Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di 9’ê Hezîrana 2021’an de di bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Bahoz şehîd bûye.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Bahoz wiha ye:
Nasnav: Bahoz Zagros |
Bahoz – Mehmet Şefa Akman
Hevalê me Bahoz li navçeya Hezexê ya Şirnexê di nav malbateke welatparêz û koçer de ji dayik bûye. Têkoşîna azadiyê ya li ser axa ku hevalê me lê dijiya bandor li wî û malbata wî kiriye. Di malbata heval Bahoz de jî gelek şehadet pêk hatine û vê rewşê bandoreke mezin li ser heval Bahoz çêkiriye. Ji ber vê wî her dem bawerî pê aniye ku divê mirov layiqî şehadetan be. Heval Bahoz dema jiyana komunal û xwe dispêre azadî û wekheviyê ya gerîlayan dîtiye wê biryar daye ku jiyana herî rast wê bi paradîgmaya Rêber Apo pêk were û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye.
Heval Bahoz bi aliyê xwe yê kedkar û fedakar derketiye pêş û ji xeynî serkeftinê tu pîvaneke din qebûl nekiriye. Wî di warê îdeolojîk de xwe her dem perwerde kiriye û hewl daye kesayetiyeke şoreşger a li ser îdeolojiya Apoyî ava bikin. Dema rexne wî li dihatin girtin jî wî helwesteke xwerexneyî nîşan dida û ligel şertên dijwar wî têkoşîna xwe domandiye û dev ji şoreşgeriyê bernedaye. Li ser vî esasî Zagros di serî de li gelek qadên Kurdistanê xebitiye û têkoşîneke bênavber nîşan daye.
Malbata hêja ya Akman di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Hezex û Kurdistanê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê azadî û serfiraziya ji bo gelê xwe pêk bînin.
11’ê Kanûna 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê