Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Rayagiştî Re
Van rojan ku em ketine salvegera 37'an a çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, em ketine fetloneke girîng a dîroka têkoşîna me. Hêzên mêtinger ên qirker li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kirî, bi hemû derfetên neteweyî û navneteweyî li gel hemû êrîşên berfireh ên tasfiye û îmhayê jî ti encam bi dest nexistine.
Têkoşîna me ku bi berxwedaneke mezin bersiv hemû êrîşên dijmin, her geş dibe. Li herêmê bûye aktorê herî xurt. Li bara vê hêzên mêtinger-hegemonîk ku li dijî tevgera me êrîşên berfireh anîn, li Başûrê Kurdistanê avaniya noker jî bi kar anîn û li dijî qedemeyên rêveberiyê yên tevgera me pêla êrîşê ya sîstematîk û bi plana dane destpêkirin.
Li ser hîmê planeke wiha, di êrîşan de beriya niha endamê hêja yê Komîteya Navendî ya PKK'ê û milîtanê pêşeng, kedkarê mezin hevrê Rûbar (Huseyîn Poyraz) û du hevrêyên li gel, dîsa par li Şengalê endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê milîtanê şoreşger ê pêşeng hevrê Zekî Şengalî û îsal di di roja Newrozê de, kedkarê mezin ê partiya me û endamên rêveberiyê hevrê Sînan, Navdar û Serhat şehîd bûne. Herî dawî destpêka vê mehê, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê şoreşgerê lîder heval Helmet (Diyar Xerîb) û hevrêyên li gel Şahîn û Devran bi qaleşî û bi tirsonekî bi kemînekê bi êrîşa hewayî şehîd bûne.
Di serî de pêşengên hêja ên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û afirînerên Roja Rûmeta Neteweyî hevrê M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, di şexsê welatparêz mezin ê Kurdistanê û şoreşger hevrê Helmet de, hemû hevrêyên ku di van êrîşan de şehîd bûne, hemû şehîdên şoreşê bi hurmet û rêzdariyeke mezin bi bîr tînin, em hemû hêzên gerîla sond dixwin ku bîranîna wan di meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana azad de bidin jiyîn, xwîna wan li erdê nahêlin.
Hevrê Helmet, ku bi fedekariya mezin û helwesta hevrêtiya dilnizm a di nav têkoşînê de û tim destûra Rêber Apo 'pariyek nan, kulavek'ê bi cih dianî û sembolê têkoşîna neteweya demokratîk, mîna hemû rêberên şoreşger ên din, ku stêrên nerijayî yên têkoşîna me ne, bi jiyana xwe ya mînak û bîranîna xwe tim wê stêrika geş be ku rêya me ronî dike. Em sond dixwin ku li ser rêça hevrê Helmet, Şahîn û Devran, ku hevrê Helmet zarê leheng ê Başûrê Kurdistanê ye, di xeta Apogeriyê de bi biryardarî pêşengî ji me re kiriye, bimeşin, têkoşîna pîroz a azadî, wekhevî, demokrasiyê û ronkahiyê ya gelên herêmî bi ser bixin, van lehengan bînin rewşa nemirên rastî.
Bi giyana berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ku vîna rûmet û serfiraziyê ye, bi giyanê berxwedanê bi geşkirina têkoşîna serdema nû, bi bawerî û biryardariya ku xewn û xeyala hemû şehîdên xwe bikin rastî, em hemû gelê xwe yê welatparêz slav dikin. Di vê serdema girîng a dîrokê de, em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku zêdetir li berpirsyariya xwe ya dîrokî xwedî derkevin û bi çalakî tevlî refên têkoşînê bibin.
14'ê Tîrmehê 2019
Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel