Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1'ê Mijdara 2024'an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Diljîn û Pîran şehîd bûn.
Di berxwedana destanî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê li dijî êrîşên dijmin tê kirin, hevrêyên me Diljîn û Pîran ên bi mîsyona pêşengiyê rabûn, bi sekna xwe ya bi biryar a di nava têkoşînê de û biryardariya di lêdana dijmin de kedek mezin dan. Hevrêyên me Diljîn û Pîran ku zanîbûn êrîşên dijmin di heman demê de ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya jinê ye, ji bo parastina destketiyên bi ked, hewldan û berdêlên mezin ên bi hezaran şehîdên me yên jin hatin afirandin, bi fedaîtî têkoşiyan. Hevrêyê me ku di wê baweriyê de bûn, bi vî rengî dikarin xwedî li bîranîna hevrêyên me yên şehîd derkevin, ji bo kêliyekê jî teredût nekirin û sekneke bi îrade nîşan dan. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi tevlîbûna xwe ya milîtanî ya di nava jiyanê de û dilsoziya bi nirxên azadiyê bûn milîtanên mînak ên partiya me PAJK û PKK'ê. Hevrêyên me Diljîn û Pîran bi kesayetiya xwe ya sade û durust cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girtin.
Weke hevrêyên wan, ku em zanin dilsoziya bi bîranînên hevrêyên me Diljîn û Pîran bi mezinkirina têkoşîna wan dibe, em soza xwe dubare dikin ku hîn bêhtir têbikoşin û armancên hevrêyên xwe yên hêja pêk bînin. Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Diljîn û Pîran em sersaxiyê ji gelê me yê Çelê, Mexmûrê û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
|
Nasnav: Diljîn Bêlatî Nav paşnav: Zeynep Demîroglû Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Hûriye-Abdulrezzak Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2024 / Zap |
Diljîn Bêlatî – Zeynep Demîroglû
|
Nasnav: Pîran Suweyda Nav û Paşnav: Çîmen Alturk Cihê Jidayikbûnê: Mexmûr Navê Dayik – Bav: Neam-Bahrî Cih û Dîroka Şehadetê: 1'ê Mijdara 2024 / Zap |
Pîran Suweyda – Çîmen Alturk
Diljîn Bêlatî – Zeynep Demîroglû - Gelê me yê Colemêrgê bi hezaran ewladên xwe da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û bi sekna xwe ya ku tawîzê ji welatparêziyê nade cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt. Hevrêya me Diljîn ku ewlada hêja ya gelê me yê leheng bû ku xwedî hişmendiya kûr a welatparêziyê ye û serî li ber dijmin natewîne, li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz e û ji derdora wê ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, di temenekî ciwan de sempartiya xwe ji bo partiya me PKK'ê çêbû. Hevrêya me ku êrîşên dijmin û zilma dewleta Tirk a li gelê me her roj didît, hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran her tim mezin kir. Hevrêya me ku bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû û ji ber vê yekê heyranê gerîla bû, piştî her şehadetê li gel temenê xwe yê ciwan kete nava lêpirsînên kûr. Hevrêya me ku demeke kurt çû dibistanên dewleta Tirk ku navenda asîmîlasyon û qutkirina ji cewherê ne, kete nava nakokiyan. Hevrêya me ku li qadeke bi zimanê Kurdî dihate axaftin mezin bû, li dibistanên dewleta Tirk li hemberî ferzkirina axaftina bi Tirkî kete nava nakokiyan. Hevrêya me Diljîn piştî demekê dibistanên sîstemê terikand û di her mijarê de li jiyanê pirsî. Hevrêya me weke jinekê sînorên ku sîstema kapîtalîst li pêşiya wê danî qebûl nekir û ji têkoşîna milîtanên YJA Starê yên li nava refên gerîla ya xeta jin a azad hêz wergirt. Hevrêya me ku zanîbû sîstema kapîtalîst jinê tine dihesibîne, keda wê dixwe û weke amûreke mêtingeriyê bi kar tîne, lêgerînên xwe yên li hemberî sîstema heyî kûr kir. Bi taybetî dema ku Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ku tevgera me ragihand li Kurdistanê belav bû, li xeta Çelê û Şemzînanê ji berxwedana destanî bi bandor bû. Di vê pêvajoya şer de ku gerîla derbên giran li dewleta Tirk a mêtinger dixist û dewleta Tirk xitimî bû, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, lê ji ber hin sedeman neçar ma ku vê armanca xwe taloq bike. Hevrêya me biryardariya xwe ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla her tim dewam kir û li hemberî bûyerên diqewimîn weke jineke Kurd a bi rûmet kete nava lêpirsînên kûr. Hevrêya me zanîbû ku derba herî mezin a li dijmin bê xistin tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Hevrêya me ji îradeya Apoyî bi bandor bû ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li tevahiya cîhanê hate ispat kirin û biryar da ku êdî ti astengiyan nas neke û tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêya me fêhm kir ku bersiva esasî ya nakokiyên wê dikare li nava refen PKK'ê bibîne û sala 2014'an ji Zagrosan tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Diljîn ji ber ku ne xerîbê şert û mercên jiyana li çiyê bû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Yek ji xalên sereke yên ku li nava refên gerîla bala wê kişand hevrêtî bû ku gelekî jê bi bandor bû. Her ku têkiliyên sexte yên li nava sîstemê û têkiliyên hevrêtiyê yên li nava refên gerîla anî beramberî hev, kêfxweş bû ku biryareke rast wergirtiye. Hevrêya me tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû û bi coş û kelecaneke mezin ev tevlîbûna xwe pêk anî. Bi perwerdeyên îdeolojîk xwest di xeta jinê ya azad de xwe kûr bike. Bi taybetî di dersa dîroka jinê de kete nava kûrbûnên mezin û weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza û serketî ji bo karibe di pêvajoya şer de bi roleke çalak rabe gelekî hewl da. Li hemberî konsepta êrîşê ya ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina tevgera me xist meriyetê, li her qadê xwe amade kir. Ji bo karibe ji aliyê leşkerî ve xwe şareza bike, ji bo tevlî karê pratîkî bibe perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand. Li Zagrosan ku qada wê ya destpêkê ya pratîkê bû li gel şert û mercên giran ên fîzîkî jî xwe ji ti wezîfeyê neda alî. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral a li nava jiyanê û hevrêtiya xwe ya kûr, li gel ku şervaneke nû bû di gelek mijaran de alîkarî da hevrêyên xwe. Li qadên pratîkê ji aliyê taktîk û jiyana gerîla ve bû xwedî tecrûbe. Li her rêya tê de meşiya, li her tehtê ku pal da ji bo armanca hevrêyên xwe yên ku da ser şopa wan bi cih bîne, soz da. Piştî pratîka zehmet a ji çar salan weke gerîlayeke pispor ji bo tevlî pêvajoya şer bibe pêşniyar kir ku beşdarî perwerdeya pisporiyê bibe. Di perwerdeya pisporiyê de li ser taktîkên gerîla yên dema nû kûr bû û ji bo derbên mezin li dijmin bixe her kêlî bi kar anî û bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza û milîtana PAJK'ê. Hevrêya me Diljîn zanîbû ku milîtaniya Apoyî û sekna jinê ya azad tenê bi şarezabûna leşkerî nabe, perwerdeya xwe ya îdeolojîk ji bo kêliyekê jî nesekinand. Bi vê perwerdeyê re li ser îdeolojiya rizgariya jinê xwe kûr kir û bû xwedî sekneke welê ku tawîzê ji xeta PKK-PAJK'ê nede. Di pêvajoyekê de ku dijmin êrîşên giran dibir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê weke gerîlayeke YJA Starê ji bo karibe mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bîne vegeriya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, derbên xurt li dijmin xist û xwest tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne. Di çalakiyan de bi performansa xwe ya serketî bû milîtaneke mînak ji hevrêyên xwe re. Di heman demê de beşdarî gelek karên cuda bû û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêya me Diljîn ku zanîbû ku bi keda di nava jiyanê de hîn bedew û bi wate dibe, bi sekna xwe ya milîtanî ya li nava jiyanê, bi hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya sade û durust bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir.
Ji bo karibe armanca 'Kurdistana Azad û Rêbertiyê Azad' a hevrêyên şehîd bi cih bîne kete nava têkoşîneke bê eman. Hevrêya me Diljîn 1'ê Mijdara 2024'an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî, bi mraol û çalak cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku radestî me kiriye bi ser bixînin.
Pîran Suweyda – Çîmen Alturk - Xelkê me yê Mexmûrê ku li hemberî zext, zordarî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ti carî serî netewand, bi sekna xwe ya esîl bû mînak ji welatparêziya Kurdistanê re. Xelkê me yê Mexmûrê ku jiyaneke bêrûmet qebûl nekir û ji bo parastina nirxên xwe kete ser rêya koçberiyê, hemû zor û zehmetî da ber çavên xwe û bi sedan ewladên xwe da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Hevrêya me Pîran jî ku ferdeke malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz bû, li Mexmûrê ji dayik bû. Hevrêya me Pîran bi hişmendiyeke welatparêziyê ya kûr û çanda Kurdîtiyê mezin bû, partiya me PKK zû nas kir. Hevrêya me ku bi exlaqê partiyê mezin bû, di zarokatiya xwe de ji milîtanên Apoyî bi bandor bû. Şehadeta apê wê Seyîtxan-Cevhet Alturk, pismamê wê Seyîtxan-Alî Alturk û xizmên wê Serdem-Haci Alturk û Viyan û Rûken bandor li hevrêya me Pîran kir. Hevrêya me ku ji sekn û sohbeta milîtanên Apoyî bi bandor bû, bi taybetî jiyana gerîla bala wê kişand. Bi vê bandorê hîn di zarokatiyê de ji xwe re kir armanc ku bibe gerîla. Weke ciwaneke Kurd ku haya xwe ji hêz û hişmendiya xwe hebû, ji bo tevlî şerê li Kurdistanê bibe xwest ji her alî ve xwe xurt bike. Bi bandora kûr a ji berxwedana li Rojava xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê belê ji ber temenê wê biçûk bû nekarî tevlî bibe û li benda dema guncaw ma. Di nava vê demê de beşdarî nava hin karên civakî bû. Di nava vî karî de jî firsend dît ku materyalên partiyê bixwîne, nîqaş bike û her roj hîn bêhtir felsefeya Rêbertî fêhm kir. Hevrêya me ku haya xwe ji her cûre zexta mejiyê serweriya mêr hebû, lêgerîna xwe ya azadiyê her tim kûr kir. Hevrêya me zanîbû ku jiyana kûr a bi felsefeya Apoyî bi pêşengiya hevrêyên me yên jin li tevahiya cîhanê hate ispatkirin, tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Di demekê de ku êrîşên tepisandina gelê me û tasfiyekirina tevgera me ya dewleta Tirk a dagirker zêde bû, kete nava kûrbûnê ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Ji bo karibe tevlî nava berxwedana gerîla ya destanî bibe zanîbû ku divê biryarekê bide. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku warê pîroz ê jin ên azadbûyî ye. Bi beşdariya li nava refên gerîla xwest berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne.
Hevrêya me Pîran ku tevlîbûna li nava refên gerîla weke gava destpêkê ya ber bi azadiyê ve dît, jiyana ku ji xwe re kiribû armanc hembêz kir. Hevrêya me di demeke kurt de hînî jiyana kolektîf a gerîla bû û beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêya me ku bi eşqeke mezin tevlî nava perwerdeyê bû, kete nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me Pîran ku xwedî danheviya îdeolojîk bû û di nava karên beriya niha de xwedî tecrûbeyên rêxistinî bû, ji bo hevrêyên wê di gerîlatiyê de bi pêş bikevin bû alîkar. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kesayetiya xwe ya têgihiştî sekneke mînak nîşan da. Ji bo bibe gerîlayeke YJA Starê ya serketî gelekî hewl da û di her kêliya jiyanê de xwe perwerde kir, bi berpirsyariya demê tevgeriya. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe kûr kir û weke gerîlayeke serketî perwerdeya şervanên nû qedand. Piştî perwerdeya şervanên nû beşdarî nava karên pratîkî bû û bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar di demeke kurt de bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Hevrêya me Pîran li her qada ku têkoşiya bi fedakariya xwe hate naskirin, di heman demê de ji bo karibe di xeta azadiya jinê de xwe bi pêş ve bibe kete nava hewldanên mezin. Hevrêya me ku haya wê ji mejiyê serweriya mêr hebû û li hemberî vê yekê bênavber têkoşiya, bi taybetî ji analîzên Rêbertî yên li ser kesayetiyê hêzeke mezin wergirt. Hevrêya me di xeta PKK-PAJK'ê de sekneke bi biryar afirand û nîşan da ku çawa dikare bibe milîtaneke mînak. Ji bo pîvanên azadiya jinê di her hevrêyên wê de bibin taybetmendiyên eksayetiyê gelekî hewl da. Ji bo karibe ji aliyê leşkerî ve şareza bibe û di pêvajoya şer de berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne, li ser taktîkên demê kûr bû. Ji bo karibe tola hevrêyên xwe hilîne yên ku di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî şehîd bûn, pêşniyar kir ku derbasî qadên şerê giran bibe. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê cihê xwe girt ku li vê derê planên qirêj ên dagirkeran nekarî pêk were û bi îradeya Apoyî ya ji pola êrîşên dijmin hatin beralîkirin. Li vê derê tevlî karê binesaziyê bû, li tunelên şer li ber xwe da û wezîfeyên şoreşgerî bi cih anî. Hevrêya me bi hesasiyeteke mezin nêzî hemû wezîfeyên partiya me bû û xwest têkoşîna hevrêyên şehîd bi ser bixîne. Di her çalakiyê de bi wêrekiyeke mezin tevgeriya û bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza.
Hevrêya me Pîran 1'ê Mijdara 2024'an li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê şehîd bû û bi serketinên di jiyana xwe ya gerîlatiyê de navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsî. Bi kesayetiya xwe ya ji dil, hevrêtiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hêja ya hevrêya xwe Pîran ji xwe re bikin hinceta têkoşîn û serketinê û armanca wê ya Kurdistana Azad teqez pêk bînin.
18’ê Kanuna 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG