ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayên me HPG/YJA Star li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyoneke şoreşgerî ya 24 saetan li dar xistin. Di çalakiya li hemberî gelek nuqteyên leşker û polîsan de 75 leşker û polîs hatin kuştin, gelek çek û wesayîtên zirxî hatin îmhakirin. Di pevçûnên piştî operasyonê de 14 gerîlayên me şehîd ketîn.
Di 25’ê Îlonê de saet 05.40'an gerîlayên me HPG û YJA Star li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyoneke şoreşgerî pêk anîn. Gerîlayên me Tûgaya Bêşebab, girên Bayrak, Çeper ê Bêgokê yên girêdayî tûgayê, li hember leşkerên ewlekariya wan dikirin, Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê, Midûriyeta Polîsan, avahiya TOKÎ ya tîmên taybet, Qeymeqamtî û nuqteyên polîsan ên di ketina navçeyê de kirin hedef.
ZÊDETIRÎ 20 HAWAN LI TÛGAYA ELKÊ KETIN
Gerîlayên me bi çekên giran zêdetirî 20 topên hawanê li Tûgaya Elkê dan. Gerîlayên me bi çekên nîv otomatîk û roketan li avahiya Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê dan. Li vir di beşeke mezin a avahiyê de şewat derketiye, 3 çeper bi temamî hat îmhakirin.
Di çalakiya li hemberî Midûriyeta Polîsan de jî gerîlayên me li nuqteyên polîsan ên li derdora midûriyetê dane û hemû çeper ketine destê gerîlayên me de.
Gerîlayên me yên ku çeperên Qeymeqamtiyê kirine hedef çepereke ku 7 leşker tê de bi temamî îmha kirin. Her wiha 3 wesayîtên zirxî yên li derdora qeymeqamtiyê jî bi roketan hatin îmhakirin.
Di çalakiya Elkê de avahiyên TOKÎ yên tîmên taybet tê de hedef hatine girtin. Gerîlayên me 3 avahî û çeperên polîsan ên li ser avahiyan kirine hedef û li sekvanan dan.
Di çalakiyeke din a li hember nuqteya polîsan de gerîlayên me 2 çeper bi dest xistin û 2 panzer îmha kirin.
Di çerçoveya operasyona Şoreşgerî de gerîlayên me HPG û YJA Starê li hember girê Bayrak, girê Mevzî yên girêdayî Tûgaya Elkê û girê Bêbokê 3. yê ewlehiya Tûgaya Elkê dike çalakî pêk anîn, gelek çeper û wesayîtên leşkerî îmha kirin, hejmarek zêde jî leşker hatin kuştin.
Gerîlayên me ji du baskan ve çalakî li hember girê Bayrak ê girêdayî Tûgaya Elkê pêk anîn û li ser tevahî çeperan kontrola xwe ava kirin. Gerîlayên me çeka A-4 a di çeperekê de îmha kirin û tepe bi dest xistin. Girê hatibû bi dest xistin, piştî çalakiyê rastî êrîşa balafirên şer, bomberdûmana tank û obusan hat. Di van êrîşan de gerîlayekî me şehîd ket, di encama çalakiya gir de Termalek, çekek Melez, çekek MG-3, 1 BKC û Bombeavêjek hat desteserkirin. Piştre gerîlayên me Termal, MG-3 û Bombeavêj îmha kirin di vê çalakiyê de cenazeyên 6 leşkeran bi çav dihat dîtin.
Komek gerîlayên me din li hember girê Mevzî bi çekên ferdî, navîn û sûîqestê çalakî pêk anîn. Li vir tankek di dema êrîşê de hat halekî ku careke din neyê bikaranîn. Di vê çalakiya ku hejmarek zêde mirî û birîndarên leşkeran hene de, hejmarek zelal nehate bidestxistin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan û wesayîtên zirxî ve birin Tûgaya Elkê.
Gerîlayên me li hember girê Bêbokê 3. yê ewlehiya Tûgaya Elkê dike jî çalakî pêk anîn. Gerîlayên me bi çalakiyên berfireh gelek çeper kirin hedef û îmha kirin. Piştî gerîlayên me kontrola gir bi dest xistin, balafirên şer ên Tirk bi bomberdûmanek mezin gir kirin hedef.
Dema giştî operasyonê jî li navenda navçeyê û derdora wê hedefên bi tevger jî bûn hedefên tîmên sûîqestê yên xwe li navçeyê bi cih kirî. Di vê çalakiya sûîqestê de bi zelalî 9 leşker û polîs hatin kuştin.
Di vê çalakiya li navenda navçeyê pêk hat de 5 gerîlayên me bi qehremanî şer kirin û şehîd ketin.
GEL BI ÇALAKİYAN BÛ BERSİV
Dema Operasyona Şoreşgerî de li derdora navenda navçeya Elkê de li gelek nuqteyan pevçûn çêbûn û gerîlayên me di serî de li ser rêyan li herêmê kontrol girtin destên xwe. Artêşa TC bi balafirên şer vê herêm bomberdûman kir, bi topên hawan û obusan her wiha êrîş bir ser navenda navçeyê û gelek cihên sivîl bomberdûman kir. Gelê navçeyê li hember êrîşên artêşa Tirk çalakiyên girseyî pêş xistin.
LI HEMBER ALAYA LEŞKERÎ JÎ ÇALAKÎ
Gerîlayên me tevî navenda navçeyê, nêzi saet 23.00’an li hember alaya Çeman a nêzî navçeyê jî çalakiyeke din pêk anîn. Gerîlayên me ji du baskan ve çalakî pêk anîn, alaya Çeman û girê girêdayî alayê bû hedef. Ji derveyî çeperekê, gerîlayên me giştî çeperên li gir îmha kirin û tevahî gir xistin bin kontrolê.
Artêşa TC xwest bi balafirên şer û topên obus û hawanan gir bi temamî îmha bike, 9 gerîlayên me di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da .
Di 24’ê Îlonê êvarî Alaya Çeman û girê wê hate hedefgirtin. Pişti lêdanên bi bandor gerîlayên me ji du baskan ve ketin êrîşê û ji derveyî çeperekê, girê Şemanê bi temami xistin bin kontrolê. Di vî girî de çeperek A-4’ê jî bi temamî hate îmhakirin. Dema bi destxistina gir de gerîlayekî me şehîd ket û 4 gerîlayên me jî birîndar bûn. Ji ber ku şehîd û birîndarên me hebû, çekên hatibû bidestxistin gelek ji wan hate îmhakirin, tenê çeka sûîqestê ya Bora ji ser leşkeran hate rakirin.
Di çalakiya ku pêgerên hewayî yên bê mirov keşfek zêde dikirin de, 2 gerîlayên me rastî êrîşek zêde ya balafirên şer hatin. Di encama bomberdûmanan de 9 gerîlayên me şehîd ketin.
Dema çalakî pêk dihat û piştî wê, artêşa Tirk bi balafirên şer, obus û hawanan gelek mal jî bomberdûman kir.
DÎMENÊN AMBÛLANSA KU POLÎSAN GULEBARAN KİRİN Dİ DEST GERÎLAYEN ME DE YE
Di vê çalakiyê de di encama ku artêşa Tirk rasterast sivîl gulebaran û bomberdûman kir, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Dema saetên çalakî pêk dihatin, artêşa TC rasterast malên gel gulebaran kirin û bi çekên giran ve êrîş kirin. Dîsa ambûlansek ji nêzî polîsan derbas dibû jî gulebaran kirin. Agahiyên wekî vê ambûlansa gerîlayên me gulebaran kiriye derveyî rastiyê ne. Dîmenên bûyera ambûlansê bê çawa polîs pêk tînin jî hene.
OPERASYON BI SERKETÎ ENCAM BÛ
Piştî operasyonê navenda navçeyê ket kontrola gerîlayên me, hê jî ev kontrol didome û piştî operasyonê gerîlayên me xwe qademekê pişve kişandin.
Operasyona serketî li hember bajêr 24 saetan berdewam kir, piştî operasyonê hêzên me xwe qademeyekê kişandin. Tevahî kontrola qadê gerîlayên me bi dest xistin. Ev çalakiya ku ji bo bîranîna di serî de Şehid Baran Dêrsim û tevahî şehîdên vê pêvajoyê pêk hat, mîsîllemeya êrîşên li hember şehîdgehên me bû. Di çalakiyê de 14 gerîlayên me di vê pêngavê de bi seknek Apoyî cihê xwe girtin, şer kirin û şehîd ketin. Windahiyên artêşa TC di encama vê operasyonê de bi zelalî 75 in.
Şehîdên Me Yên Operasyona Şoreşgerî Ya Elkê'
14 gerîlayên me yên di Operasyona Şoreşgerî ya Elkê de jiyana xwe ji dest dan nasnameya 13 gerîlayên me wiha ye
Nasnav: Arjîn Botan
Nav-Paşnav: Fatma Eksen
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik-bav: Devlet - Sekvan
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Armanc Hozan Andok
Nav-Paşnav: Azad Akçay
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik-bav: Naciye - Zekî
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Botan Cûdî
Nav-Paşnav: Ramazan Deger
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik-bav: Tûrkan - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Kendal Efrîn
Nav-Paşnav: Seydo Henan
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Navê dayik-bav: Zeynep - Elî
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Rêzan Geliyê Zîlan
Nav-Paşnav: Zafer Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik-bav: Xezal - Alaattîn
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Serhat Şûşar
Nav-Paşnav: Serkan Çoban
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dayik-bav: Meryem - Abdûlhalît
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Şiyar Kûrtay
Nav-Paşnav: Emîr Tore
Cihê jidayikbûnê: Colemêrgi
Navê dayik-bav: Zûlfa - Ûlvî
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Şoreş Dêrik
Nav-Paşnav: Mehmet Alî Eye
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik-bav: Rabîa - Şûkrû
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Kato Setkarê
Nav-Paşnav: Fîkret Temel
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik-bav: Zeynep - Halît
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Cegerxwûn Makû
Nav-Paşnav: Îrec Brûkimilan
Cihê jidayikbûnê: Makû
Navê dayik-bav: Azîze - Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê : 25’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Şoreş Malazgîrt
Nav-Paşnav: Ozgûr Akınel
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dayik-bav: Nazîfe - Mûhsîn
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Gelhat Şevger
Nav-Paşnav: Ekrem Şîmşek
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik-bav: Gûlîstan - Farûk
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Îlona 2015 / Şirnex
Nasnav: Cesûr Gever
Nav-Paşnav: Bayram Ercîk
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik-bav: Hiyal - Zekî
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Îlona 2015 / Şirnex
26 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG