Çapemenî û Raya Giştî Re!
Çalakiyên hêzên me yên ji bo silavkirina salvegera 18’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê didome.
Dewleta Tirk a dagirker bi sedan obus, hawanan, 46 caran bi balefiran û 33 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirin. Li hemberî van êrîşan çalakiyên gerîla jî bênavber didome. Di çalakiyan de helîkopterek hate xistin, 7 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate îmhakirin.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:-
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê
– Di 1’ê Hezîranê de saet di 12.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora Geliyê Girê Azad dane û bi xurtî li hedefan hatiye xistin.
– Di 1’ê Hezîranê de saet di 21.30’an de hêzên me bi çekên şexsî û bombeyên destan li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Zemanî ya Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
– Di 2’ê Hezîranê saet di 02.00’an de dema ku helîkopterên êrîşê xwestine Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bomberdûman bikin, hêzên me ji du aliyan ve li helîkopteran dane. Helîkopterekê derbeke giran xwar û dema ku xwest ji qadê derkeve, li dora Qada Berxwedanê kete erdê û îmha bû.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li Herêma Zapê;
– Di 1’ê Hezîranê de saet di 17.30’an de dagirkeran xwestine darên li dora berpalên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibirin. Hêzên me li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.
– Di 1’ê Hezîranê de saet di 17.20 û 22.10’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên şexsî û sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Rêber a Qada Berxwedanê ya Karker dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin.
– Di 1’ê Hezîranê de saet di navbera 14.30 û 20.00’an de dagirkeran dema ku xwestin bi teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn biteqînin, hêzên me du caran bi çekên giran li wan dan. Piştî vê mudaxeleyê dagirker neçar mane, qedemeyekê vekişin.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş de li herêma Zapê;
– 2’ê Hezîranê saet 05:10’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Savuşka yên herêma Berxwedana Girê Cûdî ji her du aliyan ve ji aliyê tîmên me yên nîv-tevger hatine hedefgirtin. Di vê çalakiyê de ku koma çalakiyê ya yekem û duyemîn ji nêz ve bi çekên şexsî û bombeyên destan li dagirkeran xistin de, 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeperek hate rûxandin. Piştî çalakiyê, dagirker qedemeyekê vekişiyan.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;
– Di 1’ê Hezîranê de qadên Şikeftan Birîndara, Karker, Şehîd Berxwedan, Şehîd Şahîn ên herêma Zapê û qada Berxwedana Werxelê ya Avaşînê 33 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.
5. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin kirin:
– 1’ê Hezîranê qadên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Bihar, Kurojahro, Şehîd Şemdîn, Şehîd Tolhildan, Şehîd Şahîn, Çemço û Sîda yên herêma Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê, bi sedan caran bi obusan ji qereqolên li ser xeta sînor û balafirên şer 25 caran hatin bombekirin.
– Di 1’ê Hezîranê de derdora gundên Deşîşê, Seraro, Êdînê yên herêma Metîna, her wiha herêmên Girê Hakkarî, Girê Ortê, Serê Metîna û Şehîd Zemanî bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran obus û 17 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.
– 1’ê Hezîranê saet 10.00’an gundê Yekmalê yê herêma Garê bi balafirên şer hatiye bomberdûmankirin.
– Di 1’ê Hezîranê de gundê Şêxan ê Kalatuka ya Qendîlê 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.
2 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê