Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Avaşînê;
— 13'ê Gulanê saet di 16:00 de li qada Şûkê kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin. Di heman demê de bi çekên ferdî derb li çepereke dagirkeran hate xistin.
2. Li Herêma Zapê;
— 13'ê Gulanê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
3. Li Herêma Metînayê;
— 14'ê Gulanê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
4. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
— 14'ê Gulanê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 14'ê Gulanê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
5. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 14 û 15'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li hemberî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 13 caran gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bikaranîn û 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
14'ê Gulanê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
6. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
— 14'ê Gulanê li herêma Xakurkê qada Lolanê carekê, li herêma Garê qada Deşta Kafyayê 3 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Dergelê 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar carekê; bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
15ê Gulana 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê