HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji bo Çapemenî û Raya Giştî

1. Di saetên sibehê yên 14’ê Adarê de, artêşa tirk li hemberî girên Karker û Şehîd Gafur ku girêdayî herêma Oramarê (navçeya Gever- Golemergê) ye dest bi operesyonekê kir.

Ev operesyona ku bi armanca tinekirinê bi ser gerîllayên me yên di rewşa bêçalakiyê de ne hat, li rex hemû nêzikatiyên nazik û berpirsyar ên hêzên me, ji neçarî, di saeta 10:00 nîvro de pêvçûn derket holê. Di pêvçûna ku 2 saetan dewamkirî de gerîllayên me derbeyek mezin li leşkerên êrîşkar xistin û di encamê de 5 leşker hatin kûştin û hêjmara birîndaran ne zelal e.  Piştî derbeya ku leşkerên êrîşkar ji dest gerîllayên me xwarin, operesyun vegeriya cihên pişt sînor, û piştî vê yekê, artêşa tirk bi Kobra û topên Hawanên ve herêma operesyunê topbarankirin. Operesyun heta niha dewam dike.

2. Roja 15’ê Adarê di navbera saetên 00:00-06:00 de, artêşa tirk li dijî herêmên Parastina Medya li çiyayên Zapê (Girên şehîd Colemerg û Çeko) topbarîna bi hawan û Obusan pêkanîn.

15 Adar 2010

Navenda Ragihandin û Têklî ya HPG