Çapemenî û Raya Giştî Re!
8'ê Îlona 2021'an artêşa Tirk a dagirker li qada Elkê ya Şirnexê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.
9'ê Îlona 2021'an berê sibehê hêzên me yên li vir piştî ku demekê leşkerên dijmin şopandine çalakiyeke karîger kirine. Di vê çalakiyê de 3 endamên hêzen taybet ên dijmin hatine cezakirin. Dema vê çalakiyê hevrêyê me Zal Şengal heta hilma xwe ya dawî şer kiriye û şehîd bûye.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zal Şengal wiha ye:
Nasnav: Zal Şengal Gabar |
Zal Şengal – Hamît Yazan
Hevrêyê me Zal Şengal li navenda berxwedanê ya Serhedê Wanê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Ji ber ku malbata xwe li nirxên Kurdatiyê xwedî derdiket, polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin zêde bandor li ser nekiriye, karîbûye ku gewherê xwe biparêze. Ji ber vê bi bîreweriya Kurdatî mezin bûye. Her wiha ji ber ku Tevgera Azadiya Kurdistane di serî de li Wanê li herêma Serhedê geş bûye PKK ji nêz ve nas kiriye û dilê wî jê re xwestiye. Hevrêyê me Zal Şengal sala 2013'an piştî ku partiya me nas dike bi demeke kurt heqîqeta Rêber Apo û PKK'ê nas kiriye, bawerî pê aniye ku tenê felsefeya Rêber Apo Kurdistana azad û Kurdê azad çêdibe û sala 2014'an tevlî nav refên gerîla bûye.
Hevrêyê me Zal Şengal piştî ku tevlî nav gerîla dibe 3 salan li Botanê gerîlatiyê dike, ji Botanê ku mekanê Egîd, Gelhat, Adil û Delalan e pir hez dike. Li vir bi gelek hevalên hêja re dimîne, ji van hevalan hînî gerîlatiyê dibe, Rêber Apo nas dike û hevrêtiya PKK'ê hîn dibe. Her wiha guleya pêşî li vir avêtiye dijmin û hêrsa xwe ya li dijmin daniye holê. Bi tevlêbûna her çalakiya li ser dijmin milîtaniya hevrêyê me Zal Şengal tûj dikir, şehîdbûna her hevrêyê me her wiha kiriye ku zêdetir dilsozî şehîdan bibe. Dilsoziya bi hevrêtiyê di ser her tiştî re girtiye, ev bi hemû şaneyên xwe jiyaye. Ji ber vê, hemû hevrêyan jê hez kiriye û çavê wan lê geriyaye. Hevrêyê me li Botanê ku pratîka pêşî ya gerîlatiyê ê kirî, bi daxwazeke zêde gerîlatî, hunera leşkerî hîn bûye, ji bo ku vê di pratîkê de nîşan bide jî pir hewl daye. Bi vê çarçoweyê tim dijmin şopandiye, hewl daye ku fêr bibe bê ka derbên çawa giran dikare li dijmin bixe. Bi asta pêşeng tevlî gelek çalakiyên li Botanê dibe ku derbasî dîroka berxwedanê bûne. Di van çalakiyan de li gel ku bi giranî birîndar bûye jî, tiştek ji daxwaz û biryardariyê kêm nekiriye, berevajî bêhtir tûj bûye. Demekê li qadên Başûr ku ji bo tedawî bibe lê dima ji helwesta milîtanî û çanda leşkerî nehatiye xwarê, li vir gelek peywirên krîtîk bi cih tîne, berpirsyariya ku rêxistina me dayê bi disîplîneke mezin bi cih aniye. Ti caran Botan ku cara pêşî lê gerîlatî kirî, salên pêşî yên gerîlatî lê kirî, li dijî mêtingeriyê guleya pêşî lê avêtî û agahiya şehadetê caar pêşî lê bihistî ji bîr nekiriye, her demê xwestiye ku vegerê Botanê. Hevrêyê me Zal Şengal ji bo ku vê xeyala xwe pêk bîne, li qada Başûr ji hêla şkerî û îdeolojîk ve ji bo ku bibe fermandarekî zîrek demekê tevlî nav xebatên perwedehiyê bûye û piştre derbasî qada Botanê bûye. Hevrêyê me Zal Şengal ku cara duyan vegeriyayî qada Botanê di demeke kurt de pêşengî li pêngavên mezin kiriye, bi çalakî tevlî gelek çalakiyên li vir bûye û derbên giran li dijmin dane. Bawerî pê aniye bi her derba ku li dijmin dikeve azadbûan Rêbertiya me nêztir dibe, ji ber vê jî tim di nav liv û tevgerê de bûye. Herî dawî li qada Elkê li dijî operasyona dagirker a dijmi a li ser Elkê demekê dijmin şopandiye û dema ku dijmin xafil dibe derbên giran li dijmin dide. Piştre bi mînakeke mezin a hevrêtiyê, ji bo ku bikaribe hevalên din bi sax û silamet ji qadê derxîne demek dirêj bi dijmin re şer kiriye û şehîd bûye.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Zal Şengal ku bi hevrêtiya xwe cihê xwe di dilê hevalên xwe de çêkiriye û bi kenê xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye moral, serê hemû hemû gelê me yê welatparêz ê Wan û Kurdistanê sax be.
25’ê Îlona 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê