Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di vî şerê ku têkoşîna me ya azadiyê bênavber didome û derbên giran li dijmin tê xistin, gelê me roj bi roj nêzî azadiyê dibe.
Di vî şerî de hevrêyên me hewl didin heqê girêdan û baweriya bi gel a gerîlayan bidin. Hevrêyên me Rêbertî di serî de bi hêza ku ji şehîdên me û gelên me stendine, dikevin nav hewldana têkoşînê. Hevalên me Şervan û Agir bi vî ruhê têkoşiyane û ji bo ku têkoşîna me ya azadiyê geştir bibe, çi ji destê wan hatiye, kirine. Her du hevalên me di şerê li dijî dijmin de bi şehadetên xwe têkoşîna xwe gihandina asta jor û tevlî artêşa nemiran bûne.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Navê Kod: Şervan Agirî |
Şervan – Şervan Ergül
Navê Kod: Agir Botan |
Agir – Rıdvan Arat
Rêhevalê me Şervan li gundê Mametxanê yê navçeya Giyadînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Rêhevalê me Şervan ê ku di jiyana gund a bi xwezayê ve girêdayî mezin bû, bêyî ku qirêjiya modernîteyê bandorê li ser wî bike, bi xwedîkirina taybetmendiyên paqij û kedkar mezin bû. Ji ber tengasiyên aborî ku çûbû metrepolên Tirkiyeyê, êrîşên li ser nasname, ziman û gelê Kurd û herî dawî jî polîtîkayên înkar-îmhayê yên dijmin bi tevahî dît. Ev polîtîkayên înkarê bi rêhevalê me Şervan re bûye sedema lêgerînê. Hevrêyê me Şervan ku dest ji lêgerîna xwe berneda, bi taybet pêvajoya 2013-2015’an ji nêz ve şopand. Di van salan de dewleta Tirk a ku destkeftiyên Kurdan û siyaseta înkar-îmhayê ya li dijî wê kûr kir, veguherand şerekî topyekûn û dît ku dewleta Tirk êrîşî her qada ku Kurdan bi dest xistiye, dike. Hevrêyê me Şervan ku xwe li hemberî gelê me berpirsyar dibîne, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Derbasî Herêmên Parastinê yên Medya dibe û perwerdeya bingehîn li wir dît. Rêhevalê me Şervan ê ku bi perwerdehiya ku dîtiye, nasnameya Kurd û dîroka Kurd baştir hîn bû, ev yek veguherand têkoşîneke zanistiyê. Her çend di destpêkê de di şert û mercên çiyayî de hinekî zehmetî jiyabe jî, wî zû xwe bi jiyanê re adapte kir. Çawa ku layiqî navê xwe derket, li dijî hemû kêmasiyên ku negihîştine serkeftinê têdikoşiya. Bi xebat, îrade û helwesta xwe di nava rêhevalên xwe de bi ser ketiye. Têgihîşt ku bi keda xwe re jiyan watedar dibe û ev wate mirovan ber bi azadiyê ve dibe. Rêhevalê me Şervan ku di aliyê îdeolojîk de xwe pêş xistiye, li hemberî artêşa Tirk a ku her cure qirêjiyê dike û li dijî tevgera me ya azadiyê şer dike, girîngiya xwe bi pêş ve birina di qada leşkerî de fêm kiriye. Li ser vê bingehê ji bo ku di warê leşkerî de jêhatî bibe, bi perwerdeya ku di akademiyên leşkerî de dît, bû profesyonel. Rêhevalê me Şervan ê ku di warê bîrdozî û leşkerî de xwe bi pêş xistiye, bûye namzetê fermandariyê yê xurt. Bi berdewamkirina têkoşîna xwe, di rêya heqîqeta ku ketibû de zanibû ku çawa nirxên azadiyê yên gelê Kurd biparêze. Ji Metîna heta Mexmûr û Kerkukê di şerê parastina Başûrê Kurdistanê de li dijî êrîşên dagirkeriyê cihê xwe girt. Di vê pêvajoya berxwedanê de bi lehengiya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê û erka xwe ya milîtantiyê bi serkeftî bi cih anî.
Hevrêyê me Agir, di nav malbateke welatparêz de çêbûye û mezin bûye. Giringî bi jiyana welatparêziyê ya ji malbata xwe girtiye daye ku bijî û di jiyana xwe de jî xwediyê sekineke wisa bûye. Bûye şahidê polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst a ‘’ên dikarî asîmîle bike yên nikarî jî tune bike’’ ya li dijî gelê Kurd ê roj bi roj bi pêş de diçe, dibe xwedî hişmendî û hêj di ciwaniya xwe de dest bi bipêşdebirina rêbazên têkoşînê li dijî van polîtîkayên qirkirin û tunekirinê kiriye. Bi saya welatparêziya ji malbata xwe girtiye hêj ji serê serî da bûye yekî xwediyê hişmendiyê. Hevrêyê me Agir bi aktîvî tev li xebatê bûye. Hevalên wî yên xebatê jî pir hez jê kiriye. Hingê gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye destgîrkirin, lê hevrêyê me Agir, tevî zext û pêkutiyan tu tawiz ji sekna xwe ya bi serbilindî bernedaye û li hemberî dijmin têkoşîna xwe yekcar zêde kiriye û bi rik, berxwedan û sekina xwe ya serhildêr, derbeyên xedar li xeta radestî û xiyanetê xistine. Li dijî êrîşa bi hovîtîya nedîtî ya dijmin a li dijî gelê Kurd û gerîla, biryara tevlêbûna nava refên gerîla daye û berê xwe daye çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji roja ku tev lê bûye, bi sekin û fedakariya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelek hatiye hezkirin û rêz jê re hatiye girtin. Bi wêrekî û biryardariya xwe, serî bi zehmetiyan re derxistiye û zû hînî pratîka gerîla bûye. Hevrê Agir, ji bo têgihiştîn û pêkanîn felsefeya Apoyî, zêde ked û hewil daye û di jiyana xwe ya bi şoreşgerî de tu car ji vî esasî tu tawîz nedaye. Ji roja tev lê bûye ta bi roja şehîd bûye Agir ji vîn û biryardariya xwe nehatiye xwarê û ji hevrêyên xwe re mîrateyeke heta bi hetayê bê hilgirtin hiştiye.
Bi giraniya liyaqbûn û berpirsyarî û têkoşîna şoreşê ya hevrê Şervan û Agir ji me re hiştiye em soza tacîdarkirina bi serkeftinê didin, di serî de malbatên wan ên hêja, em dibêjin serê hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be.
2 ê Tîrmeh a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê