HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me li Gabarê ji du baskan ve li hemberî artêşa Tirk çalakî pêk anîn. Li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî derb li wesayîteke zirxî hat xistin.

LI GABARÊ ÇALAKIYA GERÎLA: 4 LEŞKER HATİN KUŞTİN

Li baskê 1. derbên bi bandor li leşkeran hat xistin û 2 leşker hatin kuştin. Li baskê 2. jî çeperek hedef hat girtin û 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqolên TRT Gabar û Dara; obus û hawan avêtin qada çalakiyê. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Şoreş Botan (Nûrî Akalin) hat lidarxistin.

LI KERBORANÊ DERB LI WESAYÎTA ZIRXÎ HAT XISTIN

Di 24'ê Mijdarê de saet di 19:30 de li navenda navçeya Mêrdîn Kerboranê, tîmeke me ya gerîla li hemberî wesayîteke zirxî ya Kobra çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li wesayîta zirxî hat xistin, lê belê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê tîma me ya gerîla bi saxlemî vegeriya baregehên xwe.

LI BEDLÎSÊ OPERASYON

D i 24'ê Mijdarê de saet di 03:00 de artêşa TC li hemberî qada Şehîd Mizgîn operasyonek da destpêkirin. Di ve operasyonê de artêşa Tirk li gundê Hulek û derdora girê wê, Girê Berana, Sirtên Hemkoka û Înîn bi cih bû û avêt ser malên gelên li herêmê. Artêşa TC mizgeft û konên gel ên li Şehîdgeha Garzanê ku ji bo nobedgirtinê hatin vedan, şewitand. Hêza operasyonê heman rojê saet di 16:30 de xwe vekişand û yekîneyên veşartî li herêmê bi cih kir.

ÇALAKIYA LI HEMBERÎ QEREQOLA BILICANÊ

Di  roja 24'ê Mijdarê de saet di navbera 10:00-10:30 de li hemberî qereqola Bilican a li herêma Zapê ye bi çekên giran çalakî hat lidarxistin.

Di vê çalakiyê de avahiya qereqolê hedef hat girtin û xisar li avahiya qereqolê çêbû. Piştî çalakiyê qereqola Bilicanê, obus û hawan avêt Girên Şehîd Colemêrg û Şehîd Baran.

LI SÊWEREGÊ POLÎSEK HAT KUŞTIN

Di  23'ê Mijdarê de saet di 18:30 de li nêzî febrîqeya çîmento ya li pêşiya navçeya Riha Sêweregê, tîmeke gerîlayên me li dijî wesayîteke polîsan a li dewriyê digeriya çalakiyek pêk anîn di çalakiyê de polîsek hat kuştin, polîsek jî bi giranî birîndar bû.

Ev çalakî li dijî êrîşên li Nisêbînê tên kirin, hat lidarxistin.

Tîma gerîlayên me  ya çalakî pêk anî, bi awayekî serketî gihaştin baregehên xwe.

JI ALİYE GERÎLAYÊN ME YJA STARÊ VE LI NISÊBÎNÊ ÇALAKÎ

Di 23'ê Mijdarê de saet di 16:00 de tîmeke me ya gerîla ya hêzên me yên YJA Starê, li hemberî qereqola Gurinê ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de leşkerek bi sûîqestê hat kuştin. Her wiha çepereke A4 bi derbên giran hat rûxandin û li vir jî 2 leşker hatin kuştin. Di heman demê de derbên bi bandor li avahiya qereqolê hat xistin û li ser bersiva leşkeran ji bo demeke kurt şer derket. Piştî çalakiyê, qereqolê bi tankan derdora xwe bombe kir. Tîma me ya gerîla bi saxlemî vegeriya baregehên xwe. Ev çalakiya hat lidarxistin li dijî êrîşên li Nisêbînê ye.

BOMBERDÛMANA LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Di 24'ê Mijdarê de saet di navbera 16:00-18:00 de balafirên şer ên TC, derdora gundên Bulofa û Şerane yên herêma Garê bombe kirin. Di heman saetê de balafirên şer jî derdora çemê Zapê bombe kirin.

Di 24'ê Mijdarê de saet di navbera 06:00-07:00 de qereqola Bilican a li herêma Zapê; gundê Erbîş, Sêvê, Dola Kinyaniş, Zêvê, gundê Haydara, Girê Elîşêr û girê Şehîd Colemêrg bi obus, hawan û tankan bombe kir.

Di 24'ê Mijdarê de saet di navbera 14:00-15:30 de qereqola Elemûn a li herêma Metîna, qada Şehîd Dilber, saet di navbera 14:00-15:00 de jî qereqola Arûş; girê Kuroşîno bi obus û hawanan bombe kirin.

Ji saet 13:30 ê 24'ê Mijdarê heta saet 06:00 ê 25'ê Mijdarê (îro), li herêma Zapê, 25'ê Mijdarê saet di navbera 02:00-04:00 de li herêma Metîna pêgerên hewayî yên bêmirov keşif kirin.

Di roja 24'ê Mijdarê de saet di navbera 14:00-17:00 de li herêma Zapê, roja 23'ê Mijdarê de saet di navbera 17:00-23:00 de jî li ser qadên Şehîd Mizgîn, Geliyê Îpek û Şehîd Cûma yên Bedlîsê balafirên şer geriyan.
25 Mijdar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG