HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re! 

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

1. Li herêma Metîna;

– 29'ê Avrêlê li Metînayê, artêşa Tirk a dagirker êrîşî hêzên me kir. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

2. Li herêma Zap;

– 1'ê Gulanê saet di 08:20'î de artêşa Tirk a dagirker li Girê Cûdî bi çekên giran êrîş kir. Ji bo xweparastinê hêzên me jî bi çekên giran bersiv dan.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 29'ê Avrêlê, 1 û 2'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Çarçêl, Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdogan û Girê Cûdî tevî qada Deşta Kafya ya Garê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

–  29, 30'ê Avrelê û 1'ê Gulanê derdora gundê Tirvaniş ê Metînayê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Fm û Girê Amediyê, çeperên me yên li Çemço û Sîdayê 2 caran bi helîkopterên êrîşê, 15 caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

– Dagirkeran li Sîdayê hewl dan bi kepçeyan çeperên berxwedanê hilweşînin.

 

2’ê Gulana 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê