HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Metînayê;

24’ê Tîrmehê di saet 14.10 û 15.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê hate xistin û derbe li 2 çeperan hate xistin.

25’ê Tîrmehê di saet 17.10’an de hêzên me mudaxileyî helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, helîkopter neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

24’ê Tîrmehê di saet 08.25’an bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî sîstema kameraya mobesse deynin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

25’ê Tîrmehê di saet 16.30’an de bi çekên nîv otomatîk li kepçeya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hate xistin û kepçe hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

3. Li Herêma Heftanînê;

24’ê Tîrmehê di saet 11.50’an de bi çekên giran li Qereqola Kiryareş hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

23, 24 û 25’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Lolan, Goşînê, Girê Şehîd Hawar û Girê Şehîd Hêmin ên herêma Xakurkê 10 caran, qadên Spîndarê, Dêreşê û Mijê yên herêma Garê 8 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 5 caran, qadên Zergelê û Boblîskan ên herêma Qendîlê 2 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Ji ber van bombebaranan li gelek qadan şewat derketin û hîna jî dewam dikin.

24’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

26ê Tîrmeha 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê