Erdexanê sewqiyata tîmên taybet ji bo Golanê hatiye kirin. Dîsa artêşa Tirk yekîneyên xwe yên veşartî yên cilên gerîla li xwe kirine li gund û zozanên Bagaverdî yê girêdayî Şamkayayê bi cih kirine.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 18:40’an de balafirên şer bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Gilîdaxê geriyane. Şev di saet 21:00’an de balafirên şer çûne bes tevgera hewayî ya pêgerên hewayî yên bê mirov heya saet 00:00’an li ser herêmê dewam kiriye.
Gerîlayen Me Lı Skenderûnê Lı Hemberî Xeta Elektrîkê Çalakî Pêk Anine
Roja 13’ê Tebaxê gerîlayên me li navçeya Skenderûn a Hatayê li hemberî xeta elektrîkê çalakiyek sabotajê li dar xistine. Di çalakiya sabotajê ya li hemberî yekîneyên pêş ên artêşa Tirk ji bo mudaxaleyê rê kiriye herêmê, mirî û birîndarên dijmin çêbûne lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.
Roja 15’ê Tebaxê saet di navbera 22:00’an de gerîlayên me yên ku rêgehek di navbera Dersîm – Elezîzê de girtin, kontrola nasnameya 60 wesayîtan kirine. Piştî ku propaganda ji gel re hat kirin, wesayîteke TIR a şîrketeke taybet hatiye şewitandin û îmhakirin.
16 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG