Çapemenî û Raya Giştî Re!
25'ê Hezîrana 2021'ê li herêma Besta ya Şirnexê, artêşa Tirk a dagirker li qadên Şehrîban û Besta Bilûzerê dest bi operasyonekê kir.
26'ê Hezîrana 2021'ê li vê qadê di navbera hevrêyên me Canda û Roza û dagirkerên li qadê dest bi operasyonê kirin, şerekî giran qewimî. Di vî şerî de gelek dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de hevrêyên me Canda û Roza weke nûnerên mînak ên milîtaniya jinê ya azad heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Canda Kiçî |
Canda – Kader Malgoz
Nasnav: Roza Botan |
Roza – Mevlude Sevîntî
Hevrêya me Canda, li nava eşîra Kiçî li Cizîrê ji dayik bû, ku ev eşîr yek ji eşîrên mînak ê welatparêziya Kurdistanê ye di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl dane. Di nava şert û mercên şer de mezin bû ku vê yekê bandor li hevrêya me Canda kir. Kevneşopiya serhildanê ya bi pêşengiya Bêrîvanan li Cizîrê dest pê kir û gelek şoreşgerên pêşeng ên mîna hevrê Çîçek Kiçî ji nava xwe afirand, bandoreke kûr li hevrêya me Canda kir. Ji ber vê yekê hîn di temenê biçûkanî de bi girîngiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hesiya ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin. Cizîr ku di heman demê de yek ji navendên girîng ên çanda Kurdîtiyê ye, bi çanda şoreşgerî ya vî bajarî re taybetmendiya xwe xurtir kir. Hevrêya me Canda li qada çandê dest bi têkoşînê kir û hîn di temenê ciwantiyê de li ber qirkirina çandî ya dewleta Tirk a qirker rabû ku ji bo asîmîlekirina gelê me pêk tîne. Lê belê ji ber ku dijmin êrişên xwe yên qirkirinê zêde kir û ji bilî têkoşîna çekdarî ti rê ji gelê me re nehişt, hevrêya me Canda jî berê xwe da navenda vê berxwedanê çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Canda dema ku xwe gihand çiyayên Kurdistanê destpêkê nirxên komunal, pîvanên azadiyê û têkiliyên hevrêtiyê yên PKK'ê ku xwe dispêre wekheviyê bala wê kişand. Ev şêweyê têkiliyê bû sedem ku bi çiyê re hîn bêhtir bibe yek. Îdeolojiya PKK'ê û jiyana li çiyê ku watebûyîna vê îdeolojiyê ye, di kesayetiya hevrêya me Canda de veguherî guherînin şoreşgerî. Bİ taybetî hewl da ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo nas bike, fêhm bike û li gorî vê yekê bijî. Hevrêya me Canda pê hesiya ku azadî tenê bi şarezabûna li qada îdeolojîk nabe, li her qadê divê jin karibin xwe biparêzin û nirxên ku di oxira wê de şer dikin biparêzin. Lewma di hunera leşkerî de xwe bi pêş ve bir û bû fermandareke şareza ya gerîla. Ji Avaşînê heta Garê, ji wir jî heta Şengalê li gelek qadan têkoşiya, li her qadê bi rengekî hêja temsîliyeta jin a azad kir. Ji bo hostatiya xwe ya leşkerî, şarezabûyîna xwe ya îdeolojîk û tecrûbeya xwe bike zemîneke çalak a têkoşînê û li dijî dewleta Tirk şer bilindtir bike, timî bi israr xwest ku biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me Canda di vê israra xwe de bi ser ket û bû milîtaneke jinê ya pêşeng li xaka lê ji dayik bû vegeriya, kîna xwe ya li dijî dijmin di gelek çalakiyan de bi rengekî serketî bi wate kir. Bi vî rengî bû mînakek şênber a rê û rêbaza têkoşîna rast a li dijî dijmin. Bi qada Bestayê re bû yek, li her cihê vê qadê kedeke mezin da, bi erka fermandariyê rabû, bi fermandariya YJA Starê ya şareza pêşengî ji bicihanîna xeta gerîla ya serdema nû re kir.
Hevrêya me Roza li navendeke berxwedanê ya girîng a Botanê li Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welastparêziya malbatê, partiya me di biçûkanî de nas kir, bi taybetî jî Rêber Apo gelekî meraq kir û hewl da fêhm bike. Di heman demê de bi jiyana sîstemê re bi nakok bû, ji bo bibe xwedî jiyaneke hîn bi wate kete nava lêgerînan. Bersiva van lêgerînên xwe jî di felsefeya Rêber Apo de dît. Di encamê de jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku timî dixwest bibe gerîla.
Hevrêya me Roza piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi enerjiyeke bêdawî hewl da jiyana gerîla û çiyê fêhm bike, bibe xwedî jiyanek li gorî vê yekê. Ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne, perwerdeya leşkerî û îdeolojîk dît, di encamê de bû gerîlayeke jin a şareza. Bi taybetî di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de xwe kûr kir, taybetmendiyên kevneşop û paşverû yên ku sîstemê di kesayetiya wê de çêkiribû, ji ser xwe avêt. Li ser vê bingehê ji her cûre wezîfeya şoreşgerî re amade bû, li ku derê pêwîstî pê hebû li wê derê heta dawiyê xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derket. Ev sekna xwe di her karî de nîşan da, bi kesayetiya xwe ya bi moral û kelecanî bû milîtaneke serketî. Hevrêya me girîngiyeke mezin da têkiliyên hevrêtiyê ku yek ji nirxên herî girîng ên partiya me PKK ye. Ji bo di têkiliyên hevrêtiyê de kûrtir bibe gelekî hewl da. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku hevrêtiya rasteqîn, xwedîderketina li xewn û xeyalên hevrêyan e û bi vê armancê derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Di heman demê de gihîşt wê baweriyê ku dagirkeriya Tirk tenê bi têkoşîneke bi bandor a li vê qadê dikare bê têkbirin û hewl da berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi her awayî bi cih bîne. Bi vê armancê tevlî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû, bû milîtaneke mînak a têkoşîna me ya serketî.
Hevrêyên me Canda û Roza ku weke du milîtanên jinê yên pêşeng û hêja yên Botanê hebûna dijmin a li xaka xwe tehemûl nekirin, ji bo dawî li vê yekê bîne bêeman têkoşiyan. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Canda û Roza em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Cizîr û Şirnexê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi afirandina welatekî azad em ê tola hevrêyên xwe hilînin.
25’ê Tîrmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê